* Newroza ku weke têkoşîna Kawayan a li dijî Dehakan tê dîtin, tevî ku ji aliyê gelên cuda ve weke 'saleke nû' tê dîtin jî, ji bo Kurdan azadî û rizgariyê sembolîze dike.
* Ji rojnamevan Nazim Babaoglû ku ji bo nûçeyê çûbû Sêwregê û careke din venegeriya, 31 sal in agahî nayê girtin. Di vê pêvajoyê de ne li aqûbeta Babaoglû hat pirsîn ne jî kiryar hatin dîtin. Bira Cemal Babaoglû got: "Em piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd. Nazimek çû, lê bila Nazimên din neçin."
* Endamên Saziya Zimanê Kurdî piştgiriya xwe ya ji bo banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dubare kirin û bang li her kesî kirin ku ji bo ziman, çand û hunera xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê.
* Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm tayinî wê hat kirin, rêveberiya qeyûm li gel JIN Kart û Karta Civakî; xebatên di warê rê, av, qenalîzasyon, îmar, jin, ciwan û çandê de jeî betal kirin.
* Dayikên Aştiyê yên Geverê diyar kirin ku banga Abdullah Ocalan mişt hêvî ye û gotin: "Ber bi Newrozê ve, divê birêz Ocalan azad be."
* Welatiyên beşdarî hevdîtinên "Aştî û Civaka Demokratîk" bûn, dixwazin dewlet gavên jidil biavêje û sererastkirinên qanûnî pêk bîne.
* Li Amed û Stenbolê dê deklarasyona Newrozê bê aşkerakirin. (11.00-13.00) ZINDÎ
* Li gelek bajaran dê “Civînên Gel ên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk” bên lidarxistin. (13.00-15.00)
* Berkîn Elvan dê li ser gora xwe ya li Ferîkoy a Stenbolê bê bibîranîn. (15.00)
* Êrişên ser Elewiyan ên li Sûriyeyê dê li gelek bajaran bên protestokirin. (13.00-19.00)