NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya arîfeya cejnê serdana kesên di têkoşîna azadiyê û pêvajoya pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin.
Bi boneya arîfeya cejnê serdana kesên di têkoşîna azadiyê û pêvajoya pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin.
ÎZMÎR
Bi boneya Cejna Remezanê li Îzmîrê di pêşengiya Komeleya Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anadoluyê (ANYAKAYDER) de gorên kesên ku di pêvajoya pevçûnî de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin.
Dayika Aştiyê Peyruze Kurt di bîranînên ku li goristanên Ornekkoy, Işikkent, Dogançay û Bornova ya Şaredariya Bornova hatin lidarxistin de axivî diyar kir ku ew kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û got: "Heta ku em bigihîjin azadî û aştiyê em ê têkoşîna wan bidomînin. Di vê meha Remezanê de daxwaza me rawestina xwînê û şer e."
Hevseroka ANYAKAYDER'ê Bedîa Guzelyuzê jî got: "Eger em karibin piçekî bi rihetî pêl erdê bikin, ew jî saya wan e. Em soz didin ku em ê bi dilsozî di rêya wan de bimeşin."
Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk li ser gora Denîz Poyraz a li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê hat qetilkirin axivî û got: "Denîz yek ji rêhevalên me ye ku di têkoşîna aştî û wekheviyê ya gelan de di êrişa hovane de hat qetilkirin. Ez di şexê Denîzê de nirxên me yên nemir bi rêzdarî bibîr tînim. Miheqeq wê encama bedêla ku wan daye aştî û wekheviya gelan be."
EDENE
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAYDER) li gpristanên Kuçukoba, Asri, Buruk, Akkapi, Ceyhan Asri û Mutlûyê gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin.
Di serdana goristanan de deqeyek rêz hat girtin û timî dirûşmeya "Şehîd Namirin" hat berzkirin. Di axaftinên di serdanê de hatin kirin de; soza berdewamkirina têkoşîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hat dayîn.
Di serdanê de gora rojnameger Kadrî Bagdu, Volkan Eryigît û Metîn Alataş jî hatin ziyaretkirin.
MÊRSÎN
Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Kesên Xizmên Xwe Winda Kirin re ya Çukurovayê (ÇUKAY-DER) bi boneya Cejna Remezanê li Goristana Guneykentê ya navçeya Toroslarê kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Di serdana goristanê de Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca axivî û diyar kir ku ew kesên jiyana xwe ji dest dane bi minetdarî bi bîr tînin û soza têkoşînê didin.