ENQERE - Fîlozofê Brezîlî Freî Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan û got: “Ez, pêkvejiyana aştiyane ya gelên Tirk û Kurd, parvekirina wan a nan û jiyana xwe weke pêşketineke girîng a şaristaniyê dibînim.”
Nivîskar, aktîvîstê siyasî, fîlozof, teologê rizgariyê û keşeyê Domînîkan Carlos Alberto Libânio Christo, (Frei Betto) ji bo piştevaniya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re peyamek şand. Betto ku weke şêwirmendê nefermî yê Serokê Dewletê yê Brezîlyayê Lula da Silva jî tê zanîn, bi gotûbêjên xwe yên bi Fidel Castro re jî tê naskirin.
'EZ PIŞTGIRIYÊ DIDIM PÊVAJOYÊ’
Peyama Betto ya ji DEM Partiyê re hatiye şandin û li ser hesaba X’ê ya partiyê hatiye parvekirin wiha ye: “Ez, piştgiriya xwe ya bêşert a ji bo pêvajoya aştî û demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê tînim ziman! Pêkvejiyana aştiyane ya gelên Tirk û Kurd, parvekirina wan a nan û jiyana xwe weke pêşketineke girîng a şaristaniyê dibînim. Netew, etnîk, ziman û çandên me; li vî cihê em jê re dibêjin dinya ku ‘mala hevpar e’ û hewceye em hemû bi xwişk û biratî lê bijîn, nîşaneya curbicurî û dewlemendiya mirovahiyê ye. Bijî demokrasî! Bimre emperyalîzm!”