Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan

  • rojane
  • 10:01 31 Çile 2025
  • |
img

AMED - Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal têkildarî hevdîtinên Şandeya Îmraliyê û bangên hikûmetê nirxand. Kartal, bal kişand ser banga hikûmetê ya “çekan deynin” û wiha got: “PKK ne sedem, encam e. Heta sedemên çekrakirinê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin. Abdullah Ocalan, di 23’yê Cotmeha 2024’an de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir. Di 28’ê Kanûna 2024’an û di 22’yê Çileyê de jî Abdullah Ocalan bi Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê re hevdîtin kir. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina dawî got: “Xebatên birêz Ocalan ên ji bo pêvajoyê didomin. Dema amadekariyên xwe yên di vê mijarê de temam kir dê daxuyaniya pêwîst bi raya giştî re parve bike.” Nîqaşên li ser peyamên li Îmraliyê didomin lê hikûmetê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd heta niha jî tu gav neavêtiye. Di serî de serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, tu rayedarên AKP’î ji bo gavavêtinê tiştekî nabêjin û tenê banga “çekan binax bikin” dikin. 
 
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal têkildarî peyamên ji Îmraliyê hatin û banga “çekan deynin” ên îktîdarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Kartal, diyar kir ku divê baş bê fêmkirin bê ka hevdîtinên li Girava Îmraliyê di kîşan mercan de û çawa hatine destpêkirin û wiha got: “Anku divê em karektera vê pêvajoyê û mercên wê rast fêm bikin. Divê em nirxandinên xwe li gorî vê bikin. Dewlet, ev 10 sal in ‘Plana têkbirinê’ dimeşîne û ji hêla leşkerî ve encamek bidest nexist. Ji hêla siyasî ve jî hikûmetê hêza xwe winda kir. Her wiha ji ber şerê topyekûn û awarte jî ketin nava krîza aboriyê. Li gel şert û mercên li Tirkiyeyê, her wiha di çarçoveya Filistîn, Hamas, Îsraîl, Hîzbullah, Sûriye, Iraq û Îranê de jî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê heye. Vê rewşê, di nava dewletê de ku ev sed sal in polîtîkayên tunekirin û redkirinê didomîne jî tirs ava kir.” 
 
‘BEREYA HÊZ DERBASÎ WELATÊN EREBAN BÛ’ 
 
Kartal, anî ziman ku 10 sal berê li Rojhilata Navîn di dema pêvajoya Bihara Ereban a li Sûriyeyê de Şoreşa Rojava derket holê û ev nirxandin kir: “Niha dibe ku li parçeyên cuda yên Kurdistanê pêvajoyeke nû, şoreşên nû, destkeftiyên nû derkevin holê. Rêveberiya Tirkiyeyê ditirse ku hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn bi Kurdan re pêwendiyan deynin. Rêveberiya Tirkiyeyê ev yek ferq kir; di nava van geşedanên li Rojhilata Navîn de mîna berê nikare rewşa xwe ya stratejîk biparêze û di hinek mijarên sereke de girîngiya xwe ya stratejîk winda dike. Hem di xeta enerjiyê ya nû de hem stratejiyên leşkerî yên nû ku NATO li Yewnanistan û Qibrisê pêş dixe, hem tifaqên ku Îsraîlê di çarçoveya Peymana Îbrahîmî de bi welatên Ereb re pêş xistî û hem jî li Sûriyeyê - her çend Tirkiye weke otobanê hatibe bikaranîn jî - rol û mîsyon dan Erebistana Siûdî û welatên Ereb. Tirkiye dibîne ku êdî ew girîngiya wê ya stratejîk nemaye lewma ketiye nava tirsê. Ji ber vê jî ketiye nava hewldana ‘Hêj tu kesekî bi Kurdan re têkilî nedaynî ez bi wan re deynim.’ Bi vê têkiliyê re dixwaze tevgera siyasî ya Kurd bixe bin kontrola xwe û pêvajoyeke di bin kontrola wan de pêş bixe. Lê belê di mijara çareseriyê de tu tiştekî zelal nîne û qaneh nebûne. Lê girîng e ku ev pêwendî li Îmraliyê bi Rêber Apo re danîne.” 
 
‘DI HER DU HEVDÎTINAN DE JÎ ŞANDEYA DEWLETÊ HEBÛ’ 
 
Bi domdarî Kartal ji bo hûrgiliyên peyamên bi raya giştî re hatine parvekirin jî nêrîna xwe wiha parve kir: “Di her du hevdîtinên li Îmraliyê de rayedarên dewletê jî hebûn. Dewletê û Rêber Apo di navbera xwe de hevdîtin, nîqaş û muzakereyên domdirêj kirin û gihiştin hinek encaman. Ya ku tê fêmkirin ew e ku ji nexşerêyeke dirêj zêdetir, gav bi gav pêş dikeve. Wisa tê fêmkirin kirin ku hevdîtina duyemîn jî wisa bûye. Lewma divê pêvajo baş were fêmkirin. Rastiyeke dewletê heye ku ji polîtîkayên tunekirin û înkarê yên sed sal in didomîne encam negirtî, ji ‘Plana têkbirinê’ encam negirtî heye. Çûna cem Rêber Apo, navê wê çi lê dikin bila bikin û çi jê re dibêjin bila bibêjin, hevdîtina bi Rêber Apo re ye. Pêvajoyeke muzakereyê ya klasîk nîne. Anku aliyên sêyemîn an jî kesên cuda li ser maseyê nînin. Şandeya dewletê û il ser navê gel jî Rêber Apo heye. Nîqaş tên kirin û encamên wê bi şandeyê re tên parvekirin. Dê piştî hevdîtina duyemîn daxuyanî bihata dayin lê nehat kirin. Xuyaye dewlet israr dike ku Rêber Apo hinek tiştan û hinek peyaman parve bike. Rêber Apo jî di vê mijarê de gelek zelal e. Bi helwesta xwe nîşan dide ku heta bingeha qanûnî ya çareseriya pirsgirêka Kurd neyê amadekirin, di çarçoveya zext û daxwazên dewletê de dê tu bang neyên kirin.” 
 
Kartal, got ku di vê mijarê de tu agahî li ber destê wan nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê em Rêber Apo nas dikin. Rêber Apo, gav bi gav û bi aqlê selîm ketiye nava lêgerîna ‘gelo dikarim çawa pêş bixim.’ Di vê pêvajoyê de yekser li ser hate axaftin, gotin ‘ev mesele xelas, dê bang bên kirin.’ Ev gotin şaş in. Ev ne pêvajoyeke wisa ye. Hevdîtin, nîqaş, amadekirina raya giştî û pêvajoyeke gav bi gav pêş dikeve heye. Bi lez û bez gotinên erênî yan jî yên neyînî yên weke ‘ev meseleye xelas’ rast nînin. Divê her kes bi aqilekî selîm nêz bibe.” 
 
‘PKK ENCAMEK E’
 
Di berdewamê de Kartal bal kişand ser daxuyaniyên têkildarî “tesfiyekirina PKK’ê” û ev nirxandin kir: “PKK ne sedem e, encam e. Anku encama polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewletê ye. Beriya sala 1923'yan Kurd pêkhateyeke pêvajoya Şerê Rizgariyê bûn. Li Parlamentoyê ‘Qanûna xweseriyê’ di rojevê de bû. Li her derê qala dîroka hevpar a Kurd-Tirkan dihat kirin. Kurd li ser vî esasî tev li pêvajoyê dibin. Lê belê piştî Lozanê (Komar) berevajî vê bi Destûra Bingehîn a 1924’an re ku rêveber û nûnerên Komarê paronaya parçebûnê dijiyan. Piştî avabûna Komarê, îcar jî feraseta ‘Hewcehî bi Kurdan tune ye’, ya yekperest, înkarger û tunekirinê esas hate girtin. Van polîtîkayan jî rê li ber serhildanên Kurdan vekir. Serhildanên Kurdan bi qirkirin û komujiyên mezin biencam bûn. PKK encameke ku li dijî vê rewşê derketiye. Anku sedema derketina PKK’ê ev e. Heke PKK nebûya dê tiştekî din bûya. Lê heta ku ev rewş hebe dê têkoşîn bidome. Li dijî înkar û îmhayê dê her tim lêgerîna azadiyê ya Kurdan hebe.” 
 
‘HETA SEDEM JI HOLÊ NEYÊN RAKIRIN ÇEK NAYÊN BERDAN’ 
 
Kartal, got ku daxwazên azadiyê yên gelê Kurd bi îmha, înkar û tunekirinê rû bi rû mane û wiha axivî: “Lewma bingeha têkoşîna qanûnî û siyasî tune ye. Kesên têkildarî pirsgirêka Kurd diaxivin tên girtin, cezayên giran lê tên birîn an jî tên qetilkirin. Rewşeke înkar, îmha û qirkirinê heye. Pirsgirêka Kurd, daxwaza edaletê ya gelekê tê înkarkirin û tune tê hesibandin. Daxwaza heq, hiqûq û qanûnî ye. Yên van daxwazan dikin tên qetilkirin û cezakirin. Li dijî vê zor û zordestiyê, PKK jî ku bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd derket rê, neçar ma ku çekdarbûnê esas bigire. Bi vê dikare xwe li ser pêyan bigire û pêş bikeve. Sedema çekdarbûna PKK’ê jî ev e. Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin û heta ku dewlet çekê weke siyasetekê li dijî Kurdan bi kar bîne, dê aliyê Kurd jî her tim ji bo parastina xwe di rojeva xwe de bihêle.” 
 
‘TEMÎNATA QANÛNÎ TEKANE RÊYA ÇARESERIYÊ YE’ 
 
Kartal, got ku heta temînateke qanûnî nebe tu pêbaweriya gotinan nîne û ev tişt anî ziman: “AKP’ê di salên 2013-2015’ê de pêvajo du sal û nîv domand. Bi Mutebeqeta Dolmabahçeyê re jî gihişt astekê. Tevî vê jî Erdogan got, ‘Haya min ji tu tiştekî nîne û her tişt bêyî agahiya min hatiye kirin.’ Her tişt înkar kir û mase belav kir. Lewma temînata qanûnî tekane rêya çareseriya pirsgirêka Kurd e.” 
 
‘PEYWIR DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ’
 
Kartal, bi bîr xist ku her kesên pêvajoya Îmraliyê meşandin tên darizandin û wiha got: “Tevahiya hevdîtinan di bin kontrola hikûmeta AKP’ê de hatin kirin. Lê tevek jî hatin cezakirin. Lewma Rêber Apo di hevdîtina ewil de konseptek ji bo serokê parlamentoyê û partiyên siyasî da destpêkirin. Hevdîtinên bi partiyên derveyî meclisê, bi rêxistinên civaka sivîl, rûspiyên civakê û hwd. ne tenê biryara Serok Apo ye. Ev, biryara Serok û şandeyên li ser navê dewletê hevdîtin kirin a hevpar e. Biryarên ku di encama nîaş, hevdîtin û muzakereyan de hatine dayin, Rêber Apo li ser maseya ku rêveberên dewletê jî rûniştî ne, bi şandeya DEM Partiyê re parve dike. Formata hevdîtinan ev e. Lewma divê pêvajoya qanûnî dest pê bike. Nexwe dê bawerî pê nebe. Lewma jî hem li parlamentoyê hem jî li derveyî parlamentoyê peywir dikeve ser milê her kesî.” 
 
Kartal, anî ziman ku çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi demokratîkbîna Tirkiyeyê û yekitiya wekhev a gelan pêkan e û axaftina xwe wiha qedand: “Nabe ku ev pêvajo tenê bi hêviya AKP-MHP’ê ve bê hiştin. Di serî de CHP divê hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî, çapemenî û gel li ser platformeke demokratîk bê gel hev û wisa bê meşandin. Perspekftîfa Tirkiyeya Demokratîk divê yekitiya stratejîk a Kurd û Tirkan esas bigire. Divê Tirkiye feraseta netewe-dewletê ya Lozanê derbas bike û modêleke demokratîk pêş bixe. CHP, divê pêşengtiya vê pêvajoyê bike. Li dijî siyaseta teng a AKP-MHP'ê divê azadiyên demokratîk û aştiya civakî esas bigire. Nexwe aloziyên herêmê dê Tirkiyeyê bixin nava krîzeke girantir. Lewma em bang li her kesî dikin; bi taybet jî ji bo piştevaniya raya giştî divê her kes bihestiyarî tevbigere.” 
 
MA / Delal Akyuz - Mujdat Can
 
 

Sernavên din

02/02/2025
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?