Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê

  • jin
  • 09:15 19 Adar 2025
  • |
img

STENBOL - Jin, bi ruhê serhildanê yê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê. Endama Komeleya Dema Jinê ye Newroz Unverdî, got: “Her du roj jî ji bo jinan girîng in. Em ê di Newrozê de daxwaza xwe ya ji bo civaka demokratîk, azadî û aştiyê bînin ziman.” 

Jinên ku nerazîbûna xwe ya li dijî tundiya mêr-dewletê, tacîz, destdirêjî û polîtîkayên şer di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de nîşan dan, vê têkoşîna xwe niha jî vediguhêzin qadên Newrozê. Endama Komeleya Dema Jinan e Newroz Unverdî têkildarî pîrozbahiyên Newrozê ku îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tên lidarxistin û têkoşîna hevpar axivî. 
 
 
Newroz Unverdî, diyar kir ku jinên Kurd, feminîst û Tirkiyeyî xwedî zemîneke têkoşîneke hevpar in û bi bîr xist ku jinên herî dawî di 22-23’yê sibatê de beşdarî “Komxebata jin li ser aştiyê diaxivin” bûn, “Înîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye” ava kirine. Newroz Unverdî, wiha got: “Ev înîsiyatîf di esasê xwe de ne ji pêdiviyeke niha destpêkirî derket. Beriya niha jî kampanyayên ji demê re bûne bersiv hatin meşandin. Têkoşîna aştiyê ya hevpar a di navbera tevgera feminîst û jinên Kurd de ji salên 90’î ve dest pê kir. Li dijî tundiya dewletê ya li Kurdistanê, feminîstên Tirkiyeyê li dijî neteweperestî, şer û kedxwariyê kampanyaya ‘Dest nede hevala/ê min’ dabû destpêkirin. Di 1996’an de kampanyaya ‘Jin ber bi hev ve dimeşin’ hat destpêkirin. Piştre jî Hewldana Jinan a Ji Bo Aştiyê hat avakirin. Ev, çendek mînakên têkoşîna hevpar in. Feminîstên Tirkiyeyî di sala 2009’an de li cihên şer çûn serdana aktîvîstên tevgera jinên Kurd. Peyamên piştevaniyê dan û çalakiyên hevpar plan kirin.” 
 
JI 8’Ê ADARÊ BER BI NEWROZÊ VE
 
Newroz Unverdî, diyar kir ku tecrubeyên wan ên şer û şerê li Kurdistanê tê meşandin, ji bo aştiyê têkoşîneke hevpar bi xwe re aniye û axaftina xwe wiha qedand: “Ji sala 2016’an heta niha li dijî têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê êrişên dijwar tên kirin. Vê jî eleqeya xwe bi guherandina şêweyê şer hebû. Hewceye em li ser aştiyê biaxivin, nîqaş bikin, birêxistin bikin û li her qada civakê belav bikin. Ji ber vê pêdiviyê jî ev înîsiyatîf hat avakirin. 8’ê Adarê ji bo jinan roja têkoşîna azadiyê ye. Newroz jî ji bo gelê Kurd roja bilindkirina têkoşîna azadiyê ye. Her du roj jî ji bo jinan û jinên Kurd girîng û krîtîk in. Ber bi Newrozê ve em dikarin vê bibêjin; em ê daxwaza xwe ya ji bo civaka demokratîk, azadî û wekheviyê bînin ziman. Weke jinan em ê bi kelecan û baweriya aştî û azadiyê dakevin qadên Newrozê.”    
 
MA / Yeşîm Tukel 
 

Sernavên din

11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin ZINDÎ
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin
16:16 Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe
16:08 Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
15:58 PYD û ENKS civiyan
15:57 Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye
15:56 Li navçeyên Amedê tevî baranê jî gel Newroz bi coş pîroz kir
15:42 Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin
15:33 Newroza Silopiyayê: Em xwedî li manîfestoya jiyana nû derkevin
15:16 Di Newroza Colemêrgê de gel piştgirî da banga dîrokî
15:00 Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re didome
14:24 Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
14:21 Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
14:14 DEM Partî çû serdana TBB’ê
14:08 Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e
13:49 Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
13:35 Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe
13:35 DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
13:20 Tunç ji bo Newrozê got: Heke daxwaz çêbibe mijara nameyê dikare bê nirxandin
12:43 Li Qoserê posterên Ocalan hatin hilgirtin
12:42 Îzmîr ji bo Newrozê amade ye: Em di 22’yê Adarê de li Gundogduyê bin
12:30 MKG’ê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kir
11:30 Li 7 navendan Newroz tê pîrozkirin
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:17 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê banga tevlibûna Newroza dîrokî kir
11:10 Leyla Xalid rakirin nexweşxaneyê
10:58 Abdullah Ocalan: Ev bang wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be
10:45 Di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 63 kes hatin qetilkirin
10:17 Amadekariyên Newroza Mûşê temam bûn
10:03 Ji bo 11 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî hate kirin
09:53 Wan 34 sal in navnîşana Newrozên biheybet e
09:46 Li Girtîgeha Wanê bi lêdanê girtî li erdê dirêj kirin
09:44 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kirin
09:39 Eulalia Reguant: Divê civaka navneteweyî ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:14 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm190 kes hatin qetilkirin
09:01 'Dê Newroza Îzmîrê bihêztir derbas bibe'
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Di tevahiya şevê de Newroz hate pîrozkirin
17/03/2025
16:26 Li Misircê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin
16:13 Tuncer Bakirhan: Em li ser hiqûqa aştiyê axivîn
Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne dewlet gavên erênî biavêje
16:12 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê saetek û 50 deqeyan domiya
15:57 Li dijî Til Temirê êrişên dijwar
15:49 Banga dîrokî di Newroza Manîsayê de olan da
15:22 Li Hezexê agirê Newrozê ji hêla jinan hat vêxistin: Divê Ocalan azad bibe
15:13 Ozturk bang li hikûmetê kir: Hûn pêvajoyê sabote dikin
14:24 Li Îdirê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
14:24 Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin
14:22 DEM Partî çû serdana AKP'ê
14:11 Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî
14:08 Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje
14:03 Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin
13:47 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da
13:35 Sêweregê daxwaza azadiya Ocalan kir
13:18 Ji ber komkujiya li Berxbotanê çalakî hatin betalkirin
12:57 Serlêdanên ji bo 10’emîn Rojên Şanoyê yên Amedê dest pê kirin
12:45 Piştî DAIŞ’ê vê carê jî Tirkiyeyê li Berxbotanê qetlîam pêk anî
12:19 Xizmên kesên li Kobanê hatin qetilkirin: Divê hesabê vê ji dewleta tirk bê pirsîn
12:12 Piştî hevdîtina DEM Partî û MHP’ê daxuyanî hat dayin
12:10 DEM Partiyê bertek nîşan da: Komkujiya li Kobanê êrişeke biqesdî ye
12:09 Tirkiyeyê rojnamegerê Belçîkayî dersînor kir
11:31 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Newroza Rêbertiya Azad’ derket
11:23 HSD: Dewleta tirk a ku nikare li dijî me pêş bikeve, sivîlan hedef digire
11:19 DFG’ê ji bo danişîna rojnameger Eylem Babayîgît bang kir
11:02 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
10:56 Li 12 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:40 Li Pênciwênê teqîn: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
10:02 Newroz li Geverê wê piştî 10 salan li cihê xwe yê berê bê pîrozkirin