NAVENDA NÛÇEYAN - HRW’ê diyar kir ku gefa paşveşandina Nêrgiz Mihemedî ya li girtîgehê tê xwarin û rewşa tenduristiyê ya Zeynep Celaliyan û Werîşe Mûradî jî her ku diçe xerab dibe.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch) der barê girtiyên siyasî Werîşe Mûradî, Zeyneb Celaliyan û Nêrgiz Mihemedî de raporek belav kir. Li gorî raporê; desthilatdara Îranê gef li Nêrgiz Mihemedî dixwe ku carek din vegerîne girtîgeha Evînê. Rêxistinê bang li desthilata Îranê kir ku bê şert û merc Nêrgiz Mihemedî berdin.
Rêxistinê, di rapora xwe de got: “Nêrgiz Mihemedî di vê dema xwe ya kurt a dervey girtîgehê de, dema xwe ji bo karê xwe bikaraniye û balkêşaye ser rewşa xirab ya mafên mirovan ya li Îranê. Ji ber ku Nêrgiz çalakvanek mafê mirovane, hatiye girtin û di nava 3 salê borî de dadgehên Îranê gelek caran dosyayên nû dijî wê bikaranîne.”
Bi domdarî di raporê de behsa rewşa girtiyên siyasî Zeyneb Celaliyan, Werîşe Mûradî, Fatîme Spêhrî, Rehle Rehmî Pur, Mutelîb Ehmedyan û Mehweş Sabit kir. Rêxistinê bang li qada navneteweyîkir ku Îranê der barê binpêkirinên mafên mirovan û jinan de bixe ber lêpirsînê.
PEXŞAN EZÎZÎ
Rojnameger û aktîsta Kurd Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de hate binçavkirin. Di 11’ê Mijdarê de bi îdiaya “Li dijî hikûmeta Îranê çalakiya çekdarî li dar xistiye” hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê di 23’yê Tîrmeha 2024’an de cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birîn. Biryar, di 8’ê Çileya 2025’an de ji hêla Dadgeha Bilind a Îranê ve hate erêkirin.
WERÎŞE MÛRADÎ
Werîşe Mûradî, di 1’ê Tebaxa 2023’yan de li nêzî bajarê Sineyê ji hêla Mihafizên Şoreşa Îranê ve hate binçavkirin. Daraza Îranê di rûniştinên 16’ê Hezîranê û 4’ê Tîrmeha 2024’an de cezayê darvekirinê da Werîşe Mûradî. Parêzerên Werîşe Mûradî diyar kirin ku pêvajoya darazê bilezûbez hatiye temamkirin û gelek bêusûlî tê de hene.
ŞERÎFE MIHEMEDÎ
Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hinceta “Propagandaya li dijî dewletê” hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirabkirin.
NÊRGIZ MIHEMEDÎ
Çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî ku xelata aştiyê ya Nobelê wergirt, temenê wê 52 sal e û di nava 20 salên borî de zêdetirî 10 salên xwe di girtîgehan de derbas kiriye. Nêrgiz Mihemedî, di Mijdara sala 2021’an de di Girtîgeha Evînê de û di Hezîrana sala borî de jî bi tometa “Propagandaya li dijî dewletê” saleke din ceza lê hate birîn. Di dema borî de hate emelyatkirin û ji bo 3 heftiyan bi şert hatibû berdan.