NAVENDA NÛÇEYAN: Navenda Ragihandina HSD’ê diyar kir ku di çalakiyên hêzên wan ên di 28’ê Çileyê de 27 endamên koma paramîlîter SMO’yê hatine kuştin û birîndarkirin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên dawî û encama şer daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, daxuyaniya HSD’ê wiha ye:
“Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarê bakurê Bendava Tişrînê dewam kirin. Duh sêşemê demeke dirêj derdora Bendava Tişrînê bi çekên giran bombebaran kirin, lê ji ber bomberdûmanê ti ziyan çênebûn.
Li eniya Qereqozaqê, li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şervanên me li dijî kombûnên çeteyan ên li Girê Newroz û Girê Qereqozak û li dijî baregehên çeteyan li gundên Qebir Îmoû El-Hoşeriye gelek çalakî li dar xistin. Hate piştrastkirin ku di çalakiya li ser baregeha çeteyan a li gundê Qebir Îmoyê de 5 çete hatin kuştin û 10 çete jî birîndar bûn, di çalakiya li ser baregeha El Hoşeriyê de jî 12 çete hatin kuştin û birîndarkirin. Her wiha li Girê Qereqozakê jî yekîneyên Şehîd Harûn nuqteyeke komên çeteyan hedef girtin û bi temamî hate rûxandin.
Dagirkeriya Tirk dîsa li gelek gundên derdora pira Qereqozaqê bi dijwarî êrişên asmanî pêk anî, li van herêman gundên Xeseq El Tîna, Bîr Heso, Malha, Dîkan, Qereqozaq û Balafirgeha Sirînê û Girê Sêvî li başûrê Kobanê hatin bombebarankirin, her wiha çeteyan jî 180 topê avêtin wan deveran, di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.
Dagirkeriya Tirk bi zanebûn sivîlan li bajar, gund û bajarokan dike hedef. Duh, sêşemê, komkujiyek hovane pêk anî ku di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn. Firokeyeke bê mirov bazareke bajarê Sirînê li başûrê Kobanî bombebaran kir, di encamê de 12 sivîl şehîd bûn û 13 jî birîndar bûn, di nav şehîdan û birîndaran de zarokên biçûk hebûn.
Di çarçoveya parastina rewa de li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarokên Eyn Îsa û Zirganê, hêzên me pêr çalakiyek serketî li dijî baregeheke artêşa Tirkyeyê ya dagirker li gundê Til Mihemed li gundewarê bajarokê Zirganê lidar xist. Di encamê de hat piştrastkirin ku serbazekî dagirkeriyê hat kuştin û yek jî birîndar bû.”