MÊRSÎN - Di çalakiya protestokirina tayînkirina qeyûm a li pêşiya Şaredariya Akdenîzê de wiha hate gotin: “Îktîdar ji bo hesabên biçûk û bi kompasan, bi welêt dide windakirin.”
Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê hatiye destpêkirin didome. Di çalakiya îro de pankarta "Li Rojava êrişê gel tê kirin û em êrişan şermezar dikin" û "Tayînkirina qeyûm tê wateya xespkirina vîna gel" hatin hilgirtin. Beşdaran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, "Ji şer re na aştî a niha”, "Gelê Rojava ne bi tenê ye" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen di daxuyaniyê de bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê û wiha got: “Hûn nikarin vîna gelê Kurd tune bihesibînin. Dev jî xespkirina vîna gel berdin. Em ê berxwedana xwe bidomînin."
Hevseroka MEYADER'ê ya Mêrsînê Gulseren Gonca jî bi bîr xist ku di êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hunermend û rojnameger hatin qetilkirin û ev tişt anî ziman. “Komkujî, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em komkujiyan şermezar dikin. Bi înkar û şer nikarin ji bo gelê Sûriyeyê çareseriyê pêk bînin. Çareserî bi diyalogê dibe. Li Rojava modela jiyana demokratîk tê hedef girtin. Bêdengiya li hemberî Rojava tê wateya piştgiriya şer. Ji ber wê em bang li her kesî dikin ku xeta têkoşîn û berxwedanê mezin bikin û xwedî li modela jiyana azad derkevin."
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî di axaftina xwe de bal kişand ser girtin, binçavkirin, zext û zilma ku tê kirin û wiha got: “Em tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê şermezar dikin. Ev hesabên biçûk û kompasên îktîdarê bi welêt didin tayînkirin. Em ê li hemberî xespkirina vînê berxwedana xwe bidomînin. Rojnameger tên binçavkirin û girtin. Îktîdar divê dev ji wan polîtîkayan berde. Çapemeniya Azad heta niha bêdeng nema û serî netewand."
Serokê Partiya TÎP'ê yê Mêrsînê Ahmet Paket jî destnîşan kir ku vîna gel tune hat hesibandin û axaftina xwe wiha qedand: “Em xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Lê belê me ji bo jiyaneke bi rûmet sozek daye."
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.