Oya Yildirim: Divê em jiyaneke demokratîk ava bikin

img

MÛŞ - Endama Komeleya Alimên Olê ya Mûşê Oya Yildirim HTŞ ji bo Elewî û baweriyên din ên li Sûriyeyê xetereye û got: “Li dijî polîtîkayên înkar û redkirinê yên li Rojhilata Navîn, divê her kes li dora Îslama Demokratîk bicive.”

Piştî hilweşîna rejîma Esad û Heyet Tahrîr el Şam (HTŞ) li Sûriyeyê bûye îktîdar, êrişên ser Elewiyan û baweriyên cuda didomin. Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di encama êrişên hêzên girêdayî HTŞ’ê yên ji 6’ê Adarê heta niha de li Laziqiye û Tartusê zarok û jin jî di nav de 745 Elewî hatin qetilkirin. Ji ber êirşan bi sedan malbat neçar man ku ji herêmê koç bikin. Cihên hatine valakirin jî hatin talankirin. 
 
Endama Komeleya Alimên Olî ya Mûşê Oya Yildirim têkildarî êrişan û xetereyên li herêmê axivî. 
 
BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYÊ DA
 
Oya Yildirim, anî ziman ku li ser Elewî û baweriyên din ên li Sûriyeyê xetere heye û got: “Mafê derdorên cuda heye ku bi azadî bijîn. Ev êriş ne tenê li ser Elewiyan e, li ser tevahiya gel û neteweyên din jî polîtîkayeke tirsandin, bêzarkirin û dîktayê ye. Ev polîtîkayên zextker û Îslam hevdu nagirin. Em van êriş û komkujiyên di bin navê olê de tên kirin qebûl nakin.” 
 
Bi domdarî Oya Yildirim anî ziman ku êrişên HTŞ’ê dişibin êrişên DAIŞ’ê yên di navbera 2014-2015’an de û wiha pê de çû: “DAIŞ’ê jinên Êzidî dîl girt, mirov qetil dikir. HTŞ jî jinan tune dihesibîne û êrişî Elewiyan dike. Heta ku bêdengiya li dijî van êrişan bidome, dê ev êriş berdewam bin. Dê berdewamiya wan hêj xerabtir be. Divê kesek li dijî vê bêdeng nebe. Her kesên ji xwe re dibêjin mirov divê bi dengekî xurt li dijî van êrişan derkeve.” 
 
TÊKILIYÊN HTŞ-TIRKIYEYÊ
 
Di berdewamê de Oya Yildirim bal kişand ser têkiliyên Tirkiye û HTŞ’ê û ev tişt anî ziman: “Raste rast nebe jî berpiryartiya Tirkiyeyê jî di van êrişan de heye. Gelek caran bi HTŞ’ê re hevdîtinan dikin. Agahiya Tirkiyeyê teqez ji komkujiyan heye. Nekarî pêşiya ewqas komkujiyan bigire, qet nebe bila pêşiya yên ji vir û şûnde bigire. Li dijî komkujî û mirinan em her tim bi aştiyê re bûn û dê wisa be jî. Ji bo welêt, pêdivî bi aştiya civakî û civaka demokratîk heye. Bendewariya me ya ji Tirkiyeyê ew e ku bi awayekî aştiyane nêzî rewşa navxweyî ya Sûriyeyê bibe.” 
 
BAL KIŞAND SER ÎSLAMA DEMOKRATÎK
 
Oya Yildirim, destnîşan kir ku êriş, komkujî û siyaseta di salên dawî de bi navê Îslamê tên kirin tu eleqeya xwe bi Îslamê re nîne û got: “Li dijî feraseta Îslama heyî, li dijî polîtîkayên înkar û redkirinê yên li Rojhilata Navîn, divê her kes li dora Îslama Demokratîk bicive ku gel bikarin azad û wekhev bijîn. Em van polîtîkayên qirêjî yên di bin navê olê de tên kirin nas nakin. Divê mirovahî bibe yek û pêşî li qirkirinan bigire. Ev jî tenê bi wê pêkan e ku li dora Îslama demokratîk bicivin. Banga min ji bo her kesî ye; werin em bi hev re civaka demokratîk û azad ava bikin. Em aştiyê bînin hemû cîhanê. Birêz Ocalan bi banga xwe nîşanî hemû cîhanê da ku aştiyê dixwaze. Divê dewlet demildest gavên pêwîst biavêje. Em piştgiriyê didin pêvajoya birêz Ocalan daye destpêkirin. Di serî de Kurdistan ev pêvajo dê ji bo hemû gelan bi xwe re aştî û jiyaneke azad bîne.” 
 
MA / Mazlum Engîndenîz
 

Sernavên din

08/04/2025
15:54 ÎHD’ê ji girtîgehan re daxwaznameya ‘pere’ şand
15:47 Girtiyên li Îranê: Darvekirin zêde bûne
14:54 Bakirhan: Şandeya me dê vê hefteyê bi Erdogan re hevdîtinê bike
14:05 Li Xezayê rojnamevanê ku birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
14:01 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
14:00 Jinan lêgerîna tazî ya wezîr înkar dike vegotin
13:28 Rewşa girtiyê nexweş Akay ji Wezareta Dadê hate pirsîn
13:13 Di Adarê de herî kêm 145 karker di cînayetên kar de mirin
12:42 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ bikeve rojevê
11:35 Ji bo xwendekarên girtî daxwaza ‘qedexeya siyasî’
11:05 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Îdianameya Rahîme Karvarê: Bazirganiya fihûş û tiryakê ne hêjayî nûçeyê ne
10:38 Şahid got ku bersûc nas nake!
10:33 Wezaret bi hinceta 'belgeyên winda' biryara bultena sor bi cih nayne
09:57 Qeyûm gelek zarok ji kreşê avêt
09:48 Ciwanên HDK’î: Ji bo bang civakî bibe em ê pêşengtiyê bikin
09:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo Werîşê Mûradî bang kir
09:00 ROJEVA 8’Ê NÎSANA 2025’AN
07/04/2025
22:22 Dê Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê û Erdogan vê hefteyê hevdîtinê bikin
20:31 Malikî: Eger hilbijartin neyê kirin wê Iraq hilweşe
20:14 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:03 Jinan rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
19:55 Li Iraqê bi sedan zarokî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn
16:36 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:34 Li Qoserê bang li dewletê kirin: Gavên pratîk biavêjin
15:33 Halîde Turkoglu: Em ê pêvajoyê ji însafa hikûmetê re nehêlin
15:21 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Akay banga berdanê kir
14:50 Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:33 Artêşa Îsraîlê konê rojnamegeran bombebaran kir
14:29 Baroya Amedê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafê parastinê bidome
13:41 Iraq: Milîsên ku Îran piştgiriyê dide ji çekberdanê re amade ne
13:21 Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e
13:05 Êrişên ser Xezeyê didomin: 44 kes hatin qetilkirin
12:58 Îmamoglû ji bo Polat bertek nîşan da: Sedema vê nefretê çi ye?
12:53 Boykota li YTU’yê didome
12:26 Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
12:05 Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû
11:32 Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin
11:30 Daxwaza jinûvedarizandinê ya Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin
10:47 Şara tê Tirkiyeyê
10:47 Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
10:46 Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê
10:08 Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:08 Norçîn bi rengên biharê xemilî
09:02 Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
09:01 Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
06/04/2025
16:38 Li Şirnexê çalakiya Adarokê hat lidarxistin
16:34 Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
16:26 Çalakiya 4’ê Nîsanê: Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike
15:30 Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê
14:45 Bîlançoya erdhejên Myanmarê her ku diçe girantir dibe
14:33 DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da
14:21 Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da
13:48 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
13:44 Polîsên rejîma Îranê îşkence li nivîskara jin kirin
13:21 Şerîfe Mihemedî ev 3 meh in nikare bi girtiyên din re danûstandinan bike
12:53 Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne
12:20 Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin
12:09 Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e
11:13 ‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’
10:29 Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome
10:09 JINNEWS: Di Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Hejmara 110’emîn a kovara Jinê derket
09:58 Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e
09:38 Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû
09:22 Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN
05/04/2025
16:04 Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin
15:55 Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Erdem, Kocaturk û Fîlîz banga serbestberdanê
14:50 Rojnameger Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
14:00 Dayikên Şemiyê bang li Erdogan kir: Berpirsyariya xwe bîne cih
13:58 Xizmên windayan: Ji bo aştiya civakî divê paşeroj bê rûhevkirin
13:11 Ciwanên enternasyonal ên meşiyan Amarayê: Ocalan rê li ber me vedike
12:50 Dozgeriyê îdîanameya Umît Ozdag amade kir
12:48 Maşîna karkeran li hev qelibî: 20 kes birîndar bû
12:42 Li Stenbolê mij
12:34 Li Xezayê êrîşa Îsraîlê: 11 Filistînî hatin kuştin
12:31 Rapora meha Adarê ya MKG'ê: Herî kêm 54 binpêkirinên mafan
12:01 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
12:00 Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' wê li Romayê bê nîqaşkirin
10:23 Wezaret: Li Stenbolê 455 kîlo tiryak hate desteserkirin
10:21 Şahînoz: Maliyeta 'Bûyera 19 'ê Adarê' wê mîna krîza sala 2001'ê be
09:49 Rojnameger Oznur Deger qala girtîgeha ku lê dimîne kir: Navenda zexta psîkolojîk
09:05 Pîrozbahiyên 4 'ê Nîsanê: Eger Ocalan azad bibe, civak jî wê azad bibe
09:03 Li Herêma Federal a Kurdistanê 6 meh in hikûmet nehatiye avakirin
09:00 ROJEVA 5 'Ê NÎSANA 2025
04/04/2025
19:20 Di rojbûna Abdullah Ocalan de dar hatin çandin
16:59 Li Wanê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
15:51 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbû hat pîrozkirin
15:35 Ji bo Taş ê ku jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn
12:37 Li Egeyê bota koçberan noq bû: 9 kes mirin
12:21 Bi deh hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan: Divê dewlet gav bavêje
11:47 Sozdar Avesta: Bi gotinê nabe, pratîk divê
10:49 Festîvala 4'ê Nîsanê di roja 2'yemîn de didome
10:07 Kurd Archive dê arşîva 30 salan a televîzyonên kurdî biweşîne
09:42 ‘Rojnamevan ji ber rastiya li qadê radigihînin dibin hedef'
09:13 Dozger xwest ji ber strana 'Şervano' ceza lê bê birîn
09:06 Ji bo 32 bajaran hişyariya baranê