Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin

img

ŞIRNEX - Di "çeteya fihûşê" ya li Şirnexê derket holê rola leşkeran hat tespîtkirin û di îdianameyê de îşaret bi destavêtina zarokan û ferzkirina fihûşê hat kirin. 

Polîtîkayên şerê taybet ên li bajarên Kurdistanê tên meşandin, bi dosyeya "çeteya fihûşê" ya li Şirnexê hat vekirin, careke din derket holê ku bê zarok û jin çawa daxilî nava tiştên wiha tên kirin. Di îdianameyê de ku der barê 3 jê çawîş pispor û yek jê efser der barê 25 kesan de hat amadekirin, dide der ku bê fihûşa li bajêr çawa bi destê jinên ji rojavayê Tirkiyeyê tê şandin, tê berbelavkirin. Tora ku li bajêr hatiye çêkirin jî, bi rêya jinên ku ji rojavayê Tirkiyeyê tînin û li vir bi çawîşên pirspor re dijîmn, tê pêşxistin. 
 
Di îdianameya der barê çeteya ku jinên Rojavayî jî di nav de gelek jin û zarok daxilî nava fihûşê kirine de, Îbrahîm Tatar wekî serekê çeteyê cih digire û rêxistinê koordîne dike û ewlehiya wê pêk tîne.
 
JINÊN ROJAVAYÎ JI QOSERÊ ANÎN
 
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Îbrahîm Tatar bi erka wezîfedarkirina alîkar û xizmê xwe Kenan Tatar re çeteyê bi rê ve biriye û hat gotin ku li gel Halîm Enûştekîn ê ji Melİsa Barê ku ew û Îbrahîm Tatar şirîkê wê bûn, jinên Rojavayî yên bi navê F. A., X. Y., T. Y. û J. A. ji navçeya Qoser a Mêrdînê anîne. Hat diyarkirin ku di nava çeteyê de ajokar Ferhat Dayan û garsonê Melîsa Barê Ferhat Ok di anîna jinên ji Rojavayê de alîkarî kirine. Jinên Rojavayî di daxuyaniyên xwe yên destpêkê de diyar kirin ku ew ji bo li cem Halîm Enûştekîn bixebitin hatine bajêr û gotin ku nizanbûne wê li ku derê û çawa bixebitin. Lê belê di îdianameyê de hat dîtin ku di pêvajoya lêpirsînê de îfadeyên jinên Rojavayî esas nehatine girtin. 
 
DESTAVÊTIN Û FIHÛŞ 
 
Di îdianameyê de cih girt ku bê 2 zarok çawa daxilî nava fihûşê hatine kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de derket holê ku zaroka bi navê S.B. (05.11.2013) ji aliyê Mehmet Salîh Sakîn ve bi destavêtinê re rû bi rû maye. Di îdianameyê de îfadeyên zarokên gilîker jî cih girt. Her wiha di îdianameyê de hat diyarkirin ku zaroka din a ku bi darê zorê fihûş li wan hatiye ferzkirin H.B. dema li mala rêvebira çeteyê Ayşe Yerenê bûye bi destavêtinê re rû bi rû maye. 
 
Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku ji kiryaran Kenan Tatar, destavêtiye zarokên bi navê S.B. û H.B. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku Kenan Tatar bi Bîrsen Ateş, Meral Akin û Remzî Yarar re herelet kiriye û tê gotin ku ev kes ji bo fihûşê ji derveyî bajêr jin anîne û tê texmînkirin ku bi leşkerên payebilind re hereket kiriye. 
 
TAPEYÊN TELEFONAN
 
Di îdianameyê de ku tê de tapeyên telefonan jî hene, ji zarokên ku Kenan Tatar destavêtiyê wan S.B., diyar kiriye ku Kenan Tatat xwestiye bi xaltîka wê re be. Di tapeyan de tê dîtin ku Kenan Tatar ji S.B.'yê re dibêje "Gava tu hatî kesekê jî bi xwe re bîne." S.B. jî dibêje "Kî?" Tatar dibêje "Xaltîka xwe."
 
Di îdianameyê de cih girtiye ku Tatar gef li S.B.'yê xwarine û gotiye ku ge rfihûşê neke wê ji bavê wê re bêje. 
 
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Ayşe Yeren a bi kodnavê "Dîla" bi çawîşê pispor Turgay Koç ê li bajêr dixebitî re têkiliya xwe hebûye û pereyê ku bi dest xistiye daye Koç û ev rewş di navbera Îbrahîm Tatar û Turgay Koç de bûye sedema pirsgirêkan. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Koç ji ber ku pirsgirêk zêde bûne întîxar kiriye, ji ber ku bi malbatê gef li Koç xwariye û gotiye wê axaftina wî û ya Ayşe Yarenê belav bike. 
 
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Ayşe Yaren û Meral Akin fihûş li zarojên bi navê H. B. û S.B. dane ferzkirin. 
 
ROLA LEŞKERAN
 
Di îdianameyê de hat gotin ku Meral Akin a bi nasnav "Sevgî" ya ku di lîsteya "rêvebera çeteyan" de cih digire, ji bajarên din jin anîne ku bi çawîşê pispor Huseyîn Şahîn re fihûşê bikin. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Meral Akin bi leşkerên li Şirnexê yên bi navê Huseyîn Şahîn, Ertaç Kaya û Mûstafa Yalçin re hereket kiriye. 
 
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Meral Akin ji bajarên wekî Edene, Enqere û Amedê jin anîne Şirnexê û Bîrsen Ateş a bi nasnav "Esîn" bi şofêrên taksiyê yên di şebekeya fihûşê de sewqiyat dikirin re di nava têkiliyê de bûye.
 
Di îdianameyê de ku hat diyarkirin Bîrsen Ateş hinek pereyên ku ji fihûşê bi dest xistiye wekî komîsyon daye Kenan Tatar û hat diyarkirin ku ajokarê taksiyê Remzî Yarar di tecawiza zarokan û fihûşa jinan de navbeynkarî kiriye û texsiya xwe ya bazirganiyê jî ji bo fihûşê bi kar aniye. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Yarar texsiya xwe ya bazirganiyê ji bo destavêtina zarokan bi kar aniye. 
 
Di îdianameyê de îşatret bi leşkerên payebilind ên ku bi bikaranîna bandora xwe ya leşkerî fihûşê dikin hat kirin û hat diyarkirin ku van leşkeran sûcê "endamtita rêxistinê" kirine. Di îdianameyê de hin bûyerên ku di tapeyên têlefonan de jî hatine nîşandan. Hat diyarkirin ku têkiliya çawişê pispor Huseyîn Şahîn bi serçete Meral Akîn re hebûye, di heman malê de mane û ji bo fihûşê hewl dane 2 jinan ji Edeneyê bînin, lê ji ber hin pirgsirêkan ev yek pêk nehatiye. Di îdianameyê de hat gotin ku çawişê pispor Şahîn bi bandora xwe jinan aniye Şirnexê û hat destnîşankirin ku Şahîn bi çete û rêveberê çeteyê Îbrahîm Tatar re di nava têkiliyê de bûye û di navbera wan de pevguhertina pereyan çêbûye. 
 
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku çawîşê pispor ê din Ertaç Kaya bi Meral Akin re têkilî daniye û jina bi navê Arzu E. ji bo fihûşê aniye Şirnexê û Kaya û efser Mustafa Yalçin jî bi Arzû re têkilî danîne. 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

08/03/2025
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê