NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya MSD’ê li ser vexwendina konsolosxaneyên Swêdê yên li Lubnan û Sûriyeyê, bi rayedarên balyozxaneyê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de li ser rewşa Sûriyeyê û êrişên Tirkiyeyê hate axaftin.
Şandeke Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku ji Cîgirê Hevserokên Meclisê Elî Rehmûn û endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Guhertina Demokratîk Ziyad Wetfa pêk tê, li Şamê bi berpirsa kar û barên Balyozxaneya Swêdê Jessica Svardstrom û Sekretera sSiyasî ya Balyozxaneyê Alice Wadstrom re hevdîtin kirin.
Di hevdîtinê geşedanên li Sûriyeyê û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Şandeya MSD’ê diyar kir ku pêkanîna aramiyê li Sûriyeyê mifteya aramiya tevahiya herêmê ne û hişyarî da ku berdewama rewşa niha dikare bibe sedema xirabiyên giran li ser asta herêmî û navneteweyî. Her wiha şandeyê behsa girîngiya rola Swêdê û Yekitiya Ewropayê di hewlên piştgiriya ji bo pêkanîna derbasbûneke siyasî ya berfireh a li Sûriyeyê de kir.
Rayedarên balyozxaneyê jî bal kişand ser girîngiya diyalogê wek rêyeke bingehîn ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê. Her wiha diyar kir ku Swêd dê bi rêya Parlamentoya Ewropayê piştgiriya Sûriyeyê ji bo pêkanîna aştî û aramiyê bike.