STENBOL - Girtiyên il Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Sîlîvriyê tên ragirtin anîn ziman ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zext û êrişên ser wan giran bûne û ev yek weke provokasyona li dijî pêvajoyê nirxandin.
Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê ku ji ber binpêkirinên mafan her tim di rojevê de ye, careke din bi binpêkirinên li dijî girtiyan di rojevê de ye. Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Sîlîvriyê tên ragirtin, têkildarî binpêkirinên mafan bi rêya parêzerên xwe agahî dan ajansa me. Girtiyan, di peyama xwe ya nivîskî de girtiyan gotin ku rastî gelek binpêkirinên mafan, nêzikatiyên keyfî û rêbazên rê li ber rageşiyê vedikin tên.
Girtiyan, da zanîn ku ev demeke rastî nêzikatiyên derhiqûqî tên û ev agahî parve kirin: “Bi taybet jî piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêbertiya me birêz Abdullah Ocalan ku banga berdana çekan dike, êrişên fiîlî veguherîn heqaret û hewldanên provokatîf. Rêveberî û hinek memûrên girtîgehê, qaîde û qeydên di tu qanûn û rêziknameyan de cih nagirin ji xwe re heq dibînin. Gihiştiye wê astê ku hema hema her hejmartina serê sibehê veguherandina lêgerînê.”
Di berdewamê de hat destnîşankirin ku zextên di bin navê hejmartina qawîşan de zêde bûne û wiha gotin: “Derdora 30-40 gardiyan di hejmartina serê sibehê de tên qawîşan. Tevî ku lêgerîn tune ye jî gelek alav û amûrên me bi îdiaaya ‘bikaranîna derveyî armancê’ tên desteserkirin. Balîfên me tên desteserkirin, heke alavekî me li cihê xwe nebe jî dibin sedema desteserkirinê. Tiştên me ji kantînê bi pereyê xwe kirî ji me tên standin û diavêjin çopê.”
'TEHLIYEYA 12 KESAN HATE ASTENGKIRIN’
Bi domdarî girtiyan ev agahî dan: “Ji ber ku em di peyamên xwe de li dijî sepanan îtîrazan dikin, der heqê me de girtek tên girtin. Tiştên me gotine di van girtekan de tên nivîsandin. Piştre jî der heqê me de lêpirsîna disiplînê didin detpêkirin û bi vê yekê mafê me yê berdana bişert tên astengkirin. Heta niha ji 30 hevalên me tehliyeya 12’an hatiye astengkirin. Li gel vê, polîtîkaya sirgun û sewqên bêyî daxwazên girtiyan jî zêde tên kirin.”
'KESÊN ÎTÎRAZ KIRIN RASTÎ ÊRIŞÊ HATIN’
Girtiyan, anîn ziman ku ji ber di peyamên xwe de cih didin îtîrazan, rastî zext û êrişên fîzîkî yên gardiyanan tên û ev agahî dan: “Herî dawî di hejmartina serê sibehê de gelek gardiyan bi hêrsokî ketin qawîşê û hejmartin veguherandin lêgerînê. Heqaret li me kirin. Benên me yên cilan birîn û cilên me avêtin erdê. Dema me li dijî vê rewşê îtîraz kirî jî bi tundî berê xwe dan me û heqaret li me kirin. Hinek gardiyanan êrişî hinek hevalên me yên li dijî vê rewşê derketin kirin. Gardiyanên jê re dibêjin ‘Tîma A ya Hêzên Amade’ bi zorî hatin sekinandin.”
BANGA HESTIYARIYÊ
Girtiyan, herî dawî jî ev bang li raya giştî kirin: “Dema temamiya van bûyeran qewimîn, midûrên 2’yemîn ên saziyê, memûrên îdareyê, sergardiyan jî amade bûn. Di hemû rageşî û hewldanên êrişan de rayedar jî amade ne û komeke gardiyan û rayedaran biisrar dixwazin provokasyonan pêş bixin. Ev kom di hinek rewşan de li dijî midûrê saziyê û sergardiyanan jî derdikevin. Bi saya hewldana xwe ya zêde me heta niha pêşiya xetereyên jiyanî girtiye. Lê belê di demên dawî de em rastî provokasyonên cidî tên. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê û bidawîkirina van êrişan, em banga hestiyariyê li raya giştî û rayedaran dikin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû