Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde

  • rojane
  • 13:23 30 Çile 2025
  • |
img

RIHA – Parlamenterê Dem Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku di sedsala 21’emîn de paradîgmaya Abdullah Ocalan li gorî ruhê çareseriyê ye û daxuyaniyên ku ji aliyê îktîdarê ve tên dayîn zirarê dide hewldanên çareseriyê û divê hikûmet dev ji zimanê neyînî berde.

Dema ku tecrîda li Îmraliyê dewam dikir parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di 23’ê cotmeha 2024’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re di çarçoveya hevdîtinên malbatî de hevdîtin pêk anî bû. Di wê hevdîtinê de Abdullah Ocalan bibîrxistibû ku tecrîd didome. Omer Ocalan têkildarî hevdîtinê û tecrîdê bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku gotegota çareseriyê jî kelecanê dide mirovan. 
 
‘DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE’
 
Omer Ocalan da zanîn ku mirov hesreta çareseriyê ne û wiha axivî: “Piştî 4 salan, me bi birêz Ocalan re hevdîtina malbatê pêk anî. Di vê hevdîtinê de gelek tişt hatin analîzkirin ku 1 saet û 45 deqe dom kir. Me dît ku birêz Ocala hakimî tiştên ku li Rojhilata Navîn diqewimin e. Wî got ku ji nêz ve her pêşkeftinên li meclîsê dişopîne. Got ku carinan hin tengezarî li meclîsê çêdibin û ew van tengezariyan qebûl nake.  Got ku li meclisê şûna ku paradîgma bên nîqaşkirin pevçûnên çêdibin. 3 meh ji ser vê hevdîtinê re derbas bûne. Em nikarin bibêjin ku li İmraliyê qanûnek heye. Hevdîtina dawîn a malbatê ve di 3’ê adarê 2020’an de, bi birayê wî Mehmet Ocalan re pêk hat. Piştî gelek serlêdanan min di 23’ê cotmehê de hevdîtin pêk anî. Di heman demê de li wir hevalên wî Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim jî li wir dimînin. Nahêlin ew jî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Divê ev bêqanûnî bidawî bibe. Ger demokrasî dê were vî welatî, divê li Îmraliya ku hiqûq ketiye çala reş destpê bike. Birêz Ocalan di hevdîtinê de gelek daxwazên wî yên piralî hebûn. Hewce ye ku bi malbata xwe re hevdîtinan pêk bîne. Pêwîst e demildest tecrîd bi dawî bibe. Ger em çareseriyê biaxivin divê ji vir destpê bikin.”
 
‘KES LI WE BAWER NAKE’
 
Omer Ocalan diyar kir ku Tirkiye polîtîkaya ‘têk biçe, têk biçe, têk biçe’ dimeşîne û wiha axivî: “Li hemberî vê paradîgmayeke ku birêz Ocalan pêşxistiye heye. 4 meh in nîqaşa; ‘Li Tirkiyeyê rayedarên dewletê gelo dê ji bo çareseriyê gav biavêjin an na’ tê kirin. Kes ji vê re nabêje pêvajo, nav pêvajo nîn e. Ger pêvajo hebûya dê herkesî hêz û piştgirî bida. Ger li dijî zimanê çareserî û aştiyê zimanek hişk, racon û dûr dixe were bikaranîn hûn nikarin baweriyê bidin mirovan. Fikarên însanan hene û sedema fikaran jî ev ziman e.”
 
‘MAFÊ HÊVIYÊ LUTUF NÎN E’
 
Omer Ocalan biryara mafê heviyê ku ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê  ve hatibû dayîn bibîrxist û wiha got: “Mafê hêviyê lutuf nîn e. Ev hem di warî siyasetê de û hem jî di warê hiqûqî de nayê qebûlkirin. Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene. Hinek girtî hene zêdetirî 30 sal in girtî ne. Lazim e ev bên dîtin. Zimanê biçûkxistin û dûrxistinê xizmetê ji çareseriyê re nake. Ger herkes ji bo çareseriyê biaxive ev  dê pêşî li pêşketina pêvajoyê veke. Lazim e ev zimanê neyînî were terikandin. Zêdetirî sed sal in ev pirsgirêk dewam dike û ger çareserî çêbibe dê hemû kes qezenc bike.”
 
’26 SAL IN BIRÊZ OCALAN LI HEMAN NÛQTEYÊ YE’ 
 
Omer Ocalan anî ziman ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê rola xwe bilîze divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were û wiha got: “Ez cara ewil çûm Îmraliyê û bi birêz Ocalan re cara ewil hevdîtin pêk anî. Birêz Ocalan ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyê rasteqîn pêşkeş dike. Ji bo ev model were axaftin û nîqaşkirin divê şert û mercên birêz Ocalan bên sererastkirin. Ev hevdîtina malbatê wek lutuf tê dîtin. Birêz Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û ji tu mafên xwe sûd wernagire. Sererastkirina şert û mercên birêz Ocalan tê wateya wek kesek azad ji bo çareseriyê bikeve nav hewldanan. Gelek caran got ku ‘Ez dixwazim vê pirsgirêkê çareser bikim’. Di hevdîtinê de got ku di sala 1999’an de dema hatiye girtin di balafirê de gotiye ku ‘ji bo çareseriya pirsgirêka kurd amade ye piştgiriyê bide û heman tiştî niha jî dibêjim’. Piştre got ku; ‘Wê demê hinek derketin gotin ku Abdullah Ocalan dixwaze xwe xilas bike’. 26 sal in birêz Ocalan ji bo çareseriyê li heman nûqteyê ye. Ger şert û merc neyên afirandin, siyaseteke wêranker bikin, hûn nikarin piştgiriyê bidin aştiya vî welatî. Birêz Ocalan gelek caran anî ziman ku Neteweya Demokratîk ji bo vî welatî çareserî ye. Lazim e li ser vê bê sekinandin.”
 
‘ÇARESERÎ JI BO HER KESÎ YE’
 
Omer Ocalan da zanîn ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina 28’ê kanûnê çûye serdana gelek partiyên siyasî û wiha axivî: “Ev pirsgirêk tenê îktîdarê eleqedar nake, hemû partiyan eleqedar dike. Ew pir girîng e ku birêz Ocalan ji bo çareseriyê ji parlamentoyê re destnîşan dike. Hemî partî hatin ziyaretkirin û agahdarî hate kirin. Di hevdîtina me ya 23’ê cotmehê de, birêz Ocalan diyar kir ku CHP piştgirî da dirûşma slogana ‘Komara Demokratîk’. Ji bo meclîs rola xwe bîne cih em hewldanên xwe didomînin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurdan, beşekê ye. Pêdivî ye ku em her kesî tevli çareseriyê bikin. Bêyî muxalefeta sereke, çareserî qels dimîne. Ger îktîdarû Tifaqa Komarê însiyatîf negirin çareserî bi pêş nakeve. Ji ber vê yekê divê beşeke mezin a civakê tevli çareseriyê bikin. Birêz Ocalan di 23’ê cotmehê de got ku kurd ne kurdên sedsal berê ne. Kurd dikarin li Rojhilata Navîn pêşengiyê bikin. Di hevdîtinê de hinek pirsên min hebûn û dema min got ku li Rojhilata Navîn dewlet demokrasiyê qebûl nakin û bi israr demokrasiyê naxwazin û wî jî got ku ‘Sedsal berê Rojhilata Navîn hat dîzaynkirin li her derê dîktatorek hat peywirdarkirin, niha jî ji bo ev dîktator desthilatdariya xwe bidomînin hincetan diafirînin’.  Di dewamê de got ku mafê kurdan heye ku bi hemû kesî re biaxive û danûstendinê bike.”
 
‘EV NÊZÎKATÎ NAYÊN QEBÛLKIRIN’
 
Omer Ocalan da zanîn ku di demên dawî de hinek kesên li ser navê îktîdarê diaxivin bi axaftinên xwe piştgiriyê nadin çareseriyê û wiha got: “Hêvîdar im ku axaftinên berdevkê hikûmetê (Omer Çelîk) axaftinên serûber bin. Ger ev axaftin cidî bin wê demê nêzîkatiyeke biçûk dîtinê heye. Nêzîkatiyên biçûk dîtinê û wek amûr dîtin tu caran ji çareseriyê xizmetê nakin. Em bi çareseriyeke dîrokî re rûbirû ne. Pirsgirêka kurd pirsgirêke zêdetî 200 sal in heye. Rastiya gelên ku bi hezaran sal in bi hev re dijîn heye. Lazim e dev jî nêzîkatiya biçûk dîtinê were berdan. Ger hincetên rakirina çek ji holê ben rakirin, ji bo çareseriyeke rasteqîn em israr bikin, şert û mercên birêz Ocalan bên sererastkirin, bawer dikim ku hemû pirsgirêk dê bi rêyen demokratîk bên çareserkirin. Israra zêde, nêzîkatiyên ku erebeyê li pêşiya hespê danîn, tişta ku herî dawî were gotin di serî de bê gotin û bi demê re hiştin dê zirarê bide pêşketinan. Baweriya hemû kesî bi çareseriyê heye. Her kes dixwaze xwîn neyê rijandin. Lê Rojava hê jî tê bombebarankirin. Li Bendava Tişrînê welatî tên qetilkirin. Bi destê çeteyan kuştina rojnameger, hunermend û siyasetmedaran zirarê dide hevdîtinên ku tên kirin. Ger behsa pêvajoyeke nû were kirin divê bingeha wê were amadekirin. Devjêberdana çek ancax bi diyaloga navbera birêz Ocalan û rêxistinê ve mimkun e. Divê sedemên hilgirtina çek ji holê bên rakirin. Ger makeqanûneke ku nasnameya kurdan qebûl dike hebe ev dê feydeya xwe ji her kesî re hebe. Li Rojhilata Navîn paradîgmaya li gorî ruhê demê paradîgmaya birêz Ocalan e. Di vê paradîgmayê de çareserî û jiyan heye. Em dixwazin hêzê bidin vê paradîgmayê. Lê axaftinên ku tên kirin zirarê didin.”
 
‘PÊVAJO DÊ BI TEVÎ GEL BI PÊŞ BIKEVE’
 
Omer Ocalan bi bîrxist ku DEM Partiyê têkildarî hevdîtinên ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tên kirin biryara ‘Hevdîtinên Azadiyê û Aştiya Civakî’ hatiy wergirtin û wiha got: “Hevdîtinê ku di 1’ê sibatê de  destpê bikin girîng in. Ev meseleyeke civakî ye. Ger em behsa aştî û çareseriyê bikin divê ev civakî bin. Lazim e tiştên ku di demên dawî de tên axaftin bi gel re bên nîqaşkirin. Lazim e gel rasterast di vê pêvajoyê de cih bigire. Dê bi mîtîng û hevdîtinên gel ve pêvajoyek were meşandin. Em ê hûrgiliyên civakîbûn aştiyê biaxivin. Em ê tevî gel pêvajoyê bi rêve bibin. Pêvajoya ku gel di nav de cih negire bi ser nakeve û piştgiriya gel girîng e.
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

02/02/2025
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?