ŞIRNEX - Jinên ku berhemên li gund diçînin tînin bazarê difiroşin, anîn ziman ku qezenca wan têra pêdiviyên wan ên rojane nakin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê jinên ku berên xwe yên wekî şîr, mast û zebzeyên xwe li hala zebzeyan difiroşin, her roj danê sibehê zû ji gund tên navenda navçeyê û hewl didin debara xwe bikin. Lê jin ji ber krîza aborî nikarin pêdiviyên xwe yên rojane jî dbaîn bikin.
Hacer Temîz a ku berên xwe tîne bazarê û difiroşe got: "Ez van beran li baxçeyê xwe datînim. Li wir difiroşim, lê tişta bi dest em dikeve têr nake. Bi pereyê qezenc dikim herî zêde dikarim du kîlo firîngî bikirim."
Emîne Acar a ji gundê Spîndarokê tê bazara Cizîrê got: "Hema bêje ez her roj têm bazarê. Em van beran hemûyan li baxçeyê xwe datînin. Em pîvaz, roqe, nane û pincarê difiroşin. Qezenca me têra me nake."
Fatma Kiran jî got ku qezenca wan têra wan nake û nikarin debara xwe bikin.