NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya konvegirtinê li hember ambargoyên hikûmeta Iraqê li ser Kampa Penaberan a Memûrê roja sêyemîn de berdewam dike.
Lijneya ji bo bi Wezareta Dadê re li ser ambargo, astengî û dorpêçkirinên Iraqê li ser Kampa Penaberan a Memûrê guftûgo bike di rêya vegerê de hatibû binçavkirin, çalakiya li hember vê kiryarê didome. Çalakiya şêniyên ku li hember seytereyên hêzên Iraqê kon vegirtibûn di roja xwe ya sêyemîn de didome.
Hikûmeta Iraqê, ji 10’ê Nîsanê heta niha xistina alevên avahîsaziyê ji bo kampê qedexe kirî, çûyîna karkeran ji bo Bexdê tê astengkirin, nasnameyên penaberan nû nake û destûra nexweşan ji bo nexweşxaneyê nade.