Gelê Newrozê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Newroza ku weke têkoşîna Kawayan a li dijî Dehakan tê dîtin, tevî ku ji aliyê gelên cuda ve weke 'saleke nû' tê dîtin jî, ji bo Kurdan azadî û rizgariyê sembolîze dike.

21'ê Adarê Cejna Newrozê ku dîroka wê digihêje Beriya Zayînê sala 612'an, îro bi bûyerên cihêreng ku bi milyonan digihîne hev tê pîrozkirin. Newroz her çend ji bo her mirovên li Rojhilata Navîn xwedî wate û girîngiyeke cuda be jî, weke cejneke ku li tevahiya cîhanê bi Kurdan re tê naskirin. Ji bo Kurdan tê wateya " ji nû ve zayînê " û " cejna vejînê " her wiha rizgariya ji koledariyê û azadiyê sembolîze dike.
 
Di dîroka Kurdan de li ser dîroka cejna Newrozê fikrên cuda hene. Me di dosyaya xwe ya duh weşandî de cih da efsaneya Kawayê Hesinkar ku yek ji van çîrokan e. Baba Tahirê Hemedanî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Celadet Elî Bedirxan, yek jî jê pêşengê Serhildanas Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa, Pîremêrd û Cegerxwîn û gelek nivîskarên din di berhemên xwe de cih dididn Newrozê. 
 
Ehmedê Xanî di berhema xwa ya Mem û Zîn de Newrozê weke rojeke pîroz pênase dike. Li gorî Xanî, Newroz roja afirandin û cejna biharê ye. Ew roj e ku xweza ji nû ve zindî dibe, zivistan û sermayê li pey xwe dihêle, ronahî û serketina germahiyê ye. Roja evîn, hezkirin, başî û bedewiyê ye. Kovara Hawar ku li Şamê ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî ve tê weşandin, nêrînên xwe yên li ser Newroza Ehmedê Xanî jî esas digire. Di pirtûka Zarathustra Avesta, Şerefa Firdaus û berhemên cuda yên nivîskî yên hemdemî de Newroz bi awayên cuda tê vegotin.
 
LI GIRÊN AKRÊ Û QENDÎLÊ NEWROZ
 
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Kurdistanê herêm bi herêm diguhere. Li Herêma Federal a Kurdistanê bi gelemperî pîrozbahî di êvara 20 ' ê Adarê de dest pê dikin. Bi fîşekên hewayî pîrozbahî derengiya şevê tên lidarxistin. Agirê Newrozê li gelek nuqteyan tên pêxistin, li ser girên bilind an jî baniyan li herêm û gundên çiyayî agir tên pêxistin. Di roja 21'an de ji ber betlaneya fermî, li gundan wek seyranê derbas dibe. Li hemû bajaran jî li navendên diyarkirî pîrozbahiyên girseyî tên lidarxistin. Dema ku hunermend di pîrozbahiyan de derdikevin ser dikê, lîstikên şano jî tên lidarxistin.
 
Li Kerkûkê meşên bi meşaleyan derdikevin pêş, li Şengal û Wargeha Mexmûr jî pîrozbahiyên bi coş tên lidarxistin. Navenda pîrozbahiyên li Herêma Feredal a Kurdistanê Akrê ye. Li Akreyê her sal cejnek dîtbarî tê lidarxistin. Ciwanên di êvara 20'ê Adarê de bi meşaleyan di destê xwe de dor li navçeyê girtin û hilkişiyan ser girên Top, Kelê û Kela Kewvînê.
 
Navnîşaneke din a pîrozbahiyan jî quntarên çiyayê Qendîlê ne. Li vê derê jî bi heman rengî pîrozbahî di êvara 20'ê Adarê de dest pê dikin û heta êvara 21'ê Adarê dewam dikin. Di pîrozbahiyên ku bi meha Remezanê re li hev tên, bernameyên fitarê yên girseyî tên lidarxistin.
 
Pîrozbahiyên li bajarên Rojhilat du hefteyan dewam dikin . Di 20-21 'ê Adarê de li her derê pîrozbahiyên girseyî tên lidarxistin. Dîmenên rengîn bi taybetî di pîrozbahiyên li herêmên çolter de derdikevin holê.
 
Navendeke din a pîrozbahiyên Newrozê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Piştî destpêkirina şerê navxweyî li Sûriyê di sala 2011'an de, pîrozbahiyên Newrozê bi rêveberiya xweser a ku li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin, veguherî rehenda cuda. Hemû gel û baweriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn di 21'ê Adarê de bi hev re şahiyên girseyî li dar dixe.
 
NEWROZÊN PIŞTÎ SALA 1973’AN
 
Di nava cihên herî bi coş û girseyî de ku pîrozbahiyên Newrozê lê tên lidarxistin, bajarên Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê ne ku Kurd bi giranî lê dijîn. Piştî avakirina PKK’ê û wateya ku rêxistin li Newrozê bar dike bi hestên cüda tên pîrozkirin. Bingeha PKK’ê di sala 1973’an de hat avakirin û ger Newroz gihîştibe wateya xwe ya îro di vir de avakirina rêxistinê xwedî cihek girîng e.
 
Abdullah Ocalan û 6 hevalên wî di pêvajoya Newrozê ya 1973’an de li qada seyranê ya li kêleka Bendava Çubukê ya Enqereyê hevdîtinek pêk anîn. Li vê derê hîmên têkoşîneke ku heta roja îro dewam dike, hatin danîn. Piştî biryarên di vê civînê de hatin girtin, di sala 1978 'an de damezrandina PKK'ê hat ragihandin.
 
KAWAYÊ HEMDEM: MAZLÛM DOGAN
 
Kurdan têkoşîna xwe ya azadiyê bi efsaneya Newrozê re kirin yek. Bi salên 1980'î re li dijî "Dehakên" nû "Kawayên Hemdem" derket holê. Di dema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê îşkenceyeke giran li hezaran kesî hate kirin. Bi dehan mirov hatin qetilkirin, bi sedan mirov bi îşkenceyên giran re rûbirû man. Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan ku di şeva 21'ê Adara 1982'an de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê hat ragirtin, bi vêxistina 3 tîpên kîbrîtê agir berda bedena xwe. Şewata ku Dogan pêxistî piştre li hemû herêmê belav bû. Zekiye Alkan di sala 1990'î de, Rahşan Demîrel di sala 1992'an de, Ronahî û Berîvan jî di sala 1994'an de li dijî zilmê bedena xwe dan ber agir di roja Newrozê de.
 
BERXWEDANA CIZÎR Û NISÊBÎNÊ
 
Di destpêka salên 1990'î de bi sed hezaran kes li qadên Newrozê li hev kom bûn. Hikûmetên serdemê bi qedexe û astengiyan xwestin pêşî li pîrozbahiyan bigirin. Her wiha Newroz bi rengê "Newrozê" weke "Roja Tirkî" hat îlankirin.
 
Pîrozbahî û êrîşên li hemberî gel ên li navçeya Cizîr a Şirnexê di sala 1992'an de hatin kirin, xaleke girîng bû. Di 21 'ê Adara 1992'an de bi hezaran kes li nuqteyên cuda yên Cizîrê hatin cem hev û ber bi qada ku wê pîrozbahî lê bihata lidarxistin ve meşiyan. Welatiyên ku li gelek cihan hatin astengkirin ji helîkopter û wesayîtên zirxî hatin gulebarandin. Lê belê tevî vê yekê jî agirê Newrozê hat pêxistin. Li gorî qeydên fermî di êrîşan de 57 kes mirine û li gorî şahidan ev hejmar ji 100'î zêdetir e.
 
Newroza ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi beşdariya deh hezaran kesî pêk hat, bêyî ti bûyer biqewime bi heybetî hat pîrozkirin. Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Îsmet Sezgîn ji ber ku bûyer pêk nehatin li pêş kamerayan spasiyên xwe ji gelê Nisêbînê re kir. 
 
Dema ku li Cizîrê nûçeyên qetlîamê digihêjin Nisêbînê gel dadikeve kolanan. Di 22'ê Adarê de bi hezaran kes li ser pira li ser Çemê Çag Çag ku weke "Pira Şehîdan" tê naskirin, li hev civiyan. Girseya ku li dijî anonsên "belav bibin" ên polîsên ku bi panzeran li ser pirê barîkat danîn dest bi çalakiya rûniştinê kirin, bi dirûşmên gelek caran qetlîam protesto kirin. Li vir jî polîsan dest bi barandina guleyan li gel kirin û panzer bi ser wan de ajotin. Li gorî hejmarên fermî li vê derê 16 kesan jiyana xwe ji dest dan, 106 kes jî birîndar bûn. Cenazeyên 2 welatiyên ji bo ji komkujiyê xilas bikin xwe avêtin Çemê Çag Çag û piştre cenazeyên wan  ji bajarê Qamîşlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn navçeyê.
 
Di şeva 20'ê Adarê heta 21'ê Adarê de Rahşan Demîrel a 17 salî li taxa Kadîfekale ya Îzmîrê bedena xwe da ber agir. Li ser vê yekê got, "Ez xwe li Kadîfekaleyê dikim Newroz. Divê ez bersivê bidim Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê. Li min xwedî derkevin. Agahî bidin Îsmet Sezgîn dê Newroz bê pîrozkirin... Ger bi tekeran nebe jî em ê bi canê xwe pîroz bikin!"
 
BI MILYONAN LI QADÊN NEWROZÊ NE
 
Di destpêka salên 2000'î de taya Newrozê hê mezintir bû; bi milyonan daketin qadan, Kurdan dest bi qîrîna daxwazên xwe yên azadiyê kirin. Tevî hemû qedexe û astengiyan jî mezinahiya pîrozbahiyan li gorî salên bihurî hîn bêhtir mezin bûye.
 
NEWROZA 2013’AN
 
Navenda pîrozbahiyên Newrozê her tim Amed bû. Bi taybetî pîrozbahiyên ku di salên 2013, 2014 û 2015'an de li Amedê hatin lidarxistin, derbasî dîrokê bûn. Bi milyonan kes beşdarî her sê Newrozê bûn. Bi taybetî Newroza Amedê ya 2013'an yek ji Newroza herî bi heybet a dîrokê bû. Peyamên Abdullah Ocalan mora xwe li vê Newrozê xist. Bi milyonan kes bi baldarî peyam guhdar kirin. 
 
Sibe: Nirxandinên Abdullah Ocalan ên der barê Newrozê...
 
MA / Azad Altay
 

Sernavên din

21/03/2025
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive