ENQERE - DEM Partiyê Cejna Ekîtoyê ya gelên Asur û Suryanan ku weke mizgîniya hatina biharê tê qebûlkirin, pîroz kir.
Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Yuksel Mutlu, bi boneya Cejna Ekîtoyê ku weke mizgîniya hatina biharê ji hêla gelên Asur û Suryanan ve tê pîrozkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Cejna Ekîtoyê cara 6 hezar û 775’emîn e tê pîrozkirin û wiha hate gotin: “Cejna Ekîtoyê ya gelên me yên Asur û Suryanan pîroz be ku di dîrokê de rastî gelek komkujiyan hatine lê tevî vê jî xwedî li bawerî, nasname û çanda xwe derketine. Cejna Ekîtoyê ku îsal hemawextî Cejna Remezanê hat, li hemû gel û bweriyan pîroz be û bila bibe wesîleya aştî û xwişk-biratiyê. Ji ber şer û pevçûn li Rojhilata Navîn, nifûsa gelên Asur û Suryan a li welatên Tirkiye, Iraq, Sûriye û Lubnanê kêm bûye lê dîsa jî hem li welatê xwe hem jî li derveyî welat Cejna Ekîtoyê pîroz dikin.
Dê têkoşîna me ya ji bo parastina hemû ziman, çand û baweriyan bidome. Em careke din Cejna Ekîtoyê pîroz dikin û hêvî dikin ji bo hemû mirovahiyê bibe wesîleya aştî û azadiyê.”