ÎZMÎR - Girtiya Nexweş Fatma Ozbay ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat ragirtin, piştî 29 salan hate berdan.
Girtiya nexweş Fatma Ozbay ku li Girtîgeha Jinan a Şakran a Alî Aga ya Îzmîrê dihat ragirtin, piştî 29 salan hate berdan. Fatma Ozbay ku li girtîgehên Bayburt, Erzirom, Nevşehîr û hwd. jî ma, di girtîgehê de bi nexweşiya penceşêra pêsîrê ket. Herî dawî jî sewqî Girtîgeha Jinan a Şakranê hate kirin. Li wir, ji ber nexweşiya penceşêrê memikekê wê jê hate kirin. Fatma Ozbay ku gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijiya, ji ber bandora kemoterapiyê, di çavê wê yê çepê de retîna çiriya û operasyona lazerê derbas kir. Di çavê wê yê rastê de jî piniyên reş çêbûn. Her wiha hestiyên wê dielin û ev nexweş piştî tedawiya penceşêrê hêj girantir bû. Di aliyê rastê yê qirika wê de nodûl hate tespîtkirin û ji bo wê kontrola 6 mehan hate pêşniyarkirin. Piştre jî li ser pişik û kezeba Fatma Ozbayê pinî hatin tespîtkirin û hate gotin ku dibe ku ji ber radyoterapiyê çêbibin lê ev rewşa wê nehate şopandin. Her wiha nexweşiya mîgrena kronîk bi Ozbay re heye.
HELBEST Û ÇÎROK NIVÎSAND
.
Fatma Ozbay ku di 7’ê Gulana 1997'an de li Şirnexe hate binçavkirin û girtin, şandin Girtîgeha Tîpa M a Midyad a Mêrdînê. Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê birî. Fatma Ozbayê, di 29 salên xwe yên girtîgehê de gelek gotar, helbest û çîrok nivîsand. Di pirtûka “Çîrokên Jinên Di Girtîgehê De” ku ji 112 rûpelan pêk tê û ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hatiye çapkirin de jî çîrokeke wê ya bi navê “Mirî Birîndar Nabin” cih digire.