Ji gotina 'Kurdistan mêtingeh e' ber bi damezirandina PKK'ê ve...

img

NAVENDA NÛÇEYAN - “Apoyî”yên ku bi tespîta “Kurdistan mêtingeh e” a Abdullah Ocalan bi rê ketin, di sala 1978’an de PKK’ê ava kirin. Avabûna PKK’ê bû destpêka serdemeke nû û rê li ber pêşerojeke zêdeyî nîv sedsalê xist. 

Piştî ragihandina komarê polîtîkayên tekparêz ên li ser gel û baweriyên cuda, bi taybetî jî li ser Kurdan kûrtir bûn. Komarê 101'emîna sala xwe li pey xwe hişt, lê pevçûn û pirsgirêkên ku ji ber polîtîkayên tekparêz rû dan qet bi dawî nebûn. Her berxwedan û serhildan bi xwînê hat tepeserkirin û rêxistin û pêkhateyên şoreşger ên ku wekî “xetere” dihatin dîtin, di her serdemê de ji aliyê desthilatan ve hatin hedefgirtin.
 
Pirsgirêka Kurd di dîroka komarê de yek ji pirsgirêka herî girîng e. Polîtîkayên îmha û înkarê yên li hemberî Kurdan tu carî neguherîn. Berxwedana li dijî polîtîkayên "bila Kurd dayika xwe nebîne" bênavber dewam kir. Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî, Zîlan, Dêrsim; ji van berxwedanan tenê çend heb jê ne. Xeleka dawî ya van serhildanan Partiya Karkerên Kurdistanê, ango PKK bû. 
 
Abdullah Ocalan, di Newroza 1973’yan de li Bendava Çûbûk a Enqereyê bi civîna bi 6 kesan re bingeha PKK'ê avêt. Ocalan û hevalên xwe di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê PKK’ê ava kirin.
 
PKK’ê di 15’ê Tebaxa 1984’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê û li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiya çekdarî ya yekem pêk anî. Ji aliyê rayedarên dewletê yên wê demê ve PKK wekî “komeke talanker" hat binavkirin. Ewilî ji bo emrê PKK'ê 6 saet muhlet hat dayîn. Dû re, ev dem bû 72 û paşê hefteyek. Lê PKK ya ku 6 saet ji bo umrê wê wext hatibû dayîn, zêdetirî 46 sal in hebûna xwe didomîne.
 
PKK’ê di nava 47 salan de bi milyonan sempatîzan kom kir. Tevî ku di pevçûnan de bi hezaran endamên xwe winda kiribin jî, her çû mezintir bû. Bandora wê ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê, li cîhanê belav bû.
 
Di van rojên dîrokî de der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de daxuyaniyeke girîng ji aliyê PKK’ê hat.
 
Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ji PKK'ê xwestibû ku kongreya xwe pêk bîne. PKK'ê duh ragihand ku 12'emîn Kongreya xwe li dar xistiye û biryarên dîrokî dane.
 
Me di 3 rêzenûçeyan de agahiyên herî balkêş ên der barê PKK’ê û jiyana damezrînerê wê Ocalan de berhev kir. Em ê di beşa yekem a dosyeya xwe de geşedanên kronolojîk ên li ser jiyana Ocalan û pêvajoya damezrandina PKK’ê ragihînin;
 
JIYANA OCALAN
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsana 1949'an de li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayik bû. Navê dêya wî Ûveyş û navê bavê wî jî Omer e. Di malbateke ku 4 ji wan keç bi giştî xwedî 7 zarokan, wekî zarokê 4’emîn hat dinê. Zarokatiya wî li Amarayê derbas bûye. Di navbera salên 1957-1962’yan de dibistana seretayî li gundê Cibîn ê Xelfetiyê xwend. Dibistana navîn di navbera salên 1962-1965'an de li Nîzîpê, lîseyê jî di navbera salên 1965-1969'an de li Lîseya Pîşeyî ya Kadastroyê ya Enqereyê xwend. Li gund daxilî nava çandeke civakî ya piranî olî bû, lê dema ku xwendekarê Lîseya Pîşeyî ya Kadastroyê û Tapo Kadastroyê ya Enqereyê bû, ramanên sosyalîst nas kir.
 
Piştî Riha û Enqereyê, Ocalan havîna 1969’an hat Amedê û heta payîza 1970’î li wir wekî karmendê tapo kadastroyê kar kir. Pêvajoya li Amedê ji bo Ocalan bû cihê veguhertinê. Li vir ramanên azadiya Kurdan nas kir.
 
Piştî Amedê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê qezenc kir û salekê xwend. Bû endamê Navenda Ocaxên Çandê ya Rojhilatê (DDKO) û beşdarî xebatên wê bû. Bandor ji Mahîr Çayan û hevalên wî yên pêşengên Partiya Rizgariya Gelê Tirk/Eniya (THKPC) girt.
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina ku di 14'ê Cotmeha 2013'an de li Girtîgeha Îmraliyê pêk anî de, sempatîzaniya xwe ya ji bo Çayan wiha anîbû zimên: "Mahir mafê xwerêveberiyê diparast. Min bi kelecana ku wî da min dest bi têkoşînê kir. 40 sal in ez li ser rêya wî me û heta niha hatim. Min ev mîrate ji Mahîr Çayan wergirt û ez dewrî wan dikim." 
 
Piştî derbeya leşkerî ya 12'ê Adara 1971'ê, ji aliyê Serfermandariya Giştî ve memûrandumek hat dayîn û hikûmeta Suleyman Demîrel hat rûxandin. Di bin serokatiya Parlamenterê CHP'ê Nîhat Erîm de hikûmeta taybet a ji teknokratan pêkhatî hat avakirin. Desthilatdariya ku nû hat avakirin, ji bo hêzên sosyalîst, demokrat û azadîxwaz bernameyeke bi navê “Operasyona Balyozê” da destpêkirin.
 
Ocalan di dema darbeyê de li Stenbolê xwendekar bû. Ocalan, puanê pêwîst bi dest xistibû û neqla xwe bi kar anî û derbasî Fakulteya Zanyarên Siyasetê ya Enqereyê bû. Bi vî awayî piştî 2 salan dîsa derbasî Enqereyê bû. 
 
Di wê demê de darvekirina pêşengên Artêşa Rizgariya Gelê Tirk (THKO) Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di rojevê de bû. Çayan û 9 hevalên wî ji bo ku Gezmiş û hevalên wî neyên darvekirin, 3 teknîsyenê biyanî desteser kirin. Çayan û hevalên wî di 30'yê Adara 1972'yan de li gundê Kizildere yê Tokat-Niksarê hatin qetilkirin. Ertugrul Kurkçu jî sax filitî û hat zevtkirin. 
 
Li Fakulteya Zanyarên Siyasetê, li dijî komkujiya di 7'ê Nîsana 1972'yan de li Kizildereyê hat kirin, boykot hat lidarxistin û belavok hatin belavkirin. Ocalan jî yek ji pêşengê çalakiyê bû. Ocalan, di dema çalakiyê de hat girtin û ew birin Girtîgeha Mamakê. Ocalan gava di girtîgehê de bû Denîz Gezmîş û hevalên xwe hatin darvekirin. 
 
Ocalan piştî ku nêzî 7 mehan di girtîgehê de ma, di 24'ê Cotmeha 1972'yan de ji ber "nebûna delîlan" serbest hat berdan. Dema ji girtîgehê derket, li ser şîret û navnîşana hevalê xwe yê ji Behra Reş ê bi navê Sadrî çû mala xwendekaran ya di navbera Emek û Bahçelîevlerê de ku Hakî Karer û Kemal Pîr lê diman.
 
Ocalan nêzî 2 salan li vê malê ma û xebitî. Û paşê qet ji hev veneqetiyan.
 
Kemal Pîr piştre hatina Ocalan a malê bi van gotinan vedibêje: "Roja ewil hat û xwest ku bibe mêvan û ji roja duyemîn û pê ve bû mazûvan û dest bi talîmatan kir."
 
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) vê pêvajoyê wekî “Yekemîn Jidayikbûna Rêbertiyê” dinirxîne. Ocalan, di vê heyamê de tespîta xwe ya "Kurdistan mêtingeh e" pêşî ji Hakî Karar re vegot.
 
1973: CIVÎNA LI BENDAVA ÇÛBÛKÊ
 
Ocalan di sala 1973'yan de hîmên PKK'ê ku îro wekî "Serhildana Kurdan a 29'an" tê binavkirin, avêt. Ocalan di Newroza 1973'yan de bi civîneke ku li bendava Çubuk a Enqereyê pêk anî, bingeha PKK'ê avêt. Tevî Ocalan, ji Dêrsimê Alî Haydar Kaytan, Mûsa Erdogan, ji Curnê Reş (Riha) Mustafa Aksakal, ji Xarpêtê Halîl Aslan û ji Gimgim (Mûş) Îsmaîl Bîngol beşdarî civînê bûn.
 
Ocalan di vê civînê de teza “Kurdistan mêtingeh e” anî ziman û dest bi xebata koma yekem kir. Di heman salê de di nav ciwanên xwendina bilind de wekî koma "Kurdistanî" kampanyayek propagandayê hat kirin. Ji bilî Alî Haydar Kaytan hemû kes yek bi yek ji komê derketin.
 
18 GULAN 1973
 
Rêberê Partiya Komunîst a Marksîst-Lenînîst a Tirkiyeyê (TKP-ML) Îbrahîm Kaypakkaya li Dêrsimê bi birîndarî hat girtin û li Amedê bi îşkenceyê hat qetilkirin. Ocalan di vê heyamê de li Enqereyê xebatên birêxistinkirina komê dimeşand.
 
ÇILE-NÎSAN 1974
 
CHP ku di hilbijartinên 14'ê Cotmeha 1973'yan de bû yekemîn, bi MSP'ê ya bi serokatiya Necmettîn Erbakan re hikûmeta koalîsyonê ava kir û ji bo girtiyên siyasî yên di derbeya leşkerî ya 12'ê Adarê de hatibûn girtin efûya giştî derxist. Bi vî awayî gelek kadroyên şoreşger û rêveberên rêxistinê hatin berdan. Vê rewşê rê da vejandina rêxistinên şoreşger.
 
Di encama nîqaş û civîna di asta konferansê de, di 8'ê Nîsana 1974'an de bername û rêziknameyeke hevpar pêk hat û rêveberiya hevpar hat diyarkirin. Bingeha meşandina xebatê Komeleya Xwendina Bilind a Demokratîk a Enqereyê (ADYOD) bû ku di destpêka sala 1974’an de bi awayekî fermî ji aliyê ciwanên Partiya Karkerên Sosyalîst a Tirk (TSÎP) ve hat avakirin.
 
Ocalan di vê xebatê de pêşengî kir. Hakî Karer jî di rêveberiya komeleyê de cih girt.
 
1 COTMEH 1974
 
Şoreşgerên ku beşdarî çalakiyên ADYOD'ê bûn bi vekirina zanîngehan li Enqereyê zêdeyî 10 hezar belavok belav kirin. Di navbera ciwanên şoreşger ên belavok belav dikirin û komên nîjadperest de pevçûn derket. Dema ku Ocalan di vekirina zanîngehê de erka xwe "bi serketî" bi cih anî, rêveberên komeleyên din jî xwe rexne kirin.
 
4 KANÛN 1974
 
Bi biryara hikûmeta wê demê polîsan avêt ser ADYOD'ê binêrin û ew girtin. 162 ciwanên komeleyê 3 rojan li midûriyeta polîsan hatin ragirtin, piştre hatin girtin û hefteyekê di Girtîgeha Mamakê de man. Di nava kesên hatin binçavkirin de Ocalan û Alî Haydar Kaytan jî hebûn.
 
10 ÇILE 1975
 
Komeleya Hîndekariya Bilind a Enqereyê (AYOD) li şûna ADYOD a girtî hat avakirin. Li gorî piraniya delegeyan tenê koma "Kovara Rêya Şoreşgerî" di rêveberiya AYOD'ê de cih girt. Ocalan ev rewş rexne kir û tevlî xebatên komeleyê nebû û di sala 1975’an de di nava ciwanên Enqereyê yên xwendina bilind de xebatên xwe yên komê pêk anî.
 
Di encama van lêkolînên ku li ser bingeha lêkolînên teorîk, perwerdehî, civîn û propagandayê hatin kirin, komeke nû derket holê. Vê komê ji xwe re digotin “Şoreşgerên Kurdistanê”. Rêxistinên din ji vê komê re digotin "Apoyî".
 
Komê di heman demê de yekemîn koma îdeolojîk a PKK’ê ava kir.
 
6 ADAR 1975
 
Îran û Iraqê bi erêkirina Amerîkayê li Cezayîrê peymanek îmze kirin û şerê wan bi dawî bû. Li hember tawîzên hikûmeta Iraqê, hikûmeta Îranê jî piştgiriya xwe ya ji bo PDK’ê qut kir. Li ser vê yekê rêveberiya Mistefa Barzanî vekişiya Îranê. Celal Talebanî û hevalên xwe YNK ava kirin. Lê YNK’ê ku nikarîbû li Herêma Federal a Kurdistanê bimîne, di salên 1976-77’an de hewl da di ser herêma Botanê re derbasî Sûriyeyê bibe.
 
Di vê serdemê de xebatên birêxistinkirina koma Ocalan bênavber berdewam kirin. Ocalan di sala 1975’an de têkildarî rewşa Herêma Federe Kurdistanê bi pêşengiya hemû rêxistin û komên Kurdistanê re hevdîtin pêk anî û pêşniyaza “rêxistinkirin û xebata li ser esasê eniyeke hevpar” kir. Lê belê ev pêşniyaz ji aliyê hemû rêxistin û koman ve hat redkirin.
 
Koma “Apoyî” piştre bi armanca “avakirina partiyê” pêvajoya “vegera li welêt” pêş xist.
 
ÇILE 1976
 
Ocalan li Dîkmena Enqereyê li maleke ku xwendekarên ji Sêweregê lê diman, civîna nirxandina dawiya salê li dar xist. Nêzî 20 kes beşdarî civînê bûn. Di vê civînê de hat nirxandin ku "xebata li Enqereyê encam daye" û biryara "ev danheva şoreşgerî veguhêze Kurdistanê" hat girtin.
 
Hakî Karer û Kamer Ozkan jî wekî alîkarên Ocalan hatin wezîfedarkirin. Bi vî awayî koma “Apoyî” ji aliyê yekîneyeke ku ji 3 kesan pêk tê wê bihata koordînekirin.
 
18 GULAN 1976
 
Di encama êrişa komeke faşîst a li nêzî zanîngehê de sempatîzanê komê û xwendekarê Zanîngeha Hacettepeyê Fevzî Aslansoy jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aslansoy ji aliyê Ocalan ve ber bi bajarê wî Pirsûsê ve hat birin û bi tevlîbûna 10 hezaran kesî bi merasîmeke girseyî hat definkirin. Di merasîmê de yekem car dirûşmeyên "Bimre kolonyalîzm" û "Bijî serxwebûn" hatin berzkirin.
 
Di navbera beşdarên merasîmê û leşkeran de pevçûn derket. Ev merasîma cenaze yekemîn çalakiya girseyî ya li Kurdistanê ji aliyê komên li dora Ocalan hatibûnn cem hev bû. Di çalakiyê de bandoreke tund a propagandayê li derdorê kir. Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr û Mustafa Gezgor jî di nav de 40 kes hatin girtin û ew xistin Girtîgeha Amedê.
 
Kesên hatin girtin jî girtîgehê veguherandin qada propagandayê.
 
3 TÎRMEH 1976
 
Alî Dogan Yildirim ê ku li navçeya Tûzlûçayir a Enqereyê tevlî komê bû di qezayekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî birin Dêrsimê. Yildirim wekî "şehîdê ewil" yê komê hat qebûlkirin.
 
31 KANÛN 1976 - 1 ÇILE 1977
 
Li semta Dikimevî ya Enqereyê li mala "Pîlot" Necatî Kaya "Civîna nirxandina çalakiya dawiya salê" hat lidarxistin. Ocalan bi xwe civînê bi rê ve bir.
 
7'Ê ADARA 1977'AN
 
Xwendekarê dibistana navîn Aydin Gul ku li Dêrsimê tev li koma "Apoyiyan" bû, di êrişa endamên koma "Halkin Kurtuluşu"yê de jiyana xwe ji dest da.  
 
ADAR-GULAN 1977
 
Ocalan di 12’ê Adarê de li gelek bajarên Kurdistanê bi Yekîtiya Mîmar û Endezyarên Enqereyê dest bi “civînên kadroyan” kir. Li Xarpêt, Dêrsim, Çewlîg, Amed, Riha, Dîlok û gelek bajarên herêma Serhatê civîn hatin lidarxistin. Di her civînê de 50 -80 kes beşdar bûn. Ocalan herî dawî di hefteya yekem a meha Gulanê de piştî civîneke mezin li Dîlokê, vegeriya Enqereyê.
 
1 GULAN 1977
 
Di êrişa li dijî pîrozbahiyên ku ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ve li Taksîma Stenbolê hat lidarxistin de 34 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Dû re derket holê ku Alaattîn Kapan ê Hakî Karer kuşt jî di nav kesên ku ev komkujî organîze kiriye de ye.
 
18 GULAN 1977
 
Karer ku li navçeya Ulubey ya Orduyê ji dayik bû û Ocalan wî “wekî ruhê min yê veşartî” pênase kir, li Dîlokê di êrişa plankirî ya koma bi navê “Stêrka Sor” de jiyana xwe ji dest da. Di serê meha Hezîranê de polîsan bi ser mala Mustafa Karasu ya li Tuzluçayirê de girt. Kemal Pîr di 3'yê Hezîranê de li Enqereyê bi çekê hat girtin.
 
Piştî geşedanan koma “Apoyî” biryar da ku xebatên xwe li ser esasê “xweparastinê” bimeşîne. Ocalan êrişa li ser Karer wiha nirxand: “Me hest kir ku ava kelandî bi ser me de hatiye rijandin." Ocalan piştî ku Karer hat hedefgirtin dest bi pêvajoya avakirina partiyê kir. Ocalan di navbera 1-11’ê Îlonê de li Taxa Hoşgor a Dîlokê “Pêşnûmeya Bernameyê” nivîsand.
 
21-22 MIJDAR 1977
 
Li Amedê civînek li ser "Pêşnûmeya Bernameyê" û pirsgirêkên rêxistinî hatin nirxandin. Nêzî 20 kes beşdarî civînê bûn. Ocalan destnîşan kir ku divê xebatên rêxistinbûyînê ji bo avakirina partiyê bên pêşxistin. Li aliyê din Şahîn DOnmez di asta rêxistina ciwanan de berdewamiya xebatê parast. Mazlum Dogan û hin navên din jî piştgirî dan nêrîna Ocalan. 
 
NÎSAN 1978
 
Li Xarpêtê jî bi heman rengî civînek hat lidarxistin. Di vê civînê de xebatên “avakirina partiyê” derketin pêş. Ji bo weşandina kovara "Serxwebûn" ku organa çapemeniyê ya partiyê ye, "Lijneya Weşanê" hat tayînkirin. Hejmara yekem a Serxwebûnê di destpêka meha Cotmehê de derket. Di hejmara yekem de “Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê” hat weşandin.
 
15-22 GULAN 1978
 
Di van demên navborî de ji bo bîranîna Karer wekî "Hefteya Çalakiyê" hat îlankirin. Ocalan broşurek bi navê “Ji bo bîranîna Hakî Karer” nivîsand û ev broşur hat sererastkirin, berfirehkirin û li tevahiya rêxistinê hat belavkirin. Ji herêma sînor heta Stenbolê li her derê afîş hatin daliqandin û belavok hatin belavkirin. Kesên ku beşdarî xebatê bûn li hin cihan rastî êrişa polîsan hatin û li hin cihan jî ji aliyê komên nijadperest ve rastî êrişan hatin.
 
19 GULAN 1978
 
Li navçeya Curnê Reş li dijî komeke ku afîşan daliqand êrişeke koma bi navê "Suleymanlar" pêk hat. Halîl Çavgun ê li Curnê Reşê pêşengiya xebatên ciwanan dikir di êrişê de jiyana xwe ji dest da. Çalakiyên koma "Apoyî" a 6 mehan li Curnê Reşê li dijî armanca MHP'ê ya dagirkirina bajêr dest pê kir. Çalakî di 27’ê Mijdarê de bi teslîmbûna koma “Suleymanlar” bi dawî bû.
 
24 GULAN 1978
 
Ocalan bi mahra fermî bi Kesîre Yildirim re zewicî. Ocalan, vê têkiliyê wekî “li gel hestyariyê hêzdayîn ji bo jineke nû beşdar bûye, yekitiya Bakur-Başûr, têkiliya civakên Elewî-Sunî" pênase kir. Kesîre Yildirim û malbata wê her çend di destpêkê de li dijî vê têkiliyê bûn jî, piştre bûn alîgirê têkiliyê.
 
TÎRMEH 1978
 
Ocalan manîfestoya bi navê “Rêya Şoreşa Kurdistanê” li taxa Şehîtlîkê ya Amedê li malekê nivîsand. Manîfestoya navborî balê dikişîne ser "lı ser esasö tundıya şoreşgeri têkoşîna li dijî kes û saziyên ajan". 
 
11 TEBAX 1978
 
Kemal Pîr li bajaroka Narli ya navçeya Bazarcix ya Mereşê hat girtin. 
 
26-27 MIJDAR 1978
 
Kongreya damezrandina PKK'ê li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê pêk hat. Ji 25 delegeyên vexwendî 22 kes beşdarî kongreyê bûn. Heyeta Hîlwanê ya bi serokatiya Mehmet Karasungur ji ber “kar” beşdarî kongreyê nebû. Di kongreyê de du delegeyên jin hebûn. Di kongreyê de bername, tuzuk û manîfestoya ku ji aliyê Ocalan ve hatibû nivîsandin hat qebûlkirin. Pêvajo û mijarên di rojevê de hatin nirxandin.
 
Ocalan, Sekreterê Giştî; Mehmet Karasungur û Şahîn Donmez wek cîgir hatin hilbijartin. Lijneya Rêveberiya Navendî jî hat diyarkirin. 4 endamên Komîteya Navendî karbidetsiyê dan Ocalan. 
 
Kesên beşdarî kongreyê bûn ev in: Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Durmuş, Sakîne Cansiz, Seyfettîn Zogurlu, Alî Haydar Kaytan, Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Abdullah Kumral, Kesîre Yildirim, Huseyîn Topgûder, Mehmet Alî Çahiterok, Alî Haydar Kaytan, Ferzende Tagaç, Suphi Karakuş, Şahîn Donmez, Mehmet Turan, Alî Gunduz, Faruk Ozdemîr û Abbas Goktaş.
 
MA / Azad Altay
 

Sernavên din

15:33 Kaytan û Altûn li Edeneyê hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bi aştiyê tacîdar bikin
15:28 Ocalan kongreya PKK’ê silav kir, Kaytan û Altûn bi bîr anî NÛÇEYA LEZGÎN
15:07 Îranê di 13 rojan de 96 kes bi darve kir
15:06 Daxwaza ji nû ve darizandina Hatem Ozdemîr hat redkirin
14:58 Kaytan û Altûn li Tuzluçayirê tên bibîranîn
14:12 Qubad Talabanî: PKK’ê berpirsyartiya xwe bicih anî
13:21 Ji bo hunermend Pinar Aydinlarê biryara tehliyeyê hat dayin
13:18 Di doza faîlên wê leşker de dozger nexwest ceza were dayin
12:59 Li Tuzluçayirê Kaytan û Altûn hatin bibîranîn
12:50 Bakirhan: Kongreya PKK’ê ji bo çareseriya demokratîk firsend e
12:25 Sozdar Avesta: Encamgirtin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e
12:15 Eşber Yagmûrderelî: PKK’ê gaveke mezin avêt, niha dora dewletê ye
12:04 Girîngiya pêvajoya li Rezanê ji esnafan re hat vegotin
11:51 Navenda Bangê bi Kurmancî dest bi xizmetê kir
11:45 Di 13 salan de tenê 148 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin
11:34 Gera Trump a Rojhilata Navîn dest pê kir
11:32 Xelkê Amedê: Divê Abdullah Ocalan teqez azad bibe
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Besê Hozat: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
10:56 Kaytan û Altûn dê li Stenbolê bên bîranîn
10:49 Dogu Ergîl: Êdî hincetên dewletê ji holê rabûn
10:48 Karayilan: Divê di qanûnan de guhertin bên kirin
10:25 Dayik, bav û zarok li heman polê zimanê xwe hîn dibin
09:49 Kartal: Perspektîfa pêvajoya nû sosyalîzma civaka demokratîk e
09:42 Bayramoglû: Pêvajo hêj nû dest pê dike, divê dewlet gavan biavêje
09:26 'Divê Wezareta Dadê mudaxilî pêvajoyê bibe'
09:19 Ji gotina 'Kurdistan mêtingeh e' ber bi damezirandina PKK'ê ve...
09:15 Dayikên Aştiyê: Bila dewlet gav biavêje
09:14 Li Zozana Şivişkiyê dema berhevkirina pincarê
09:14 Nivîskarên Kurd: Yekane armanca me parastina ziman e
09:00 ROJEVA 13’Ê GULANA 2024’AN
12/05/2025
22:04 Iraqê: Em piştgirî didin biryara PKK’ê
22:03 Ji Amerîkayê daxuyaniya ji bo biryara PKK'ê
21:45 Mazlûm Ebdî: Em bawer dikin ku ev gava nû wê deriyên pêvajoyeke aştiyane li herêmê veke
21:32 Bafil Talabanî: Ji bo serketina vê gava dîrokî çi ji destê me bê em ê bikin
20:37 Tulay Hatîmogûllari: Rêya Tirkiyeya Demokratîk vebûye
16:25 Demîrtaş: Dem dema xebateke samîmî û bi hev re ye
16:01 Ji YE’yê daxuyaniya ewil: Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin
15:31 Alp ê CHP’î: Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd
15:22 Wezîrê Dadê Tunç: Meşa di rêya demokrasiyê de bi gavên pêbawer didome
15:20 Elîaçik: Piştî gava dîrokî ya PKK’ê divê dewlet ji bo statûya hiqûqî gav biavêje
15:17 Hakan Fîdan: Biryara PKK’ê dîrokî û girîng e
15:16 Ayşegul Devecîoglû: Divê em zorê bidin îktîdarê ku gavan biavêje
15:05 Ayşegul Dogan: Ne tenê biryareke fesixkirinê ye, pêvajoyeke nû ya avakirinê ye
14:51 Li Rihayê ji bo girtiyên siyasî çalakî hate lidarxistin
14:50 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê gavên qanûnî bên avêtin
14:06 Berdevkê YNK’ê: Gaveke erênî ye
14:05 Li Amedê bager rabû
14:01 Pervîn Buldan ji bo biryarên PKK’ê got: Divê Meclisê bikeve dewrê
13:51 SOLDEP: Em ê ji bo aştiya civakî têkoşînê geş bikin
13:32 Bakirhan: Ji bo çareseriya pirsgirêkê tu hincet neman
13:26 Kaytan û Altûn vegot: Tu tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket
13:19 Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye
13:13 Piştî daxuyaniya PKK’ê hîseyên ASALSAN’ê bê qîmet bûn
12:33 Danişîna doza 4 rojnamegeran hat lidarxistin
12:26 Lêgerîna heqîqetê ya bêrawestan: Alî Haydar Kaytan
12:18 Dê însiyatîf bibe bingeha yekitiya neteweyî
12:02 Rêhevalê Azadiyê yê Abdullah Ocalan: Riza Altûn
11:31 Biryara dîrokî ya PKK’ê di rojeva cîhanê de ye
11:28 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil: Her pêşketinek erênî dê rê li ber pêşketineke erênî veke
11:16 Serekşêwirmendê Serokkomar: Dê reformên berfireh bên kirin
11:07 Efkan Ala: Mekanîzma çawa pêwîst bike dê wisa bên xebitandin
10:56 Kaytan û Altûn dê bên bibîranîn
10:55 Hûrgiliyên kongreya PKK’ê: Ev ne dawî, destpêkek e!
10:36 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:35 Greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên bi ‘Tîpa bîrê’: Divê dengê derve bilind bibe
10:04 Ercûment Akdenîz: Mesele nefes wergirtina heqîqetê ye
10:03 PKK’ê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî: Em ê xeyalên wî pêk bînin
09:49 Kongreya PKK’ê diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin
09:41 ‘Mijara herî girîng a pêvajoyê naskirina statuya zimanê Kurdî ye'
09:10 Dema doz didomiya di nîvşevê de mala wan bi ser pisîkên wan de hilweşandin
09:10 Xetere li ser mafê perwerdeyê yê xwendekarên girtî heye
09:02 Ji PKK’ê biryara dîrokî: Me xebat bi dawî kirin
09:01 ROJEVA 12'Ê GULANA 2025'AN
11/05/2025
17:18 Ji bo endamê TEV-DEM’ê Îke şîn hate danîn
17:08 CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn
16:59 Li Riha û Stenbolê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’