Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe

  • rojane
  • 16:37 30 Çile 2025
  • |

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bersiv da gotina Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk ku digot; “Trafîka Îmraliyê bi dawî bû” û wiha got: “Tiştekî qediyayî tune ye. Em dibêjin bila ev destpêkek be û tecrîd were rakirin.” 

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Ayşegul Dogan, ji ewil kesên li Kartalkaya ya Boluyê di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr xist û got ku ji bo berpirsyar bên darizandin dê pêvajoyê bişopînin. 
 
Bi domdarî Ayşegul Dogan bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê û got ku ne ji bo cezayê li hevşaredar hatiye birîn lewma qeyûm tayînkirin lê ji bo qeyûm were tayînkirin ceza hatiye dayin. Ayşegul Dogan, xwest îktîdar dev ji tayînkirina qeyûman berde û got: “Hûn cara sêyemîn tayînkirina qeyûman re nikarin encamekê bi dest bixin.” 
 
‘GELO DEWLET AMADE YE?’
 
Ayşegul Dogan, bi domdarî anî ziman ku dewleta tirk destkeftiyên gelê Kurd ji bo xwe weke “ewlehiya neteweyî” dibîne û ev tişt anî ziman: “Gelo dewlet ji bo guherîn û veguherîna demokratîk amade ye? Hêj jî her destkeftiyên gelê Kurd ji xwe re weke pirsgirêka ewlehiya neteweyî dibîne. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê hem bi birêz Ocalan re hem jî li Meclisê çendek hevdîtin kir. Rewşekî erênî çêbû. Divê ev hewayê erênî bê pêşxistin. Ev rewş, bi tayînkirina qeyûman baştir nabe. Werin em navekî lê bikin. Divê Meclisê înîsiyatîfê li xwe bigire. Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştî, azadî û demokrasiyê heye. Bila komîsyoneke bi rayeyên taybet hatiye amadekirin bê avakirin. Û bila ev komîsyon xebatên xwe ji raya giştî re vekirî bike.” 
 
BILA MERCÊN OCALAN BÊN GUHERANDIN 
 
Ayşegul Dogan, got ku divê mercên Abdullah Ocalan bên guherandin û wiha pê de çû: “Bila zemîneke wekhev bê amadekirin. Her kes li benda bangawaziyê ye û her kes dixwaze şer biqede. Em jî dibêjin bila sedemên bûne bikaranîna çekê ji holê bên rakirin. Şandeya DEM Partiyê peyamên birêz Ocalan bi raya giştî re parve kir. Rayedarên dewletê gavan naavêjin, berpirsyartiyê li xwe nagirin û cidî nêz nabin. Divê di ferqê de bin bê ka bi pirsgirêkeke çiqasî girîng re rû bi rû ne. Serokkomar dibêje; ‘Bila çekan binax bikin.’ Dê li ku binax bike? Dê piştre çi bibe? Bersiva van pirsan tune ye. Tecrîd nayê rakirin û nahêlin birêz Ocalan bi derdorên cuda re hevdîtinê bike. Divê bingeha vê bê amadekirin. Dê vê bangê çawa bike, dê ji kê re bike û pêwendiyê çawa bi rêxistinê re deyne? 
 
PÊDIVIYA ME BI GEFAN NÎNE
 
Pêdivî bi gefan, şer, şantaj, bombe, ÎHA û SÎHA’yan nîne. Meseleya Kurd, meseleyeke demokrasiyê ye. Meseleya maf û azadiyan a gelekî ye. Divê hiqûqa biratiyê bi awayekî wekhev û di bin misogeriya qanûnan de bê cîbicîkirin. Heke hûn wiha nêz nebin, çareser nabe.” 
 
BERSIV DA ÇELÎK
 
Li ser pirsa rojnamegerekî ya têkildarî daxuyaniya Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk ku digot; “Trafîka Îmraliyê bi dawî bû” jî Ayşegul Dogan wiha got: “Agahiyeke wiha bi şandeya me re nehatiye parvekirin. Li gorî me divê hevdîtin bidomin. Ji bo rakirina tecrîdê me gelek caran bang kir. Divê tecrîd rabe û birêz Ocalan bikare bi şandeya DEM Partiyê, malbat û parêzerên xwe û derdorên cuda yên civakê re hevdîtinan bike. Birêz Ocalan muxatabê esasî yê aştiyê ye û şertên giran ên tecrîdê yên tê de tê ragirtin nabin. Li şûna Çelîk bûma dê min zimanekî wiha bikar neanîbûya. Di halê hazir de tiştekî qediyayî tune ye. Em dibêjin bila bibe destpêkek. Bila xelas nebe, bila tecrîd bê rakirin. Xwezî Çelîk zimanekî bêhtir çêker, bi berpirsyar û cidî bikaraniya.” 
 
 

Sernavên din

02/02/2025
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?