NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên ESP û SGDF’ê ragihandin ku ji bo girtina girtîgehên bi “tîpa bîrê” û ji bo berdana girtiyên nexweş dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan dikin.
Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo girtina girtîgehên ku weke “tîpa bîrê” pênase dikin û bi daxwaza “ji sosyalîstan re azadî”, dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan dikin. Li gorî nûçeya ETHA'yê; bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya ESP û SGDF’iyên girtî û hate gotin ku heman çalakî dê sibe saet di 11.00’ê de li avahiya ESP’ê ya Stenbolê bê destpêkirin.