Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin

  • rojane
  • 11:32 7 Nîsan 2025
  • |

ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî têkildarî pêvajoyê bang li îktîdarê re kir û got: “Dev ji mijûlkirinê berdin. Cidî bin, rast bin û gavên li gorî daxwaza gel biavêjin. Meclis amade ye ku li ser zemîna lihevkirinê bicive.” 

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. Temellî, diyar kir ku krîzeke aborî ya kûrewî heye û her ku diçe kûr dibe. Temellî, anî ziman ku li seranserî cîhanê ji bo şer amadekarî hene û li ber Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ne. Temellî, got ku ev geşedan bandoreke neyînî li ser aboriyê dikin. Temellî, diyar kir ku krîzên aborî herî zêde bandorê li welatên weke Tirkiyeyê ku aboriya wan zeîf dike. Temellî, bertek nîşanî daneyên TUÎK’ê da û got ku ne enflasyon dikeve ne jî bêkarî û xizanî kêm dibe. 
 
Temellî, got ku daneyên TUÎK’ê û yên ÎTO û ENAG’ê hev nagirin ku rewşa li sûk û bazaran jî vê rastiyê radixe ber çavan. Temellî, da zanîn ku bernameya dezeflasyonê bi ser neketiye û enflasyona neketiye. Temellî, cotkar hişyar kir û got: “Karesat nêz e, tevdîrên xwe bigirin.”
 
‘SIYASET JÎ KRÎZÊ DIJÎ’
 
Bi domdarî Temellî diyar kir ku mîna aboriyê siyaset jî di krîzê de ye û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku li welatekî krîza siyasî çiqasî kûr be ewqas bandorê li aboriyê jî dike û rê li ber krîza aborî vedike. Berevajî vê jî rast e. Gelek sedemên van krîzan hene lê ya herî girîng, mijara azadiya siyasî ye. Li Tirkiyeyê azadiya siyasî tune ye. Li cihê ku azadiya siyasî tune be, ne pêkane mirov qala parasetina mafan bike. Di meha Adarê de di mijara binpêkirinên mafan de rekoreke nû hate destpêkirin. Dema em li girtin, binçavkirin, îşkence, miameleya xerab û hwd. dinêrin, em di rewşeke kambax de ne. Mîna aboriyê, rewşa daraz û siyaseta me jî kambax e.” 
 
EV PIRSGIRÊK DÊ ÇARESER BIBIN?
 
Di berdewamê de Temellî bi lêv kir ku tekane rêya çareseriya van pirsgirêkan, lihevkirina bi feraseta demokratîk re ye û got: “Pêdiviya me bi zemîna lihevkirina demokratîk heye. Ev bang di 27’ê Sibatê de ji Îmraliyê hat. Ev têgeha di banga birêz Ocalan de, bi rastî jî dê ji bo pêvajoya siyasî ya pêşiya me bi rêber. Divê em bi hev re piştgiriyê bidin vê meseleya lihevkirina demokratîk. Lê îktîdar dev ji piştgiriyê berde, hewl dide lihevkirina bajar weke sûc nîşan bide. 
 
ROLA MECLISÊ
 
Îktîdar ji 27’ê Sibatê heta niha xwe kerr û lal kiriye û xwe nalivîne. Tu gavan naavêje. Her tim heman gotina ‘bila PKK kongreyê li dar bixe û çekan berde.’ Erê baş e dê kongreyê çawa li dar bixe? Ji bo ewlehiya wê kongreyê, ji bo tevlibûna birêz Ocalan a wê kongreyê û hwd. tu gav nayên avêtin. Tenê qala berdana çekan dikin. Ma dê çawa çekan danin? Lewma êdî her kes pê dizane ku ev meseleya berdana çekan, di esasê xwe de hewldana mijûlkirinê ye. Dev ji vê mijûlkirinê berdin. Cidî bin, rast bin û li gorî daxwaza gel ji bo aştiyê gavan biavêjin. Ji bo civaka demokratîk çi hewce be, Meclis di wê mijarê de amade ye. Meclis amade ye ku ji bo zemîna lihevkirinê bicive. Amade ye komîsyonan ava bike û muzakereyan pêş bixe. Partiya me, şandeya me heta niha xebatên xwe kirin û dê bidomîne.” 
 
‘EM BI REWŞEKÎ RAWESTANDINÊ RE RÛ BI RÛ NE’ 
 
Temellî, piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Rojnamegeran, gotina Erdogan a “Pêvajo li gorî plansazî û daxwaza me pêş dikeve” bi bîr xistin û pirsa “Pêvajo ber bi kîjan qonaxê ve pêş dikeve?” kirin. Temellî, wiha bersiv da: “Min daxuyaniyên serokkomar şopand. Tenê bi van gotinan re bisînor ma. Heke bi rastî jî tiştekî wiha hebe, wê demê bila bi me re û bi raya giştî re parve bikin. Dê em bizanin ka çi gav tên avêtin. Lê li holê tu gav nînin lewma xitimî ye, an jî rewşekî bêbizav heye. Em niha bi rewşekî sekinî re rû bi rû ne. Lewma jî her kes li bendê ye ku gav bên avêtin. Weke me got, gavên divê bên avêtin diyar in.” 
 
 

Sernavên din

15:34 Li Qoserê bang li dewletê kirin: Gavên pratîk biavêjin
15:33 Halîde Turkoglu: Em ê pêvajoyê ji însafa hikûmetê re nehêlin
15:21 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Akay banga berdanê kir
14:50 Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:33 Artêşa Îsraîlê konê rojnamegeran bombebaran kir
14:29 Baroya Amedê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafê parastinê bidome
13:41 Iraq: Milîsên ku Îran piştgiriyê dide ji çekberdanê re amade ne
13:21 Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e
13:05 Êrişên ser Xezeyê didomin: 44 kes hatin qetilkirin
12:58 Îmamoglû ji bo Polat bertek nîşan da: Sedema vê nefretê çi ye?
12:53 Boykota li YTU’yê didome
12:26 Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
12:05 Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû
11:32 Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin
11:30 Daxwaza jinûvedarizandinê ya Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin
10:47 Şara tê Tirkiyeyê
10:47 Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
10:46 Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê
10:08 Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:08 Norçîn bi rengên biharê xemilî
09:02 Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
09:01 Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
06/04/2025
16:38 Li Şirnexê çalakiya Adarokê hat lidarxistin
16:34 Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
16:26 Çalakiya 4’ê Nîsanê: Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike
15:30 Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê
14:45 Bîlançoya erdhejên Myanmarê her ku diçe girantir dibe
14:33 DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da
14:21 Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da
13:48 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
13:44 Polîsên rejîma Îranê îşkence li nivîskara jin kirin
13:21 Şerîfe Mihemedî ev 3 meh in nikare bi girtiyên din re danûstandinan bike
12:53 Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne
12:20 Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin
12:09 Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e
11:13 ‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’
10:29 Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome
10:09 JINNEWS: Di Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Hejmara 110’emîn a kovara Jinê derket
09:58 Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e
09:38 Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû
09:22 Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN
05/04/2025
16:04 Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin
15:55 Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Erdem, Kocaturk û Fîlîz banga serbestberdanê
14:50 Rojnameger Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
14:00 Dayikên Şemiyê bang li Erdogan kir: Berpirsyariya xwe bîne cih
13:58 Xizmên windayan: Ji bo aştiya civakî divê paşeroj bê rûhevkirin
13:11 Ciwanên enternasyonal ên meşiyan Amarayê: Ocalan rê li ber me vedike
12:50 Dozgeriyê îdîanameya Umît Ozdag amade kir
12:48 Maşîna karkeran li hev qelibî: 20 kes birîndar bû
12:42 Li Stenbolê mij
12:34 Li Xezayê êrîşa Îsraîlê: 11 Filistînî hatin kuştin
12:31 Rapora meha Adarê ya MKG'ê: Herî kêm 54 binpêkirinên mafan
12:01 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
12:00 Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' wê li Romayê bê nîqaşkirin
10:23 Wezaret: Li Stenbolê 455 kîlo tiryak hate desteserkirin
10:21 Şahînoz: Maliyeta 'Bûyera 19 'ê Adarê' wê mîna krîza sala 2001'ê be
09:49 Rojnameger Oznur Deger qala girtîgeha ku lê dimîne kir: Navenda zexta psîkolojîk
09:05 Pîrozbahiyên 4 'ê Nîsanê: Eger Ocalan azad bibe, civak jî wê azad bibe
09:03 Li Herêma Federal a Kurdistanê 6 meh in hikûmet nehatiye avakirin
09:00 ROJEVA 5 'Ê NÎSANA 2025
04/04/2025
19:20 Di rojbûna Abdullah Ocalan de dar hatin çandin
16:59 Li Wanê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
15:51 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbû hat pîrozkirin
15:35 Ji bo Taş ê ku jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn
12:37 Li Egeyê bota koçberan noq bû: 9 kes mirin
12:21 Bi deh hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan: Divê dewlet gav bavêje
11:47 Sozdar Avesta: Bi gotinê nabe, pratîk divê
10:49 Festîvala 4'ê Nîsanê di roja 2'yemîn de didome
10:07 Kurd Archive dê arşîva 30 salan a televîzyonên kurdî biweşîne
09:42 ‘Rojnamevan ji ber rastiya li qadê radigihînin dibin hedef'
09:13 Dozger xwest ji ber strana 'Şervano' ceza lê bê birîn
09:06 Ji bo 32 bajaran hişyariya baranê
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2025'AN
03/04/2025
16:55 HDK'ê bertek nîşanî binçavkirinên ji ber ‘boykotê’ da
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê hesab ji kiryarên komkujiyên li dijî elewiyan bê pirsîn
15:11 Li Xelfetiyê Festîvala 4'ê Nîsanê
13:11 Tarik Taş hat veşartin
12:28 Meşvanên Amarayê Mûstafa Dag bibîr anîn
12:11 Li Xelfetiyê coşa festîvalê zû dest pê kir
11:43 Meşa ciwanan di roja 3'yemîn de ye: 33 rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn
11:15 Sabîha Aslan a ku piştî 6 salan çû Îmraliyê: Tenduristiya wan û moralê wan baş bû
10:05 20 meh cezayê qedxekirina 'hevdîtinê' li girtiyan hat birîn
09:38 Ayşe Çelîkbîlek: Divê 'Mafê Hêviyê' pêk bê
09:11 Li quntarên Çiyayê Cîloyê dîmenên mizgîniya biharê
09:07 Li Colemêrgê li madenê cinayet
09:03 Li Stenbolê 16 kes hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2025'AN
02/04/2025
16:46 Ji bo Werîşe Muradî kampanyaya hastagê
16:17 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bîranîn
16:12 Rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
15:45 Ciwan bi coş hatin pêşwazîkirin: Roja li Amarayê hilat li Îmraliyê bilind dibe
15:16 160 malbat ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
15:01 Serokkomarê Iraqê Reşîd û Bafil Talabanî civiyan
14:39 Îsraîlê ji bejahiyê ve dest bi êrişan kir: 16 filistînî hatin qetilkirin
14:11 YE’yê civînên bi Tirkiyeyê re betal kirin
14:07 Ji malbatên 5 YBŞ'iyên hatin desteserkirin çalakî