NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê ragihand ku tevî biryara wan a agirbestê jî dewleta tirk êrişên bi çekên kîmyewî didomîne û 2 endamên wan jiyana xwe ji dest dane.
Tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî êrişên dewleta tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in.
Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk di van êrişan de çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexe bi kr tîne. HPG’ê da zanîn ku dewleta tirk di 11’ê Nîsanê de li dijî tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê çekên kîmyewî bi kar aniye û di van êrişan de 2 endamên wan jiyana xwe ji dest dane. HPG’ê da zanîn ku dê nasnameyên endamên xwe di rojên pêş de aşkera bikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta tirk di 24 û 26’ê Nîsanê de jî 2 caran bi teqemeniyên qedexe êrişî tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kiriye û di 24 û 25’ê Nîsanê de jî 2 caran bi balafirên şer êrişî Qada Berxwedanê ya Girê Baharê kiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta tirk di nava 3 rojan de bi obus, top û çekên giran bi giştî hezar û 164 êriş li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê pêk aniye.