WAN - Seyîthan Acar ê di pevçûnan de 2 keçên wî jiyana xwe ji dest dan diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got: "Min 2 caran êşa windakirina zarokên xwe dît, lê ez naxwazim ji niha û pê ve kesên din vê êşê bibînin."
Piştgiriya ji bo "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a dîrokî ya ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat dayîn, didome. Kesên ku zarokên wan di pevçûnên ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd de jiyana xwe ji dest dan, xwedî li pêvajoyê derdikevin. Seyîthan Acar ê di pevçûnan de 2 keçên wî jiyana xwe ji dest dane û hê jî cenazeyê wan negirtiye, bang li her kesî kir ku pêvajo bi aştiyê bi dawî bibe. Bav Acar ê di 28'ê Îlona 2017'an de li herêma Barzan a Herêma Kurdistana Federe keça wî Seda Acar (Amara Zîlan Ararat) û di 5'ê Cotmeha 2016'an de li Çelê di pevçûnekê de keça wî ya duyemîn Kubra Acar (Amara Zîlan) jiyana xwe ji dest dan, diyar kir ku ew piştgiriyê didin bangawaziyê û got ku divê dewlet êdî gavên berbiçav bavêje.
Acar diyar kir ku hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re cihê hêviyê ne û got ku gelê kurd ê ku tevî hemû polîtîkayên qirêj li ber xwe da, êdî wê encamê bigire. Acar pêngava Abdullah Ocalan a dîrokî pênase kir û got: "Gelê kurd û Rêberê wî careke din nîşan dan ku biratiya hezar salî ya kirk û kurdan e. Niha em li benda pêngavekê ne. Niha dora dewletê ye, me gavên ku em ê bavêjin, avêtine. Di vê têkoşînê de me bedelên mezin da. Ev daxwaza demeke dirêj e, şert û merc hatine afirandin û birêz Ocalan bang dike. Niha li vê erdnîgariyê jiyaneke bi hev re pêkan e. Divê ji bo vê gav bên avêtin."
Acar bang li rayedarên dewletê kir ku ji bo aştiyê gavan biavêjin û got ku bêyî kurdan êdî ne pêkan e. Acar destnîşan kir ku êdî dem hatiye ku kurd bi ser bikevin û windakirin û got: "Niha ne pêkan e ku ku bêyî kurdan têkevin pêvajoyekê û ev serkeftin serkeftina têkoşîna gelê kurd a bi salan e. Bi salan em di qirkirin, komkujiyan re derbas bûn, em hatin girtin, em mirin û hatin kuştin, lê paş de gav neavêtin. Em evîndarê aştiyê ne, me ji bo aştiyê li ber xwe da. Ji lew re tu kes bi mirinan nagihê cihekî."
Acar destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de divê daxwazên gelê kurd esas bên girtin û got: "Divê tecrîd bi temamî bê rakirin û girtî demildest bên berdan. Divê dewlet êdî gavan bavêje."
Acar bibîr xist ku PKK'ê agirbest îlan kiriye û got ku ew li bendê ne ku dewlet jî heman gavan bavêje.
MA / Rûken Polat