NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bertek nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû, rojnameger û şaredarên navçeyan dan.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê CHP’î jî di nav de gelek kes îro di danê sibehê de hatin binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku Îmamoglû ji ber îdiayên “Rêveberiya rêxistina sûc”, “endamtiya rêxistina sûc”, “îtfîkap”, “bertîl”, “şêlandina biwesf”, “daneyên şexsî bi awayekî derhiqûqî bi dest xistiye” û “di îhaleyê de hîle kiriye” hatiye binçavkirin. Di daxuyaniyê de têkildarî operasyonê agahî hatin parvekirin û ji bo Îmamoglû pênaseya “rêveberê rêxistina sûc” hat bikaranîn.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li ser hesabên xwe yên X’ê bertek nîşan dan.
TULAY HATÎMOGÛLLARI: EM RED DIKIN
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku binçavkirina Îmamoglû, rojnameger û şaredarên navçeyan nayê qebûlkirin û ew red dikin. Tulay Hatîmogûllari, binçavkirin weke operasyoneke siyasî nirxand û got ku rageşiya civakî ya li Tirkiyeyê bêhtir pêş dixe. Tulay Hatîmogûllari got: “Binçavkirina şaredarê bajarê herî mezin ê welat, şermeke mezin e ku dê neyê jibîrkirin. Bi vê operasyonê re siyaset bi destê darazê hatiye dîzaynkirin.” Tulay Hatîmogûllari xwest Îmamoglû û hemû binçavkiriyên din tavilê bên berdan.
BAKIRHAN: ÊRIŞEKE AŞKERA YA LI DIJÎ VÎNA GEL E
Tuncer Bakirhan jî operasyona li dijî Îmamoglû, rojnameger û şaredarên navçeyan êrişeke aşkera ya li dijî demokrasî û îradeya gel e. Bakirhan, wiha domand: “Em vê bêhiqûqiya li dijî îradeya gel red dikin û bi tundî şermezar dikin. Tavilê ji vê rêya xwe ya xelet vegerin û rêzê ji bo îradeya gel bigirin.” Bakirhan, anî ziman ku weke DEM Partiyê ew bi îradeya gelê Stenbolê re ne û xwest Îmamoglû û binçavkiriyên tavilê bên berdan.