NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku hatibû binçavkirin gotina; 'Ez dixwazim hûn bizanin ku ez ê bêzar nebim' parve kir.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dema hat binçavkirin peyameke bi dîmen parve kir. Îmamoglû wiha got: "Çend ji ferasetên hewl didin vîna gelê me tasfiye bikin, bi sedan polîs li ber deriyê niştecîhên 16 mîlyon Stenboliyan bi cih kirine û polîsên min ên dildar ji bo vî xerabiyê weke amûrekê bi kar anîne. Em bi zordariyeke mezin ra rû bi rû ne, lê ez dixwazim hûn bizanin ku ez ê netirsim. Ez ji we hemûyan pir hez dikim, ez xwe emanetî welatê xwe dikim. Ez ê li dijî wî şexs û hişê wî ku vê tevahiya pêvajoyê weke amûrekê bi kar tîne, têbikoşim."