NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Şaredariya Poggîbonsî ya Îtalyayê hemwelatiya rûmetê da Werîşe Mûradî ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê biriye.
Seroka Şaredariya bajarê Poggibonsi ya Îtalyayê Sozana Cana li ser hesaba xwe ya platforma medyaya dijîtal X’ê ragihand ku bi piraniya dengên encûmena şaredariyê, hemwelatîbûna rûmetê dane girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî. Di peyamê de hate diyarkirin ku Werîşe Muradî di girtîgeha Evîn ya Îranê de girtî ye, metirsiya darvekirinê li ser jiyana wê heye û ew li ser mijarê lêkolîn dikin.