AMED- Komeleya Rojnamevanan a Dicle Fıratê (DFG) di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de rapora xwe ya meha Nîsanê ya binpêkirina mafan eşkere kir. Li gor raporê di meha Nîsanê de 3 rojnamevan hatine girtin û 171 hesabên medyaya dîjîtal jî hatine astengkirin.
Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firat’ê (DFG), bi wesîleya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê rapora binpêkirina mafên mirovan a meha Nîsanê eşkere kir.
DFG’ê, diyar kir ku li Tirkiyeyê 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê di nava hewrdoreke zextê de tê pêşwazîkirin û got ku li gorî endeksa RSF’ê Tirkiye di nava 180 welatan de di aliyê binpêkirina mafan de di rêza 159’an de cih digire.
DFG’ê, ragihand ku di çar mehên ewil ên sala 2025’an de 65 rojnamevan hatin binçavkirin û 25 rojnamevan hatin girtin. DFG’ê, da zanîn ku di meha Nîsanê de 8 rojnamevan hatin girtin, 6 rojnamevan bi giştî 9 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn û 13 rojnamevan jî hatin darizandin û bi giştî 36 rojnamevan di girtîgehê de ne.
DFG’ê, her wiha da zanîn ku 7 malper hatin girtin, 171 hesabên medyaya dîjîtal û 6 nûçe hatin astengkirin. DFG’ê got “Rojnamevanî ne sûc e” û xwest rojnamevanên girtî bên berdan.