AMED - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û ev tişt anîn ziman: “Divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azaed bibe. Aştiyeke birûmet dê bi her kesî bide qezenckirin.”
Bi hezaran kesan li Qada Şêx Seîd a Sûr a Amedê banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşma “Bijî Serok Apo” pêşwazî kirin. Dayikên Aştiyê yên ku li qadê li ser ekranên ledê yên mezin li bangê guhdarî kirin, anîn ziman ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan.
Selma Demîr (60) a ji Hezex a Şirnexê hatibû Amedê, wiha got: “Em ji bo aştiyê hatin. Dilê me şewitî bila êdî dilê tu dayikan neşewite. Em ji bo Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê aştiyê dixwazin. Divê Kurd bibin yek. Serkeftin dê ya Kurdan be. Heke Rêberê me aza bibe em jî dê azad bibin.”
'BILA BIRATIYA GELAN HEBE’
Fatma Acar (64) ku ji navenda Şirnexê hatibû jî ev tişt anî ziman: “Ji bo banga Serokê xwe guhdarî bikin em ji Şirnexê hatin. Her kesên hatin vê derê ji bo aştiyê hatine. Em tenê aştiyê dixwazin. Em biratiya gelan dixwazin. Em bi hev re rûnin. Rêbertiya me ev 26 sal in bi tena serê xwe parastina gelekî dike. Vêya ji bo Kurd û Tirkan dike. Em ji bo banga wî ya dîrokî li vir in. Niha jî divê rayedarên dewletê tiştên dikevin ser milê xwe pêk bînin ku aştî were.”
Nesîme Temîz (58) ku ji Xana Axparê hatibû jî got ku 27’ê Sibatê roja ewil a rojên xweş e û ev tişt anî ziman: “Em bi coşeke mezin hatin vê derê. Dê her tişt baştir bibe. Ev bang ji bo me mizgînî ye.”
'EM DIXWAZIN RÊBERÊ ME AZAD BIBE’
Dayika Aştiyê Adalet Çay (65) ku ji Rihayê hatibû jî wiha got: “Em dixwazin Rêberê me azad be. Dixwazin ew jî di nav me de be. Em dixwazin hemû girtî bên berdan. Banga me ji bo dewletê ye, ji bo azadiya Rêbertiyê bikevin nava tevgerê. Ev roj, rojeke dîrokî û xweş e. Roja ku Rêberê me hate berdan jî dê rojeke dîrokî û xweş be.”
Dayika Aştiyê Naîle Altmiş (639 jî wiha got: “Îroj rojeke dîrokî ye. Nêz e ku Rêbertiya me were berdan. Em Kurd dixwazin mîna hemû Kurdan wekhev bijîn. Em naxwazin kesek ji ber axaftina bi Kurdî zordestî lê were kirin. Ji bo hevalên girtî demildest bên berdan divê pêşiya wan were vekirin.”
'ÎRO ROJEKE GELEK XWEŞ E’
Emîne Kalkiş (62) a ji navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû Amedê jî got ku gelek hestiyar bûye û got: “Îro rojeke gelek xweş e. Niha banga dîrokî tê xwendin. Em gelek bi kelecan in. Divê her kes guh bide vê banga dîrokî û pê bike. Me agahiyek ji Rêberê xwe girt lewma gelek keyfxweş in. Em dixwazin Rêbertiya me bi me re be. Mafê me heye ku em bi Rêbertiya xwe re bijîn.”
Nazîme Boltan (60) jî got: “Em Kurd ji bo li banga Serokê xwe guhdarî bikin hatin vê derê. Em heta dawiyê bi wî re dilsoz in. Ev bang li me Kurdan pîroz be. Divê em bi destên hev bigirin û bêhtir têbikoşin. Heta Rêbertiya me azad dibe dê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
'HER ŞER BI AŞTIYÊ BI DAWÎ DIBE’
Sakîne Behçet a ji Dîlokê hatibû jî wiha got: “Em ji bo aştiyê hatin. Bi aştiyê her tişt xweş dibe. Her şer bi aştiyê bi dawî dibe. Ma dê şer heta kengî hebe? Bahçelî her tim ji bo Kurdan mirin xwest lê negihişt armanca xwe. Îro ji bo aştiyê hêviyek çêbû. Em rojên di nav aştiyê de hêvî dikin.”
Dayika Aştiyê Fatma Akbaş (65) ku ji Rihayê hatibû jî wiha got: “Em ji ber peyama aştiyê gelek keyfxweş bûn. Em heta dawiyê bi Rêbertiya xwe re ne û ji Rêbertiya xwe û Tevgera Azadiyê ya Kurd bawerin. Me şevê din nekarî rakevin. Xew bi çavên me neket. Lê peyama hatiye dayin keyfa me anî. Bila aştî hebe lê aştiyeke rast be. Bila xeletiyên berê neyên kirin. Bila kesek nemire. Ji bo aştiyê divê em ji ewil em vê îxtîmalê bi xwe bidin bawerkirin. Em ji dewletê bawer nakin lê ji Rêbertiya xwe bawerin.”