Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e

img

ÎZMÎR - Dîroknas û Nivîskar Erdogan Aydin diyar kir ku eger Kurd bi Tirk, Ereb û Farisan re bibin xwedî maf û azadiyên wekhev wê aştiya herêmê pêkan be û ji bo vê yekê divê Kurdên li 4 parçeyan yekîtiya neteweyî pêk bînin.

Di 27'ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kiribû. Di bangawaziyê de işaret bi pêşketina dîrokî ya ‘Tifaqa Kurd-Tirk’ kir û destnîşan kir ku divê li ser bingeha "welatîbûna wekhev û demokratîkbûyînê" bê nûkirin. Abdullah Ocalan îroj pergala netewe-dewlet wek çavkaniya sereke ya pevçûnan bi kar tîne û bal kişand ser wê yekê ku ev rewş dikare bi modela jora neteweyan çareser bibe.
 
Di dîrokê de tifaqa Kurd û Tirk çawa û di kîjan şert û mercan de destpê kir, tifaq çawa veguherî pevçûnan û sedema pevçûnan çi ne? Dîroknas û nivîskar Erdogan Aydin pêşketina dîrokî ya vê tifaqê, qonaxên ku tê re derbas bûne, veguherîna wê û gelo pêkan e ku ev tifaq li şopa xwe ya dîrokî vegere yan na, nirşxand.
 
Aydin bibîrxist ku Tirk di navbera salên 900 û 1000’î de hatine Anatolyayê û ji ber ku herdu gel jî misilman bûne di navbera wan de pevçûn derneketiye. Aydin da zanîn ku wê demê di navbera şîa û sûniyan de pevçûn hebûne lê ji ber ku desthilatên Kurd û Tirk sûnî bûne di navbera wan de nakokî dernekiye û di dîrokê de tifaqa yekem jî bi Şerê Milazgirê ve pêş dikeve. Aydin diyar kir ku piştî Şerê Milazgirê li şûna dewamkirina begtiyên Kurdan yên wekî Merwaniyan bêhtir girêdana Împaratoriya Selçûkiyan ve hatiye tercîhkirin û ev jî vebijêrka ku Kurd bibin xwedî dewleteke cûda ji holê radike û wiha axivî: “Eger em hem nasnameya misilmantiyê û hem jî faktorên ku hê hişmendiya neteweyî di vê serdemê de pêk nehatiye li ber çavan bigirin, ev têkiliya yekemîn ji bo hemû têkiliyên piştî wê neynikek e. Û ev neynik tîne bîra me ku ji aliyekî ve erê ji mijara tifaqa hezar salî ya Kurdan bi Tirkan re, ku îro ji aliyê siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ve tê îfadekirin; lê li aliyê din tê xwestin ku bi guman nêz bibin."
 
DI SALÊN 1500’Î DE XWESERIYA KURDAN
 
Aydin anî ziman ku heman tişt di Şerê Çaldiranê ya sala 1514’an de tê jiyîn û di vî şerî de bi saya Kurdan dewleta Osmaniyan li hemberî Safewiyan bi ser dikeve. Aydin da zanîn ku piştî vî şerî Osmaniyan xweseriya begên Kurdan nas kiriye û wiha got: “Yanê destur nade dewlet bê avakirin, lê xweseriyê nas dike. Nemaze jî di navbera siyasetmedar û entelektuelê Kurd Îdrîsî Bîtlîsî û Yavûz de peymana Amasyayê tê îmzekirin. Bi vê peymanê ve mîrîtiyên Kurdan derveyî pergala timar a Osmaniyan tên hiştin. Mîrîtiyên Kurdan li ser axa xwe serdestiya xwe didomînin. Mîrîtiyên Kurd hebûna xwe wekî mîrîtî domandin û berdêla wê jî baceke birêkûpêk dan dewleta Osmanî. Di rewşa şer de jî ji bo Împaratoriya Osmanî leşker dişandin. Di vir de statuyek heye. Di navbera salên 1514 û 1820’an de Kurd girêdayî Osmaniyan bûn, lê xweseriyeke wan jî hebû.”
 
'TÊKILIYÊN GIRÊDAYÊ HEV' 
 
Aydin diyar kir ku ev statû bi Mahmûtê Duyemîn re yekalî ber bi xirabûnê ve çû û got ku gavên Mahmût Duyemîn ên ji bo navendîkirina dewletê kir ku Kurd berdêlê bidin. Aydın, anî ziman ku di vê serdemê de ji ber neyekbûna Kurdan û nebûna hişmendiya netewî berxwedan lawaz bû û divê ji vê yekê ders bên derxistin û wiha got: "Dema em li dîrokê dinêrin kurd her tim li hemberî Osmaniyan, Selçûkiyan, Emewiyan, Abbasiyan û Sefewiyan di dezavantajekê de bûn. Ji ber vê yekê, dema ku nedîtina wan a siyasî ku hevkarî û yekparebûna wan misoger dike were zêdekirin, îro nexşeya Rojhilata Navîn xirabtir bûye.” Aydin anî ziman ku her çiqas mafê damezirandina dewletekê bi giştî mafê bingehîn ê miletan e di serdema netewperestiyê de û di encamê de Tirk, Ereb û Faris ku dikarin dewletên xwe ava bikin, Kurdan tevî ku xwedî nifûsek pir mezin û erdnîgarî ne jî ji ber helwestên xwe yên girêdayîbûna ya dîrokê, serdema neteweyan ji dest çûye.
 
YEKITIYA KURDAN
 
Dîroknas Erdogan Aydin diyar kir divê Kurd teqez yekitiya xwe pêk bînin û wiha got: “Ji ber vê yekê, pêşketineke neteweyî ya Kurdan ku karibe li her çar parçeyên heyî entegrebûna hev, wê ji xwe pêk were. Di rastiyê de tevgera Kurd li Tirkiye û Rojava formûleke nû pêş xist. Pêşketineke bi yekgirtina neteweyî ya bi Kurdistana Iraqê re, dibe ku pêkanîna vê formûlê ji ya ku mirov bifikire hêsantir û kurttir bike. Ji bo vê jî divê yekîtiya netewî ya Kurdan weke pêdiviya demokrasiyê û têkoşîna mafan were parastin. Di roja îro de jî bi awayekî fermî li derve neyê nîşandan jî, daneyên xurt hene ku li Tirkiyeyê îhtimal û gavên pêvajoya çareseriyê hatine avêtin. Lê belê li Tirkiyeyê bingeha ku siyaseta Tirk mafên Kurdan wekhev û li ser esasê wekhev qebûl dike, nîne. Di vê mijarê de ya herî pêşketî dewleta federal a li Kurdistana Iraqê ye. Lê belê di xwedîderketina herêmên din ên Kurdan de kêmasî û qelsiyeke cidî heye û pirsgirêkeke Kurd heye ku tenê xwe dispêre berjewendiyên serdestan. Ji ber vê yekê, eger Kurd karibin di nava xwe de baş nîqaş bikin û li welatên lê ne bi hêzên serdest re lihevkirinekê pêk bînin, pêkane ku di dema pêş de li gorî mercên nû pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.”
 
'ÇARESERÎ HEMWELATIYA WEKHEV E'
 
Aydin, destnîşan kir ku aştî li ser esasê hemwelatiya wekhev dikare pêş bikeve ku tu kes pêkutî û îstismara din nake û wiha berdewam kir: "Çareseriya pirsgirêka Kurd a îro bêyî ku sînorên heyî bi temamî ji holê bên rakirin; lê dikare ji cihekî ku Kurd bi Tirk, Ereb û Farisan re bibin xwedî mafên wekhev, çareser bibe. Ev çareserî hem li gorî konjonktura navneteweyî ya heyî, hem jî li gorî rastiya herêmê zêdetir e. Ji bilî vê yekê, ev çareserî li şûna formula dewletê ya neteweyî ku bi berjewendiyên serdestan re li hev dike, ancax dikare li ser bingeha çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên gelê Kurd, hilberîner, kedkar û jinan pêk were. Yanî pêngavên wekî rakirina qedexeyên li ser zimanê dayikê, naskirina mafê xwerêveberiyê ji aliyê hemû hikumxwarên herêmê ve û nermbûna demkî ya sînoran karibe pêşketina bi lez a herêmê, çareseriya pirsgirêka Kurd, di zûtirîn demê de bidawîbûna şer û serbixwebûna herêmê misoger bike. Ez difikirim ku çînên desthilatdar ên Tirk, Ereb û Fars jî mecbûrî vê ne. Ji ber ku budçeyên wan ên giran ên şer û meyla wan a herdemî ya xerakirina dîrok û siyasetê ji bo înkarkirina Kurdan tevahiya herêmê jehrî dike. Ji bo vê jî qebûlnekirina çareseriya pirsa Kurd weke derseke ku ji vê dîrokê were derxistin. Ji krîza aborî ya Tirkiyê bigire heta têkiliyên derve û pirsgirêkên aborî yên herêmê û gelek pirsgirêkên din çareser bike.''
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

28/03/2025
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN