STENBOL - Siyasetmedaran bertek nîşanî êrişên ser ESP, SKM û SGDF’ê dan û li dijî êrişan banga têkoşîna hevpar kirin.
Endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) jî di nav de bi giştî 34 kes hatibûn girtin. Têkildarî girtinan, li Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî hate dayin. Nûnerên gelek partiyên siyasî, sendîka, sazî û dezgehan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Êriş li ser me tevan e, têkoşîn bi hev re” hate hilgirtin.
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Cîgira Hevserokê Giştî ya ESP’ê Sezîn Uçar diyar kir ku endam û rêveberên partiyê ji ber xebatên partiyê hatine girtin û got: “Divê em li dijî êrişên rejîmê bibin yek. Bi sala ye li dijî ESP’ê êriş tên kirin. Di salên dawî de ev êriş zêdetir bûne. Êrişên ser Rojava, Çapemeniya Azad, Baroya Stenbolê û hwd. parçeyeke vê konseptê ne. Li rexekî li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin tên kirin û li rexa din jî ev êriş tên kirin. Heke em li dij dernekevin dê bi êrişên mezintir re rû bi rû bimînin. Em mecbûrin pergala sermayeyê ya mêrserdest têk bibin.”
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî jî got ku divê li dijî êrişan mil bi mil têbikoşin û bal kişand ser êrişên di demên dawî de. Çepnî, anî ziman ku divê li dijî êrişan têkoşîneke yekgirtî were dayin û got: “Heke ESP û sosyalîst bêdeng bibin, dê bi milyonan karker bêdeng bimînin.”
Endama MYK’a SGDF’ê Sînem Çelebî jî got ku li dijî ciwanan êrişeke berfireh heye û xwest her kes li dijî van êrişan dengê xwe derxîne. Hevseroka Giştî ya BEKSAV’ê Canan Kaplan jî bertek nîşanî girtin, binçavkirin û serdegirtina partî û saziyan da.
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê û Berdevka SODAP’ê Kezban Konukçu jî anî ziman ku dê êrişên îktîdarê bidomin û xwest her kes li dijî van êrişan bibe yek.
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû jî diyar kir ku îktîdar ji têkoşîna hevpar a tevgerên sosyalîst û Kurdan ditirse û got: “Lewma divê em xwedî li pêvajoyê derkevin. Heke em yekitiya gelan biparêzin dê xwe li ser pêyan bigirin. Divê em têkoşîneke hevpar bimeşînin.”