NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Baroya Îzmîrê yê berê Ozkan Yucel jî di nav de 10 parêzer di bin çavan de ne.
Di serdegirtinên malan ên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê de gelek parêzer hatin binçavkirin. Hinek parêzer, dema dixwestin bi miwekîlên xwe yên ji ber çalakiyên protestoyî yên ji bo Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatin lidarxistin hatin binçavkirin re hevdîtinê bikin, li emniyetê hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku niha 10 parêzer di bin çavan de ne.
Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî mijarê daxuyanî da. OHD’ê, da zanîn ku di çalakiyên protestoyî yên Stenbolê de polîsan îşkence li çalakvanan kirine û hempîşeyên wan jî di nav de bi sedan kes hatine binçavkirin.
OHD’ê da zanîn ku Serokê Baroya Îzmîrê yê berê parêzer Ozkan Yucel jî di nav de li Îzmîrê 7 parêzer, li Stenbolê 2 û li Enqereyê jî parêzerek li emniyetê yan jî di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. OHD’ê got ku parêzer misogeriya parastina mafên welatiyan e û ew bêdengkirina parastinê qebûl nakin. OHD’ê xwest parêzer tavilê bên berdan.
PARÊZERÊN BINÇAVKIRÎ
Navên 9 parêzerên binçavkirî ev in: “Mert Batur, Ozkan Yucel, Orhan Kîper, Omer Can Seyman, Sedef Pinar Uzbag, Goksel Akbaba, Selen Dendeş, Semra Demîr û Denîz Demîrdogen.”