STENBOL - Cenazeyê endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî nimêja li Mizgefta Barbaros Hayrettîn Paşayê, ji bo definkirinê birin Goristana Zîncîrlîkuyuyê.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder duh jiyana xwe ji dest da. Ji bo Onder, li Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) merasîm hate lidarxistin û piştre jî ji bo nimêja cenazeyê anîn Mizgefta Barbaros Hayrettîn Paşayê ya li navçeya Şîşliyê. Bî hezaran kes jî AKM’ê heta mizgeftê meşiyan.
DAYIKA ONDER LI SER DARBESTÊ GIRIYA
Bi hezaran kes li hewşa mizgeftê û derdora wê kom bûn. Gelek kesan nekarîn hêsirên çavên xwe bigirin û giriyan. Dayika Onder, Zelîha Onder jî demekî dirêj li ser darbesta kurê xwe giriya.
HEMÛ DERDORÊN SIYASÎ TEV LI BÛN
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Parlamenterên DEM Partiyê, Hevberdevkên HDK’ê Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû, siyasetmedar Ahmet Turk û Leyla Zana, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî, Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk, Başak Demîrtaş, Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, Wekîlê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Kemal Kiliçdaroglû, Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan, Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdullah Guler, gelek nûner û rêveberên partiyên siyasî tev li merasîma li Mizgefta Barbaros Hayrettîn Paşayê bûn.
HUNERMEND JÎ TEV LI MERASÎMÊ BÛN
Gelek hunermend jî beşdarî merasîma li mizgeftê bûn. Hevjîna Ahmet Kaya, Gultan Kaya, derhêner Yilmaz Erdogan, Îbrahîm Tatlises, Mahsûm Kirmizigul, dîroknas Îhsan Elîaçik û gelek lîstikvan, nivîskar, û rojnameger jî tev li merasîmê bûn.
Bi hezaran kesan di torena li mizgeftê de dirûşmên “Sirri Sureyya nemir e”, “Şehîd namirin”, “Soza me ya ji bo Sirri aştî ye” û “Qasidê aştiyê nemir e” berz kirin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel dema tev li merasîmê bûy, bi çepikan piştgiriyeke xurt hate dayin. Welatiyekî got “Yê li te xistî xayîn e” berz kir.
Li ser wesiyeta Sirri Sureyya Onder, nimêja cenazeyê Îhsan Elîaçik da kirin. Piştî nimêja cenazeyê, ji bo definkirina cenazeyê girse ber bi Goristana Zîncîrlîkuyuyê ve bi rê ket.