‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'

img

AMED - Endamê OHD'ê Diyar Çetedir diyar kir ku ji bo pêvajo bi pêş bikeve divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û bi civakê re hevdîtinê pêk bîne û got ku divê di mijara "mafê hêviyê" de demildest gav bên avêtin.

Gengeşeyên li ser pêvajoya piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 26 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, didomin. Yek ji gavên divê bên avêtin jî sererastkirinên qanûnî yên ji bo "mafê hêviyê" ne. 
 
Tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di sala 2014'an de jî dewlet 11 sal in tu gav neavêtiye û li gel vê li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek derdor ji bo vê bang dikin. 
 
 
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê parêzer Diyar Çetedir têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û “mafê hêviyê” axivî.
 
Çetedîr da xuyakirin ku hevdîtinên piştî pêwendiyeke mutleq a 4 sal û nîvan nayê wateya rakirina tecrîdê. Çetedir bal kişand ser binpêkirina biryara DMME'yê ya der barê 'mafê hêviyê' de û got: "Divê gengeşeyên di qanûnên Tirkiyeyê de 'mafê hêviyê' heye yan na' bi dawî bibin. Ji ber ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Ji ber vê alîgiriyê biryarên DMME'yê ji bo Tirkiyeyê mecbûrî ne. Her çend li vir nîqaş ew e ku li Tirkiyeyê der barê ‘mafê hêviyê’ de tu rêzikname tune be jî, ji ber ku Tirkiye partiyeke DMME’yê ye divê ev gengeşe neyê kirin."
 
Çetedîr di axaftina xwe de bilêv kir ku ji bo pêvajo bi pêş bikeve divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û bi civakê re hevdîtinê pêk bîne, sererastkirina qanûnî ya ji bo "mafê hêviyê" gaveke bivênevê ye.
 
‘DEMILDEST DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN'
 
Çetedir anî ziman ku divê mafên bingehîn û azadiyan bi pêvajoyan re neyên gengeşekirin û got: "Eger di encama pêvajoyekê de maf û azadiyên bingehîn bên nîqaşkirin, di mijara maf û azadiyên bingehîn de pirsgirêkeke cidî heye. Di mijara ku em dibêjin mafê hêviyê de, DMME'yê ji ber qedexekirina îşkenceyê di xala 3'yemîn a PMME'yê de biryara binpêkirinê da. Dirûşmeya wê ya bingehîn a vê desthilatê ev bû: ‘Êdî wê îşkence li vî welatî tunebe.’ Eger desthilateke ku vê îdiayê dike îro di heyameke diyarkirî de li ser ‘mafê hêviyê’ nîqaşan bike, ev yek nîşan dide ku vê desthilatê pratîkeke berovajî gotinên xwe kiriye. Ji bo vê jî pêwîst e ‘mafê hêviyê’ û pêvajoyê ji hev cuda bên nîqaşkirin.”
 
Çetedir destnîşan kir ku divê Tirkiye di çarçoveya "mafê hêviyê" de mekanîzmayên îdarî û dadwerî ava bike û got ku divê saziyên neteweyî û navneteweyî yên ji bo mafên mirovan têdikoşin jî di nava van mekanîzmayan de cih bigirin. Çetedir anî ziman ku pêkanînên piraniya qanûnên darazê yên li Tirkiyeyê ji hev cuda ne, taloqkirina serbestberdana piştî "Rêziknameya Navendên Çavdêrî û Tesnîfkirinê û Nirxandina Mehkûman" bi bîr xist. 
 
Çetedir ev tişt gotin: “Eger li Tirkiyeyê di mijara ‘mafê hêviyê’ de gavên îdarî an edlî bên avêtin, divê rêxistinên neteweyî û navneteweyî yên ji bo mafên bingehîn têdikoşin jî di mekanîzmaya ku bê avakirin de cih bigirin. Tevî ku ev maf bi ‘pêvajoya’ ya îro re ne eleqedar be jî, lê eger pêşketin çênebe, rayedarên îdarî û dadwerî dikarin di warê 'mafê hêviyê' de biryareke neqanûnî yan jî gavekê biavêjin. Ji bo pêşegirtina vê jî di warê neteweyî û anvneteweyî de têkoşîna mafan divê." 
 
Çetedir got: "Ji bo pêvajo bi tendirustî bimeşe, divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê misogerkirin û bi civakê re bibe yek. Madem di navbera rayedarên dewletê û birêz Ocalan de pêvajoyek dimeşe, nexwe divê derfet ji bo aliyekî ne sînordarkirî bin. Bi kurt û kurmancî ji bo birêz Ocalan karibe hevdîtinê bi rewşenbîr, siyasetmedaran û bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike, divê qadaek bê avakirin. Gava tiştekî wiha neyê kirin, dê prisgirêkên cidî rû bidin." 
 
Çetedir anî ziman ku ji bo pêvajo bi tendurist bimeşe bar dikeve ser milê hemû beşên civakê û di vê çarçoveyê de divê beriya her tiştî zimanê siyasetê biguhere. Çetedir destnîşan kir ku divê desthilat zimanê xwe yê ku ji bilî tirkperestiyê hemû nasnameyên din tune dihesibîne biguherîne. 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel 

Sernavên din

16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye NÛÇEYA LEZGÎN
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin