Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin

  • rojane
  • 11:01 31 Çile 2025
  • |

STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di panela “Elewî li ser aştiyê diaxivin” de axivî û peyama Abdullah Ocalan a “Ji bo hemû gel û baweriyên vî welatî li ser bingeha hemwelatiya wekhev bên temsîlkirin dixebitim” parve kir.

Konfederasyona Yekitiyên Elewiyan ên Ewropayê (AABK), Federasyona Elewî Bektaşî, Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) û Weqfa Çandê ya Anatoliyayê ya Haci Bektaş Velî li hotêleke navçeya Bakirkoy a Stenbolê panela “Elewî li ser aştiyê diaxivin” li dar xistin.
 
Li eywana panelê pankartên “Hemwelatiya wekhev, aştî, edalet, demokrasî, laîktî” û “Ji komkujiyên ser Elewiyan ên li Sûriyeyê re bibêje bisekine” hatin daliqandin. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgehan jî tev li bûn. 
 
ÊRIŞÊN SER EREBÊN ELEWÎ YÊN LI SÛRIYEYÊ
 
Tulay Hatîmogûllari di panelê de bal kişand ser êrişên ser Elewiyên li Sûriyeyê û wiha got: “Turbeya El Xasidî ku ji bo Erebên Elewî yên li Sûriyeyê pir girîng e, hate rûxandin. Herî dawî akademîsyeneke jin hate revandin û hate qetilkirin. Gelek şêxên Elewî hatin qetilkirin. Gelek girîng e ku em xebatên xwe yên li dijî van komkujiyan mezintir bikin.” 
 
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ku zêdetirî 40 sal in didome, mijareke girîng e. Têkoşîna azadî û nasnameyê ya gelê Kurd a li Tirkiye, Sûriye û Îranê pir watedar e. Êdî bûye rojeva hemû cîhanê. Rêveberiyên Xweser ên gelê kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirine, ji bo pêşîlêgirtina komkujiyên gavek berê min vegotin jî gelek girîng e. Tenê ew dikare pêşî li van komkujiyan bigirin.” 
 
PEYAMA OCALAN PARVE KIR
 
Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Em baş dizanin ku îktîdar ji bo her tişt li gorî berjewendiyên wê dê hemû rê û rêbazan bi kar bîne. Em di ferqa vê de ne. Gelê Kurd gelekî polîtîk e û peyva ‘xapandinê’ qebûl nake. Gelê Kurde bi xwe aştiyeke rûmet û mafên wan esas negire qebûl nake. Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina duyemîn de ev yek bi eşkereyî got; aştiyeke muxalefet ne di nav de nabe. Jixwe heke muxalefet tune be, îktîdar dê her tiştî li gorî xwe çêbike. Di hevdîtina nêzî 4 saetan de birêz Ocalan got; ‘Zemîna aştiyeke demokratîk ne tenê çareserkirina pirsgirêka Kurd e, her wiha çareserkirina pirsgirêka Elewiyan, çareseriyeke li ser bingeha hemwelatiya wekhev a hemû gel û baweriyên li welêt e. Divê ev çareserî ne tenê bi devkî be, divê bi destûreke bingehîn a demokratîk were misogerkirin.’ Min xwest vê bi taybet jî bi we re parve bikim. Ji her demê bêhtir pêdiviya me bi aştiyê heye. Heke em bi hev re aştiyê civakî bikin û xwedî lê derkevin, dê pêk bê.” 
 
BAKRIHAN BAL KIŞAND SER XWERÊXISTINKIRINÊ 
 
Tuncer Bakirhan jî di serî de êriş û komkujiyên li ser Elewiyên li Sûriyeyê bi bîr xist û got: “Em vê şermezar dikin û qebûl nakin. Em ê li dijî vê derkevin. Me careke din fêm kir ka xwebirêxistinkirin û mezinkirina rêxistiniyê çiqasî girîng e.” 
 
Têkildarî nîqaşên ser “pêvajoya nû” jî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Em, zemîna têkoşîna hevpar in. Çawa ku Kurd ev sed sal in tên înkarkirin û asîmîlekirin, heman tişt li Elewiyan jî tê kirin. Ji ber ku me têkoşîneke hevpar nemeşand, ev înkar û asîmîlasyon mezintir bû. Lewma girîng e ku em li ser zemîneke hevpar têkoşîneke hevpar bimeşînin.” 
 
'OCALAN HEMWELATIYA WEKHEV GIRÎNG DIBÎNE’ 
 
Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pêvajo ne tenê mafên Kurdan di nav xwe de dihewîne. Dema em qala hemwelatiya wekhev dikin, em vê tenê ji bo Kurdan daxwaz nakin. Birêz Ocalan, di hevdîtinên dawî de bi hûr û kûr li ser meseleya hemwelatiya wekhev sekinî. Birêz Ocalan nabêje ji Kurdan re hemwelatiya wekhev lê bila Elewî bên redkirin. Lewma divê Elewiyên hêja jî vê pêvajoyê fêm bikin, tev li bibin û ev yek pir girîng û dîrokî ye. Heke hemwelatiya wekhev were qebûlkirin dê ev yek ji bo Elewiyan jî be. Lewma divê hemwelatiyên Elewî jî çalak tev li pêvajoyê bibin. 
 
ÇARESERIYA ELEWIYAN JINEDÎTÎ VE TÊ NABE ÇARESERΠ
 
Kurd ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo avakirina zemîna diyaloga demokratîk hewl didin. Ev yek li Îmraliyê jî wisa ye, li ser zemîna DEM Partiyê jî wisa ye. Bawerim aqilê me tenê bi Kurdan sînor digire, me nas nake. Em li Mereşê Elewî ne, li Sêwasê Elewî ne, em Elewiyên li Haci Bektaşê dijîn e. Êşên em dikişînin, ew jî dikişînin. Lewma divê mafê hemwelatiya wekhev rast bê fêmkirin. Lewma jî heke ev pêvajo bidome, heke çareseriyeke çêbibe piştrast bin ku Kurd çi mafan bigirin dê Elewî jî bigirin. Elewî, yek ji stûna sereke ya partiya me ne. Tu kesên hemwelatiya wekhev weke mafê Elewiyan nabîne nikare bibe DEM Partiyî. Pêvajo û çareseriyeke wiha jî nabe. Em dizanin ku li derve nîqaşên derew û xelet tên kirin lê ez dixwazim hûn piştrast bin. Em ji bo Tirkiyeyeke laîk, sekuler û demokratîk ku her kes xwedî heman mafan têdikoşin. 
 
DIVÊ EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN
 
Divê kesên heta niha hatine înkarkirin ji her demê bêhtir bi hev re bin û bi hev re têbikoşin. Demokrasî ji bo her kesî ye. Tirkiyeya demokratîk dê bibe ya me tevan. Her wiha banga min ji bo civaka Elewî ev e; divê em ji hev cuda nesekinin, em bi hev re bin. Tu deman em ewqas nêzî mafên xwe nebûne û me tu caran zemîneke ewqas baş nedîtiye. Niha li Tirkiye û herêmê hêza herî dînamîk Kurd in, Elewî ne. Hêza herî rêxistinkirî Kurd û Elewî ne. Heke em li ser zemîneke demkratîk bên gel hev, piştast bin ku polîtîkayên înkar, red û asîmîlasyonê êdî nikarin li ser vê xakê bên meşandin.” 
 
Panel, ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 
 

Sernavên din

02/02/2025
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?