‘Em ji bo azadiyê agirê Newrozê vêxin û têkoşînê geş bikin'

img
STENBOL - Endama Lijneya Berdevkan a TOP'ê Julîana Gozen diyar kir ku Newroz ji bo gelê kurd û kedkaran wê bibe dîrokî û got: "Em ji bo azadiyê agirê Newrozê vêxin." Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk jî banga "Em têkoşînê mezin bikin" kir.
 
Newroza 2025’an a Stenbolê wê di 23’ê Adarê de li Qada Yenîkapiyê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşmeya “Newroza ji bo azadiya civaka demokratîk” bê pîrozkirin.
 
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk û Endama Lijneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozenê der barê wate û girîngiya Newroza îsal de ku deklerasyona wê hat eşkerekirin nirxandin kirin.
 
Juliana Gozen da xuyakirin ku ew di serdemeke wisa de ne ku hevsengiyên siyasî, aborî û civakî li cîhanê dihejin û got ku Newroza 2025'an di pêvajoyeke dîrokî de tê pîrozkirin. Juliana Gozen got: "Me komkujiya li hemberî gelê Filistînê ku di 7'ê Cotmehê de dest pê kir dît. Hewl didin Rojhilata Navînê li gorî berjewendiyên welatên emperyalîst ji nû ve dîzayn bikin. Niha em bi komkujiya gelê elewî re rû bi rû ne."
 
DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD'
 
Julîan Gozenê got: “Dema em bûyer û rastiyan li ser quretiya neteweya serdest didin ber hev, Rojhilata Navîn, Tirkiye û cîhan ber bi tarîtiyê ve diçin. Em di pêvajoyên daneheva dîrokî de cih digirin û li şûna ku bibin temaşevan di têkoşîna birûmet a gelê kurd de, em bi perspektîfa bûyîna mijar, guherîn û veguhertinê lê binerin; pêvajoya ku em tê de ne ji bo mirovan gelek potansiyelan dihewîne. Li vir deskeftiyên gelê kurd di bin xetereyê de ne. Lemwa me banga Abdullah Ocalan di vê çarçoveyê de xwend. Ew bangek e ku hevkêşeyên serdestan berteng dike." 
 
'EM AGIRÊ NEWROZÊ JI BO AZADIYÊ VÊXIN'
 
Julîana Gozenê bal kişand ser têkoşîna ku gelê kurd bi salan dimeşîne ku desthilatdaran neçar kiriye ku li ser maseyê rûnên û got: "Em Newroza 2025'an wekî pêvajoyeke ku erkên nû yên ku pêvajoya nû li ser me ferz kiriye, dinirxînin. Newroza 2025'an aştiyeke demokratîk, jiyaneke bi hev re û aştiyane û birûmet û gelek derfetên bihêz dihewîne. Em bi hev re vê yekê binixrînin. Em tevî çîna kedkaran a Tirkiyeyê û gelê kurd qadên Newrozê tije bikin. Em agirê xwe ji bo azadiyê bi hev re vêxin." 
 
NEWROZEKE DÎROKÎ YE
 
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk jî bi bîr xist ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke bi sedsalan e û got ku her kes ji vê pirsgirêkê dikişîne. Ozturk destnîşan kir ku wateya dîrokî ya Newrozê wekî hilweşandina Dehakê zalim tê zanîn û destnîşan kir ku ev Newroz hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo çîna karkeran Newrozeke dîrokî ye. 
 
Ozturk destnîşan kir ku ew di qonaxeke dîrokî de ne û wiha dewam kir: “Em di qonaxeke pir krîtîk de ne. Di vî warî de hem divê em bi xurtî beşdarî Newrozê bibin û hem jî nîşan bidin ku em ê demokrasî û aştiyê çawa geş bikin. Divê em aştî û demokrasiyê ji tevahiya civaka Tirkiyeyê re vebêjin. Divê em kesên li dijî me ne bêalî bikin. Divê em hewaya aştiyê li tevahiya civaka Tirkiyeyê belav bikin. Ji ber vê yekê em bi hêzek mezin derkevin ser dikê. Em bînin bîra xwe ku Kawayê Hesibkar çawa agirê xwe geş kir. Werin em têkoşînê mezin bikin."
 
MA / Melîk Çelîk

Sernavên din

12:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:57 Xelfetî Newrozê pîroz dike ZINDÎ
11:49 Dayika Aştiyê Sakîne Arat jiyana xwe ji dest da
10:55 Efrînî amadekariya vegera Çiyayê Kurd dikin
10:49 Kuçukbalaban: Divê bi pakêteke demokrasiya radîkal bersivê bidin banga dîrokî
10:09 Kesê weke ‘bijîşkê salê’ hatibû hilbijartin ji ‘sextekariyê’ hate girtin
09:41 Serokê ABF'ê Aslan: Li Sûriyeyê elewî tên qirkirin
09:40 Piştî qeyûm hate tayînkirin pere hate şandin
09:30 Li Botanê civînên gel: Di nav gel de biryardarî û hêviyeke mezin heye
09:19 Yamanê ku li Romayê 3 mehan bi Ocalan re ma: Rêbertî digoti 'dovê em xwe nû bikin'
09:06 Bav Acar ê ku du keçên wî jiyana xwe ji dest dane: Min êşa du zarokan kişand, bila kesên din nekişînin
09:05 ‘Em ji bo azadiyê agirê Newrozê vêxin û têkoşînê geş bikin'
09:04 Qeyûm ji bo fîlmî bi deh hezaran lîre veqetand lê fîlm li holê nîne!
09:04 Sal bi sal dirûşmên Newrozê
09:03 Serokê Baroya Sêrtê: Divê pêvajo bi hiqûqnasan re di nava ahengekê de be
09:00 Navên hunermendên dê beşdarî Newrozê bibin aşkera bûn
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2025'AN
12/03/2025
20:56 Balafirên şer gundekî Sirînê bombebaran kirin
20:53 Kesên di Komkujiya Gaziyê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:55 Tehliyeyên girtiyên 30 sal in di girtîgehê de hatin astengkirin
16:50 Danişîna doza Ayşegul A. hate taloqkirin
16:33 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya Partiya DEVA’yê re hevdîtin kir
16:32 Li gelek bajaran bi gel re civîn hatin lidarxistin
15:48 Di çalakiya nobetê de êrîşên li dijî Elewiyan hat şermezarkirin
15:22 Li Îranê 2 jinên tev li pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn hatin binçavkirin
15:21 Ji bo Newroza li Êlihê banga tevlibûnê hat kirin
15:09 Siyasetmedar Ozlem Demîr piştî 9 salan hate berdan
14:46 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana CHP’ê
14:41 Gazete Duvar tê girtin
14:38 Bertek nîşanî komkujiyên li dijî Elewiyan dan
14:29 Di Çemê Dîcleyê de mirina bi komî ya masiyan
14:27 Bakirhan: Divê serokkomar jî tevli pêvajoyê bibe
Arikan: Divê îktîdar samîmîbûna xwe nîşan bide
14:19 Rêveberiya Xweser: Peyman dê bingeha avakirina Sûriyeya Demokratîk ava bike
14:17 Ji bo Midûrê Berpirsyar ê Halk TV’yê Asker de biryara girtinê hat dayin
14:11 MHP’ê bersiv da bertekên ji ber gotina ‘rêberê avaker’: Divê êdî Tirkiye biguhere
13:52 Erdogan: Heke DEM Partî bixwaze ez ê pê re hevdîtinê bikim
13:13 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Me peyman bi keyfxweşî pêşwazî kir
13:08 Aqûbeta Babaoglû yê 31 sal berê hatibû windakirin hate pirsîn
12:21 Agirê Newrozê yê ewil li Licê tê vêxistin
12:08 Ji bo Newroza 19’ê Adarê ya Wanê banga hate kirin
11:38 Xelfetî ji bo Newrozê amade ye: Em ê li banga dîrokî xwedî derkevin
11:33 Hevdîtina DEM Partî û TÎP'ê: Divê li ser zemîna qanûnî gav bên avêtin
11:27 Ji bo rêveberan biryara beraetê ji bo komeleyê jî biryara girtinê dan
11:10 Evîn Siwêd: Em ê ji bo pergala jinê li tevahiya Sûriyeyê bê cîbicîkirin bixebitin
10:55 Ligel rapora ‘helwesta baş’ înfaza wî hat şewitandin
10:47 Eren Keskîn: Beriya her tiştî divê girtiyên nexweş bên berdan
10:44 Îdianameya der barê rojnameger Oznur Deger: Bi nûçe û parvekirinên xwe tê sûcdarkirin
10:17 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:00 Abdullah Ocalan: Newroz dîroka jinûve xwe afirandinê ye
09:47 10 sal di ser qedexeyên Nisêbînê re derbas bûn: DNA hatin windakirin, cenaze nehatin dayîn
09:44 Li Haciya Kurdan coşa Newrozê
09:40 Foza Yûsif: Dê tu kes li derveyî çareseriyê neyê hiştin
09:34 Ûçar ê DEM Partiyî: Zemîna çareseriyê biryar 'mafê hêviyê' ye
09:07 Berdana girtiyê bi Alzheîmerê yê 32 sal in girtî ye 3 mehan hat taloqkirin
09:02 ‘Ji bo pêkanîna bangawaziyê berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî'
09:01 Ozturk: Gel peyama bidîmen a Ocalan dixwaze
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2025’AN
11/03/2025
16:59 Banga Newrozê li gelan kirin: Bila bibe wesîleya azadiyê
16:30 Bang li NY’ê kirin: Komkujiyên ser Elewiyan bidin sekinandin
16:08 Tulay Hatîmogûllari: Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin
15:19 Şîna Pelda Dogrî bi girseyî hat ziyaretkirin
15:18 Li gelek bajaran civînên gel: Dem dema avakirina demokrasiyê ye
14:48 Îlham Ehmed: Armanca mutebeqetê pêşîlêgirtina qirkirina li herêmên beravê ye
14:34 Bakirhan: Metna mutebeqetê li gorî banga Ocalan e
13:55 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em mizgîniya azadiyê mezin bikin
Bakirhan: Em stranên aştiyê bigihînin Îmraliyê
13:27 Koçyîgît: Peymana HSD’ê ji bo rawestandina qirkirina Elewiyan pir girîng e
13:10 Li Stenbolê Deklarasyona Newrozê: Newroz, îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e
13:03 Ji bo 9 wekîlan fezleke şandin Meclisê
12:54 Strana Newroza îsal amade ye: Newroza Azadî
12:02 Di çapemeniya cîhanê de peymana HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê
11:58 HSD’ê têkildarî Tişrîn û Qereqozaqê de daxuyanî da: Êriş zêde bûn
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:53 Dewletên Ereb piştgirî dan peymana di navbera HSD û Şamê de
11:43 Ferhad Şamî: Armanca me rawestandina şer e
11:36 Dayikên zarokên wan hatin qetilkirin: Niha dora dewletê ye
11:20 Deklarasyona Newroza 2025’an: Em xwedî li îradeya azadî û aştiyê derkevin
11:01 Bafil Talabanî: Em piştgiriyê didin peymana li Rojava
10:51 Salih Muslim hûrgiliyên peymanê vegot: Em ê bi hev re birêve bibin
10:14 Demîrel: ‘Mafê hêviyê’ yek ji hîmê bingehîn ê pêvajoyê ye
09:47 31 sal derbas bûn: Nazimek çû bila Nazimên din neçin
09:31 Li dijî 2 şaredariyên CHP’î operasyon: 32 kes hatin binçavkirin
09:27 Di hevdîtinan de kîjan daxwaz berbiçav dibin?
09:26 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Divê Ocalan azad be
09:14 Peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de tê çi wateyê?
09:06 Ji Meclisa DEM Partiyê rapora qeyûm: Hemû xebat hatin sekinandin
09:05 Saziyên zimanê Kurdî: Em ji bo zimanê xwe xwedî li bangawaziyê derdikevin
09:01 Gelê Newrozê
09:00 ROJEVA 11’Ê ADARA 2025’AN
06:59 HSD’ê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re peyman îmze kir
10/03/2025
16:55 Uçar: Hewceye sererasetkirinên qanûnî bên kirin
16:39 Foruma Aştiyê ya Îzmîrê: Divê Meclis bicive, komîsyonê ava bike
16:19 Ji ÎHD’ê rapora binpêkirinên li girtîgtehên Tîpa R’yê
15:11 Komkujiyên li dijî Elewiyan hatin protestokirin
15:02 CHP’ê piştgirî da çareseriyê: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
14:52 Bayindir: Divê Meclis êdî gavan biavêje
14:23 Li gelek bajaran civînên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi gel re hatin lidarxistin
13:56 Li Şirnexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:48 Saziyên ziman piştgirî dan bangê: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê
13:28 SOHR: Li Sûriyeyê 973 sivîl hatin qetilkirin
13:19 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir