Li Serhedê agirê Newrozê hat vêxistin: Berpirsiyariya banga dîrokî li ser milê me hemûyan e

NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Serhedê li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin. Di pîrozbahiyan de îşaret bi banga dîrokî ya Abdullah Ocalan hat kirin. 

 
Li bajarên Herêma Serhedê agirê Newrozê hat pêxistin. Agirê Newrozê îro li navçeya Giyadîn a Agirî, navçeya Kop a Mûşê û navçeya Şemzînana Colemêrgê hatin pêxistin. Di pîrozbahiya bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" wêneyên rengîn derketin holê.
 
AGIRÎ/GIYADÎN
 
 
Girse li kolana Înonû ya navçeya Giyadînê li hev civiya û heta qada Newrozê ya ku Sûka Saman a kevn lê ye meşiya. Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sakik, Oznur Bartin û Heval Bozdag, şaredar û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Dayikên Aştiyê bi şapikên xwe yên zer, sor û kesk li pêşiya meşê bûn.  Bi def û zirneyan heta qada Newrozê meşiya.
 
Endama DEM Partiyê Oznûr Bartîn piştî deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane axivî û got: "Dîroka Newrozê bi qasî dîroka mirovahiyê nirxek e. Dîroka 4 hezar salan e. Newroz ji bo me berxwedan, aştî û çalakiya demokratîk e."
 
Oznûr Bartînê da xuyakirin ku Kurd li dijî her cure zilmê paşve gav neavêtine û got: "Di 27'ê Sibatê de bangeke dîrokî hat kirin. Di vê bangê de tu kes cuda nehat dîtin. Ev bang ji bo jiyana hevbeş û azadiya gelan hat kirin. Em hemû berpirsiyar in. Ev berpirsyariya dîrokî erkê dide ser milê me jî."
 
Piştre agirê Newrozê hat pêxistin. Girse li dora agirê Newrozê li hev civiya. Pîrozbahî bi derketina ser dikê ya hunermendên herêmî bi dawî bû.
 
MÛŞ/KOP
 
 
Navnîşana pîrozbahiyên li navçeya Kopê qada termînalê bû. Qad bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Gelê Kopê di danê sibehê de herikî qada Newrozê. Giraniya girseyê ciwan û jin bûn. Demeke dirêj li gel stranên kurdî govend hat gerandin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Jin, jiyan, azadî" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin berzkirin.
 
Di pîrozbahiyê de parlementer Sumeyye Boz û Kamuran Tanhan jî di nav de gelek nûnerên hilbijartî amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin. Sumeyye Bozê got: "Em ê di 21'ê Adarê de teqez bigihêjin aştî û azadiyê. Em li ser şopa kesên ku ji bo Newrozê bedena xwe dan ber agir in."
 
Kamûran Tanhan jî got ku sala 2025'an wê bibe sala azadiya gelê kurd. Tanhan got: "Di 27'ê Sibatê de li Îmraliyê peyama azadî û aştiyê ji hemû gelan re hat dayîn. Pêwîst e em xwedî li vê peyamê derkevin û li her qadê zindî bihêlin. Dem dema azadî, aştî û yekîtiyê ye." 
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin. Pîrozbahî bi govendgerandinê bi dawî bû.
 
COLEMÊRG/ŞEMZÎNAN
 
Pîrozbahiya Newrozê li qada gogê ya Peyasê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê hat lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya bicoş bûn. Welatiyan bi cil û bergên xwe yên herêmî yên rengîn qadê rengîn kirin. Demek dirêj govend hat gerandin û pîrozbahiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Girseyê gelek caran bênavber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.
 
Parlamenterê DEM Partiyê Onur Dûşûnmez got: "Gelê me peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirt û xwedî lê derdikeve. Di hevdîtinên me yên li Kurdistan û Tirkiyeyê de gel ev peyam qebûl kir. Qadên Newrozê bi awayekî zelal vê yekê nîşan didin. Gelê kurd li van qadan xwedî li ziman û çanda xwe derdikeve." 
 
Parlamentera DEM Partiyê Newrozê Uysal Aslanê jî got: "Birêz Ocalan dibêje 'Gelê kurd gelê Newrozê ye'. Gelê kurd ji salên 90'î ve wateyeke nû da Newrozê. Îro bi berxwedana ciwan û jinên kurd agirê Newrozê li hemû cîhanê belav dibe. Her Newroz ji bo kurdan destpêkeke nû ye. Em vê Newrozê bi peyameke dîrokî pîroz dikin. Peyama birêz Ocalan a 27'ê Sibatê peyameke dîrokî ye. Ev peyam ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo tevahiya Rojhilata Navînê jiyanî ye. Eger îro behsa çareseriyê tê kirin bi saya berxwedana gelan e. Em ê zêdetir li qadan bin û em ê zêdetir li ber xwe bidin."
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin. Paşê Hozan Şrvan derket ser dikê. Welatiyan demeke dirêj govend gerandin.
 
 

Sernavên din

27/03/2025
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
08:24 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
08:21 Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan
08:20 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
23/03/2025
17:38 Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî hate avakirin
17:37 Ozel: Têkoşîna hevpar dê bi heman biryardariyê bidome
Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi girtinan, bi demokrasiyê heye
17:20 Li Antalyayê Newroza 'azadiyê'
17:07 Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn mafek e
16:59 Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:55 Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
16:53 Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
16:52 Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
16:47 Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî
16:34 Li Antalyayê Newroza azadiyê: Divê hikûmet gav biavêje
16:14 Ozel ji bo Newroza Stenbolê peyam şand: Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in
15:58 14 baroyan bertek nîşanî Yavaş dan: Em şermezar dikin