Leyla Guven: Divê dewlet bi avêtina gavan jidiliya xwe nîşan bide

  • rojane
  • 16:13 25 Gulan 2025
  • |
img
COLEMÊRG - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, got: “Birêz Ocalan rêyeke girîng vekir. Divê dewlet jî di serî de berdana girtiyên nexweş, bi avêtina gavan jidilbûna xwe nîşan bide ku fikarên gel ji holê rabin.” 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê îro 12’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li Baroya Colemêrgê hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û Meclisa Dayikên Aştiyê tev li bûn. Di kongreyê de pankarat “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Nabe ku mafê tedawiyê bê astengkirin” hatin daliqandin. Di kongreyê de peyama Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin hate xwendin. 
 
LEYLA GUVEN: BIRÊZ OCALAN RÊYEKE GIRÎNG VEKIR 
 
Leyla Guven, di peyama xwe de wiha got: “Gelê Colemêrgê ku ez weke îradeya xwe hilbijart û şande Meclisê û bi têkoşîna xwe her kes kiriye heyrana xwe, bêguman ji bo vê gelek bedel da û dide. Hêj niha jî hevşaredar û wekîlên di demên berê de hilbijartî girtî ne, hin jê li sirgunê ne. Zarokên wan an di zindanan de ne an jî canê xwe ji dest dane. Tevî van bedelên giran jî heta niha tu caran ji sekna xwe ya serbilind tawîz neda û gelê me êdî jiyaneke aram, jiyaneke însanî heq dike. Êdî dema wê ye ku em hêsirên ji bo aştiyê tên rijandin, veguherînin hêsirên keyfxweşiyê. Firsendeke dîrokî derket pêşiya me û birêz Ocalan di vê mijarê de rêyeke girîng vekir. Di serî de berdana girtiyên nexweş, divê dewlet jidilbûna xwe bi gavên diavêje nîşan bide ku fikarên di serê gel de ji holê rabin. Dikare ji bo tevahiya gelên li Tirkiyeyê pêkvejiyaneke wekhev, birûmet û adilane ava bike. Dikare zimanê cihêkariyê û rageşiya heta niha bi dawî bike. Ev jî bi wê dibe ku demokrasiyê ji bo hemû kesî cîbicî bike. Em dikarin bi hev re komareke demokratîk ava bikin. Bila şert û mercên vê ava bikin û astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk a Kurdan rakin. Silav ji kesên bo aştiyê canê xwe feda krine, yên bi vê hêviyê bêhnê distînin, yên dilê wan ji bo aştiyê lê didin, silav ji ciwanan re û kesên emrê xwe fedayî vê têkoşînê kirine. Berxwedan jiyan e! Jiyana bi rûmet nêzik e.” 
 
'DIVÊ DEWLET BERPIRSYARTIYÊN XWE BICIH BÎNE’ 
 
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz jî diyar kir ku israra di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de, polîtîkayên ewlehiyê zêde dike û got: “Ev rewş di nava gelê Kurd de rê li ber birînan vedike û dibin sedema binpêkirinên mezin. Em, biryarên kongreya PKK’ê biqîmet û girîng dibînin. Lewma jî avêtina gavên jidil û avakirina têkiliyên baweriyê, dê di destpêka vê sedsalê de bibin hewldana aştiya mezin. Em bang li dewletê dikin ku berpirsyartiyên xwe yên têkildarî pêvajoya nû bicih bîne.” 
 
PARLAK: KONGREYA PKK’Ê FIRSENDEKE DÎROKÎ YE 
 
Wekîlê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak jî got ku kongreya PKK’ê firsendekî mezin e û ew ê berpirsyartiyê li xwe bigirin û vê firsenda dîrokî ji dest nedin. 
 
Di kongreyê de hilbijartin hate kirin û Sîbel Çapraz û Ozan Akbaş weke Hevserokên Şaxa ÎHD’a Colemêrgê hatin hilbijartin. 
 

Sernavên din

31/05/2025
11:39 Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê kir
11:37 Ji CHP'ê biryara civîna awarte
11:33 ‘Bêyî gavên demokratîkbûnê pêşketina pêvajoyê ne mumkin e’
11:18 Li Hezexê mirina bi guman a çawişek pispor
10:41 Topuz : Medyaya îktîdarê pêvajoyê jehrî dike
09:44 Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest
09:37 Divê jin rêxistinbûna xwe mezin bikin
09:04 Ji bo FîlmAmedê zêdetirî 600 serlêdan
09:03 Di karesata keştî ya ku 61 kes mirin de ceza zêde bû
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN
08:55 Li dijî ÎBB'ê operasyona pêla 5'emîn: Biryara binçavkirina 47 kesan
30/05/2025
15:59 Li Qoserê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 Kurtulmuş: Em piştgiriyê dixwazin
Ozel: Pêvajoya Meclis daxil nebe serkeftî nîne
15:42 DEM Partiyê ji bo namzetaya Serokatiya Meclisê serlêdan kir
14:34 Ji bo rojnamevan Yildiz Tar biryara tehliyeyê
12:57 'Tora Parlamenteran dê hêza jinan a di siyasetê de zêde bike’
12:02 Namzetê Serokatiya Meclisê yê DEM Partiyê diyar bû
11:54 Di doza Temel de ji bo bersûcan biryara desteserkirinê hate dayin
11:38 Dayika Îpek Er: Rayedaran soza xwe bi cih neanîn
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Qadên xezal û pezkoviyan tên tunekirin
11:05 Mehmet Bekaroglû: Bi aştiyê re her kes dê qezenc bike
10:25 Jinan ji bo meşê bang kirin: Em azadiyê biqîrin
10:22 Turkyilmaz: Pêwîstî bi çareseriyeke du alî heye; rêveberiya herêmî û demokrasî
10:08 Danişîna doza 15 kesên ji cînayeta Narîn Guranê tên darizandin dest pê kir
09:54 Li Çukurovayê 11 jê rewşa wan giran 46 girtiyên nexweş hene
09:21 Sekreterê Giştî yê Die Linke’yê: Divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin
09:06 Di atolyeyên ‘Bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve’ avakirin tê nîqaşkirin
09:05 Bû 9 sal li cenazeyê keça xwe digere: Bila êdî dilê tu kesên din neşewite
09:04 Bersûc qebûl kir ku îstîsmara zayendî li zarokan kiriye, dadgehê ew serbest berda!
09:02 Endamê Komîsyona Edaletê Duşunmez: Nabe ku Ocalan girtî bimîne
09:00 ROJEVA 30’Ê GULANA 2025’AN
29/05/2025
16:32 Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin
16:14 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin
15:46 Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
15:35 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
15:13 Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN
28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
12:13 Komeleyên Elewiyan: Em amade ne di pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin
12:12 Ji karsazan daxuyaniya ‘pêvajoyê’: Em amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin
11:13 Zimanzan Farqînî: Dema her kes bi zimanê dayikê perwerde bû wê demê dikare qala biratiyê were kirin
10:32 Hevseroka GABB’ê: Ji bo civaka demokratîk divê meclis veguherin komunan
10:20 Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’: Dê yekitiya neteweyî teqez pêk bê
09:24 Fatma Bostan Unsal: Ji bo peymana civakî ya nû divê destûra bingehîn biguhere
09:17 Jinan ji ber ‘Sala Malbatê’ bertek nîşanî Erdogan dan
09:14 Di doza Temel de biryara beraetê betal bû: Danişîna ewil di 30’ê Gulanê de ye
09:07 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
09:00 ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
27/05/2025
16:47 Erdogan ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir
16:42 Efkan Ala têkildarî destûra bingehîn a nû daxuyanî da
16:08 Danişîna doza rojnamegeran hate taloqkirin
16:00 Jinan ji ber ‘betalkirina protokolê’ bertek nîşanî qeyûm dan
15:41 Îtalyayê hemwelatiya rûmetê da Werîşe Mûradî