KIRŞEHÎR - Welatiyên Kirşehîrî ku piştî salên dûr û dirêj Newroz pîroz kirin, wiha gotin: “Em bi banga aştiyê ya Rêbertiyê re ne. Me Newroza xwe bi hêviya aştiyê pîroz kir.”
Newroza îsal li gelek navendan bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” hate pîrozkirin. Yek ji wan navendan jî Kirşehîr bû ku piştî 10 salan Newroz lê hate pîrozkirin. Tevî hemû hewldanên astengkirinê jî li Kirşehîrê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Siyasetmedarên tev li Newrozê bûn, ji ajansa me re axivîn.
'EM BI BANGÊ RE NE’
Hevseroka DEM Partiyê ya Kirşehîrê ya berê Demet Resûloglû diyar kir ku piştî demeke dirêj cara ewil e Newroz tê pîrozkirin û got: “Walîtiyê hewl da asteng bike. Lewma em neçar man ku li cihekî dûrî bajar pîroz bikin. Me bi hêviya aştiyê pîroz kir. Gelê me her tim bi banga aştiyê ya Rêbertiyê re ye. Em ê aştî û demokrasiyê bînin vî welatî. Gelê Kurd salên pir berê sirgunê vê derê hate kirin lê nasnameya xwe parast. Malbatên me yên ku malên wan hatin şewitandin û hatin vê derê, bi coşa Newrozê bi me re ne. Banga aştiyê ji bo me, ji bo gelên Tirkiyeyê gelek girîng e.”
'TECRÎD BANDOREKE NEYÎNÎ LI SER HÊVIYA AŞTIYÊ DIKE’
Demet Resûloglû, anî ziman ku tecrîda heyî bandoreke neyînî li ser hêviya aştiyê dike û wiha domand: “Li bajarekî mîna Kirşehîrê ku 250 hezar nifûsa wê heye, girtîgehên bi Tîpa Y, S û E’yê hene. Li tevahiya girtîgehan jinên girtî hene ku dixwazin wan bêden bikin. Girtiyên ku piştî 30 salan poşmantî lê tê ferzkirin hene. Darazeke bi ser darazê re heye. Lê dîsa jî me hêviya xwe ya ji bo aştiyê wina nekir. Tecrîda li ser birêz Ocalan ranebûye. Em dixwazin tecrîd were rakirin. Divê hevdîtinên aştiyê tavilê derbasî zemîneke siyasî bikin û li Meclisê qanûnî bibe. Em vê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê daxwaz dikin. Bi taybet jî pêşengtiya jinên Kurd a di têkoşînê de hêjayî pîrozkirinê ye. Hêvîdarim ev Newroz ji bo Kirşehîrê, hemû dinyayê, hemû gelan, gelê Kurd û Rojhilata Navîn bibe wesîleya aştiyê.”
'EM BI HÊVIYEKE MEZIN LI BENDA AŞTIYÊ NE’
Hevseroka HDP’a Kirşehîrê ya berê Yuksel Han jî wiha got: “Em bihêvî ne, me hêviya xwe winda nekir. Hêvîdarim ev serdem veguhere aştiyê û em bi hev re rojên xweş bibînin. Jin, zarok û ciwan bi hêviyeke mezin li benda aştiyê ne.”
Selma Çal a beşdarî Newrozê bûbû jî ev tişt anî ziman: “Bi salan piştre cara ewil e li Kirşehîrê Newroz hate pîrozkirin. Hêvîdarim ji vir û şûnde êdî Newroz pir xweşiktir û bi girseyîtir bên pîrozkirin. Hêvîdarim aştî bê hemû dinyayê.”