MERSÎN - Zeyit Şener ê ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hate kirin, bi buhayê 680 milyon TL'yî mal û milkên aîdî şaredariyê xist ber firotinê.
Zeyit Şener ê ku di 13 'ê Çileyê de weke qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê ya Mersînê hat kirin, mal û milken şaredariyê xist ber firotinê. Li taxên Mesûdiye, Nûsratî û Yakayê 5 malên ku buhayê wan 680 milyon TL ye, derxist îhaleyê. Ji bo firotina qada ku 27 hezar 477 metreçargoşeyî, wê di 16 'ê Nîsanê de li Salona Meclîsa Şaredariya Akdenîzê îhale bê kirin.
Mal û milkên xistin ber firotinê evi n;
* Taxa Nûsratiye Ada 61, Parsela Hejmar 206: 375 milyon TL
* Taxa Mesûdiya Ada 909, Parsela Hejmar 4: 170 milyon TL
* Taxa Nûsratiye Ada 10214, Parsela Hejmar 2: 50 milyon TL
* Taxa Yaka Ada 137, Parsela Hejmar 9: 45 milyon TL
* Taxa Yaka Ada 9524, Parsela Hejmar 6: 40 milyon TL