ÎZMÎR - Saît Zambak ku piştî 30 salan hate berdan, wiha got: “30 salên min bi têkoşînê derbas bûn. Ez serbilind û serfirazim.”
Saît Zambak (52) ku di sala 1995’an de li Balikesîrê hate binçavkirin, birin Erziromê û hate girtin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê da Zambak. Zambak, piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê hate berdan.
Zambak, ji hêla endamên malbata xwe, rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE - TUHAYDER) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hate pêşwazîkirin.
'HEFSA MIN BI TÊKOŞÎNÊ DERBAS BÛ’
Zambak, li pêşiya girtîgehê axaftineke kin kir û wiha got: “Piştî 30 salan hatim berdan. Vegotina vê hestê zor e. Ruhê mirovên ji jiyanê hez dikin û têkoşeran, her tim ciwan dibe. 30 sal ên min ên di girtîgehê de bi têkoşînê derbas bûn. Lewma serbilind û serfiraz im. Hestên pir cuda dijîm. Rewşa hevalên min ên li hundir jî baş e, li ber xwe didin.”
Zambak, tevî malbata xwe ber bi navçeya Soke ya Aydinê ve bi rê ket.