WAN - Berdana Kadîr Aydemîr ê di Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê de girtî, cara 3'yan hat taloqkirin.
Berdana Kadîr Aydemîr ê di Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê de girtî, bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê cara 3'yan bi hinceta "tevgera nebaş" û "nepoşmanîtiyê" hat taloqkirin. Berdana Aydemîr ê ku nêzî 13 sal in girtî ye ewilî di 26'ê Adara 2024'an de 6 mehan hat taloqkirin. Lijneyê di 26'ê Îlona 2024'an de bi heman hincetan careke din berdana Aydemîr 6 mehan taloqkirin. Herî dawî Aydemîr di 27'ê Adarê de çû lijneyê û bi hemna hincetan berdana wî 6 mehên din hat taloqkirin.
Mehmet Aydemîr bertek nîşanî neberdana birayê xwe da û got: "Di dîrokê de tiştên wiha nehatine kirin. Dê Kadîr Aydemîr tu carî çok daneyne. Dê bêedaletiya we roj bê were we jî bibine."