Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn

  • jin
  • 09:05 31 Çile 2025
  • |
img

WAN - Seroka Komîsyona Jinê ya Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Serap Guvençê diyar kir ku gelek serlêdan li Yekîneya Têkoşîna li Dijî Tundiyê û Xeta Tundiyê ya hatine kirin û ji bo Stargeha Jinan a Wanê prosedurên fermî temam bûne. 

Şaredariyên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 31'ê Adarê de li Wanê bi dest xistin, bi xebatên xwe yên jinan balê dikişînin. 
 
CIVÎNÊN BI JINAN RE 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariyên navçeyên wê ku li bajêr di warê jinan de gelek xebatan dikin, zêdeyî 10 saziyên jinan vekirin û derfetên kar ji jinan re peyda kirin. Di çarçoveya Plana Stratejîk a 2025-2029’an de, bi taybet civînên jinan, bi dirûşmeya “Em bi jinan re bajarê xwe ava dikin” bi sedan jinên taxan re civîn hatin lidarxistin. Bi avakirina Xeta Piştgiriya Jinê (444 80 65) li navenda bajêr û navçeyan perwerdehiya hişyariyê li ser kansera pêsîrê, pençeşêra malzarokê û derziya HPV'ê hat dayîn.
 
Yekîneya Têkoşîna li Dijî Tundiyê tê çalakkirin û piştgiriya civakî, derûnî û hiqûqî ji jinên ku serlêdan dikin re tê dayîn. Di dema ku bi Baroya Wanê re ji bo desteka hiqûqî ya bêpere ji jinan re protokol hat îmzekirin, li bajêr xebatên fermî yên stargehê bi dawî bûn.  Seroka Komîsyona Jinê ya Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Serap Guvençê der barê xebatên jinan ên li bajêr tên meşandin de axivî.
 
 
Serap Guvençê anî ziman ku armanca wan a sereke ew e ku li bajarekî wekhev ava bikin û got ku ji roja ewil ve ji bo vê armanc tevdigerin. Serap Guvençê got: "Ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û ji bo jin jiyaneke bi tendurist bijîn, me gelek projeyên cuda pêş xistin. Rastiya bajarekî, şaredariyekê ya 8 salan bi polîtîkayên qeyûman dihat birêvebirin hebû. Dema qeyûm hatin, xebatên wan ên ewil destpêkê ew bû ku hemû qadên jiyanê yên jinan tune bikin. Armanc ew bû ku saziyên jinan û hemû tiştên girêdayî jinan ji holê rakin."
 
WÊ PROJE BIDOMIN
 
Serap Guvençê destnîşan kir ku ew bi xebatkarên tenduristiyê re der barê nexweşiyên jinan de agahiyan didin jinan û di warê hiqûqî de jî perwerdeyê didin jinan û wiha got: “Me li gelek qadan bi jinan re hevdîtin kir, daxwazên wan guhdar kirin û pêşniyazên wan wergirtin. Xebatên me yên taxê hê jî dewam dikin. Me li Navenda Şêwirmendiya Jinan kursên wekî atolyeyên xalîçeyan, hunerên destan, tevnsaziyê, kursên werzîşê û şanoyê vekirin. Kursên me yên zimanên farisî, kurdî û îngilîzî ji bo jinan dê demildest dest pê bikin."
 
Serap Guvençê bal kişand ku di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û li 12 şaredariyan saziyên jinan çalak in û destnîşan kir ku Mêvanxaneyên Jinan, Malên Bêhnvedanê yên Jinan, Navendên Jiyana Jinan, Navenda Şêwirmendiya Jinan çalak in û xebatên stargehê yên Bajarê Mezin bi dawî bûne. Serap Guvençê diyar kir ku wê di mehên pêş de gelek proje bên pêkanîn û got: “Ji bo parastina jinên tundî li wan tê kirin, em bi hestiyar nêz dibin. Ji bo jinên rastî tundiyê tên jî xizmetên hevgirtin û şêwirmendiyê tên kirin da ku karibin jiyana xwe bi ewle bijîn. Em her wiha li gorî hewcedariyê li ser bingehek kesane alîkariya derûnî û hiqûqî pêşkêş dikin. Di vê çarçoveyê de li ser xweparastin û hişyarkirinê perwerde û semînerên jinan hatin dayîn. Her wiha, xeta me ya tundiyê çalak e û qurbaniyên tundiyê bi berdewamî telefon dikin." 
 
Serap Guvençê diyar kir ku 38 jinan serî li Yekîneya Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Şaredariyê dane û got ku wan ji 13 serlêdêran re piştgiriya hiqûqî kiriye. Serap Guvençê got: “Em bi van projeyan hewl didin tundiyê kêm bikin. Em bi projeyên bi vî rengî qadên ji bo jinan ava dikin, tundiya li ser jinê kêm dikin û tekez dikin ku em li cem jinan in. Kapasîteya Navendên Şêwirmendiya Jinan di navbera 15-20 kesî de ye. Di rastiyê de em hewl didin ku jin ji hev hêz bigirin û hişmendiyeke rêxistinkirî ava bikin. Divê neyê jibîrkirin ku ger jin li qadên xwecihî bi hêz bin, wê di qada jiyanê de jî bibin xwedî hêz û hişmendî."
 
MA / Rûken Polat

Sernavên din

02/02/2025
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?