ŞIRNEX - Li Gundikê Melê çalakiya Adarokê ku xwedî kevneşopiyeke 350 salî ye, hat lidarxistin.
Şaredariya Gundikê Melê ya Şirnexê ya DEM Partiyî çalakiya Adarokê ku sembola hatine biharê ye û 350 sal in tê pîrozkirin, li dar xist. Çalakî, li Herêma Bestayê hate lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên DBP’ê yên bajar û navçeyan û bi sedan welatî tev li bûn.
Ji bajarên derdorê jî gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di qazanên mezin de xwarin hate çêkirin, lîstikên keveneşop hatin lîstin û sihbet hatin kirin. Herî dawî jî zarokan bafirok firandin û çalakî bi dawî bû.