Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye

  • rojane
  • 16:36 29 Çile 2025
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Stenbolê di panelekê de axivî û tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê weke “derbeya siyasî” nirxand. 

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li eywaneke li semta Okmeydaniyê ya Stenbolê panela “Di Dorpêça Şer de Şoreşa Jinê: Jin li Rojava Jiyaneke Nû Ava Dikin” li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û gelek jin tev li panelê bûn. Li eywana panelê wêneyên wêraniya êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn daliqandin. 
 
Tulay Hatîmogûllari di destpêka panelê de axivî û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê da. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku tayînkirina qeyûm nenaskirina vîna gel e û wiha got: “Qeyûm, derbeya siyasî ye. Derbeya li dijî îradeya gel e, binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Qeyûm, nayên qebûlkirin. Li rexekî qala aştiyê dikin li rexa din girtin, binçavkirin û tayînkirina qeyûman. Em vê qebûl nakin. Dê têkoşîna me ya li dijî pergala otorîter bidome. Dev ji vê feraseta qeyûmperest berdin. Tavilê van memûrên xwe paşve bikişînin û îradeya gel dîsa vegere ser peywira xwe.” 
 
REWŞA ROJHILATA NAVÎN
 
Tulay Hatîmogûllari, bi domdarî bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got ku ji van geşedanan xuyaye ku pergala kûrewî di nava guherîn û veguherînê de ye. Tulay Hatîmogûllari, guherînên li Sûriyeyê bi bîr xist û got ku êriş li ser kesên sekuler, jin û daxwaza jiyaneke azad dikin tên kirin. 
 
TECRÛBEYA ROJAVA JI BO ROJHILATA NAVÎN MODÊL E 
 
Tulay Hatîmogûllari, got ku tecrûbeya Rojava di nava şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ku ji sala 2011’an ve didome, mîna stêrkekê dibiriqe û ev tişt anî ziman: “Tecrûbeya Rojava bi pêşengtiya jinan pêk hat û ji bo pêşerojê ronahî ye. Modêla Rojava, ji bo tevahiya herêmê pir girîng e. Hêzên tarî û rejîmên otorîter ên herêmî ku tehemûla tecrûbeya Rojava nakin, hewl didin vê modêlê tune bikin. Em dibînin ku bi destê çeteyên SMO’yê êrişî Rojava dikin. Li Bendava Tişrînê hunermend, nivîskar, parastvanên xweza û mafên mirovan qetil kirin. Divê Tirkiye tavilê dev ji vê helwesta xwe ya neyînî berde. Heke em qala aştiyê bikin, gava herî girîng ev e. Qetilkirina sivîlan a bi ÎHA û SÎHA’yan û aştî li rex hev nabe. Pergala li Rojava ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê misogeriya ewlehiyê ye. 
 
TEKANE RÊ AŞTÎ YE
 
Heke em bixwazin tevahiya sînor biewle be, rêya vê aştiya demokratîk e. Dema em qala Rojava dikin, hemû hevalên jin keyfxweş dibin. Ji ber ku berxwedana Kobanê tê bîra her kesî. Berxwedana Kobanê nîşan da ku DAIŞ û dûvikên wê dikarin bên têkbirin. Rojava, têkoşîna jinên ji bo azadiyê canê xwe feda kirin e. Xaka azadî û jiyana wekhev e. Li dijî tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê çirayeke ku Rojhilata Navîn ronî dike. sembola têkoşîna li dijî êrişên zayendperest û faşîst in. 
 
TIRKIYE RAYA GIŞTÎ DIXAPÎNE
 
Îktîdara Tirkiyeyê û medyaya wê gelên Tirkiyeyê dixapîne û weke ku li Rojava sivîl nejîn, weke ku jiyan tune be û weke ku her kes leşker be nîşan dide. Ev xelet e, îktîdar gel dixapîne. Li Sûriyeyê tekane rêyeke heye ku ew jî avakirina rêveberiyeke demokratîk e ku hemû gel û bawerî tê de cih bigirin. Divê hevserokatî û nûnertiya wekhev bê qebûlkirin û parastin. Modêla Rojava, modeleke sekulere û ji bo şerên olê yên herêmê jî tekane çareserî ye. Dermanê pirsgirêkên li herêmê ye. Lewma parastina destekftiyên rêveberiya xweser a li Rojava, bi destûra bingehîn misogerkirina wan û amadekirina destûreke bingehîn a demokratîk girîng e. Biqasî ji destê me tê em ê li Tirkiyeyê li ser vê zemînê piştgiriyê bidin.” 
 
Panel, ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 

Sernavên din

02/02/2025
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?