STENBOL - Eşber Yagmûrderelî diyar kir ku PKK’ê gaveke mezin avêtiye û bi vê yekê re berpirsyartiyeke mezin ketiye ser milê civakê û got: "Di pêvajoya aştiyê de erka esasî ya dewletê ye.”
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê ve êdî pêvajo kete qonaxeke dîtir. Piştî bangê PKK’ê di 1’ê Adarê de agirbest îlan kir û di 12’ê Gulanê de biryarên kongreya xwe ya 12’mîn bi raya giştî re parve kir.
Gelek kesên wek nivîskar, rojnameger, lîstikvan, hunermend, akasemîsyen, hiqûqnas bangî dewletê kirin û daxwaza gavavêtinê ji dewletê kirin. Ji Yekitiya Ewropayê (YE) heta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), gelek sazî û dewletên cîhanê piştgirî dan biryara PKK’ê.
Hiqûqnas û nivîskar Eşber Yagmûrderelî, biryarên kongreya PKK’ê nirxand û diyar kir ku PKK’ê bi danîna çekan ve gaveke mezin avêtiye û niha dora dewletê ye.
‘AKTORÊ HERÎ GIRÎNG OCALAN E’
Eşber Yagmûrderelî bibîr xist ku PKK'ê piştî banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê kongreya xwe lidarxist. Yagmûrderelî, gotina ku dibêjin; "Devlet Bahçelî ev pêvajoye daye destpêkirin şaş e " û ev tişt anî ziman: "Aktorê herî girîng Abdullah Ocalan e. Di despêka damezirandina PKK’ê de jixwe fikra têkoşîna hevpar hebû. Di dîroka wê de gelek caran hewldanên aştiyê çêbûn lê her carî rastê provokasyona hat. Rêxistinê di vê mijarê de gelek berdêl da. Di 2013’an de di navbera dewletê û Ocalan de hinek hevdîtin çêbûn. Niha dîsa em di heman qonaxê de ne.”
‘XURTKIRINA WELATEK HEVPAR’
Yagmûrderelî, destnîşan kir ku rewşa niha ya Rojhilata Navîn û qeyrana Tirkiyeyê tê de ye rê li ber pêvajoyeke wiha vekir û wiha got: “Hate famkirin ku di nava polîtîkaya Îsraîlê ya dagirkirina Rojhilata Navîn de Anatoliya jî heye û vê politîkayê Tirkiyeyê mecbur hişt ku bi PKK’ê re lihev bike. Tirkiye têgihişt ku bê Kurd dê nikaribe sînorên başûr biparêze. Ji bo wê xwest bi gele Kurd re lihev bike. Mijara aştî û çekdanîna ku bi salan e rêxistinê qal dikir kete rojevê. Wexta em li nêrîn û daxuyaniyên dewletê dinêrin dê bibêjî qey PKK bê çare maye û ji ber wê çekan datîne. Lê ji destpêkê heta niha her tim dibêje em ê çekan deynin û ji bo vê hewldanên wê çêbûye. Abdullah Ocalan di parastinên xwe yên salên 1999-2000’î de dibêje ‘tu derdekî min bi dewletê re nîne, derdê min demokrasî ye.’ Anku gotina xwe ya wê demê îro jî got. Ev yek jî statuya hemwelatiya wekhev û welatê hevpar xurt dike. Wate û armanca danezana PKK’ê ev e."
‘PKK’Ê GAVA YEKEM A AŞTIYÊ AVÊT’
Di berdewama axaftina xwe de Yagmûrderelî îfade kir ku PKK’ê gaveke girîng avêtiye û ji bo guhertinên ji vir û şûnde divê dewlet gavan biavêje. Yagmûrderelî, anî ziman ku bidawîbûna şer nayê wateya pêkhatina aştiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "PKK’ê bi çekdanînê ve gava yekem a aştiyê avêt. Roja şer xilas dibe, yekser aştî nayê. Di diyalektîka şer û aştiyê de demek heye. Di vê pêvajoyê de wexta ku şer bi temamî îradeya xwe teslîmê aştiyê kir, wê demê aştî derdikeve holê. Li Tirkiyeyê niha gava yekem a aştiyê hatiye avêtin. Ji bo aştiyê hêj rêyeke dirêj li pêşiya me heye. Aştî zehmet e lê dê gel bi îradeya xwe ve vê zehmetiyê derbas bikin."
‘DIVÊ GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN’
Bi domdarî Yagmûrderelî ragihand ku ji bo aştiyek rast berî her tiştî divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be û ev tişt anî ziman: "Divê dewlet demildest rêyeke bibe mijara azadiya Abdullah Ocalan. Hewceye girtiyên nexweş û girtiyên siyasî bên berdan, dawî li polîtîkayên qeyyûm bînin û kesên hatin hilbijartin dîsa li peywira xwe vegerin. Damezrînerê aştiya mayînde Abdullah Ocalan e. Ji ber gotina Abdullah Ocalan rêxistinê çek danî. Pêşketina aştiyê jî bi destê Ocalan e.”
‘DIVÊ DEMILDEST GAV WERE AVÊTIN’
Yagmûrderelî, anî ziman ku divê dewlet ji bo PKK’iyan demildest gavên hiqûqî biavêje û wiha domand: “Divê dewlet, ji bo kesên çek danîne planên lezgîn çêbike. Daxwazên gele Kurd bi cih bîne. Pirsgirêkên hiqûqî yên ji ber şer hene divê bên çareserkirin. Rakirina rewş û faktorên antî demokratîk û avakirina demokrasiyê demeke dirêj digre. Lewre demokratîkbûna dewletê ji çekdanîna rêxistinê gelekî zehmettir e. Ji bo vê divê dewlet ji nû ve xwe li gorî aştiyê saz bike.”
‘DIVÊ MEDYA ZIMANÊ AŞTIYANE BIKAR BÎNE’
Yagmûrderelî, diyar kir ku divê di atmosfera aştiyê de medya dev ji zimanê tehrîkê berde û ev nirxandin kir: "Divê medya xwe vekişîne ser bingeheke demokratîk. Divê medya Tirkiyeyê dev zimanê tehrîk û yê şer berde. Hêj jî dev ji vî zimanî bernedaye. Li rexekî çekdanîna PKK’ê nîşan dide û li rexa din jî di serê gel de gumanan çêdike. Di pêvajoya aştiyê de berpirsiyariya esasî ya dewletê ye. Dewlet mecbûr e vê firsenda dîrokî bikar bîne û mercên hiqûqî, civakî û sosyolojîk amade bike. Em li benda vê yeke ne.”
‘HEMÛ CIVAK BERPIRSIYAR IN’
Yagmûrderelî, daxuyand ku li Tirkiyeyê mijara aştî û demorasiyê ne tenê PKK û dewletê lê hemû civakê jî eleqedar dike. Yagmûrderelî, axaftina xwe wiha qedand: "Lewma divê her kes bi rola xwe rabe. Êdî mijara aştiyê hemû civakê eleqedar dike. Ji bo vê peywirek mezin dikeve para hunermend û rewşenbîrên li Tirkiyeyê. Mijara aştiyê tenê para civakê jî nîne. Niha rêxistinê dev ji çeke berda û jixwe têkoşîna çekdarî wek amûrekî bikar dianî. Îro jinên Kurd di her mijarê de xwe îspat kirine nexasim di mijara aştiyê de. Ger îro li parlamentoyê 60 parlamenter hebin, ji wan 30 jê jin in. Ev rêjeye di nava tu partiyên din ên Tirkiyeyê de nîne. Têkoşîna bi salan jinên Kurd azad kir, êdî jinên Kurd xwedî kesayetek azad in. Bi gotina Abdullah Ocalan, çalakiya çekdarî 'cînayet e' û dê rêxistin vê cînayetê neke. Aştî tiştekî wisa ye ku serî bi her kesî dide tewandin."