Bakirhan: Kurd jidil in, divê îktîdar gavên pêwîst biavêje

  • rojane
  • 13:32 28 Çile 2025
  • |

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku gelê Kurd di mijara çareseriyê de jidil e û wiha got: “Aliyê divê gav biavêje, îktîdar e.” 

Hevdîtinên Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê di çarçoveya nîqaşên ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de li Enqereyê hevdîtinan dike. Şandeya Platformê, di vê çarçoveyê de bi Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re hevdîtin kirin. Hevdîtin, li eywana civîna koma Meclisê hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê jî tev li hevdîtinê bûn. 
 
SEROKÊ BAROYA AMEDÊ: DIVÊ CIVAK BÊ TEVLIKIRIN 
 
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç di hevdîtinê de wiha got: “Em pêvajoyê erênî dibînin. Gelê Kurdistanê bihêvî ye lê bihişyarî nêz dibe. Weke rêxistinên civaka sivîl em jî bi baldarî nêz dibin. Em naxwazin ev pêvajo jî mîna yên berê bên tunekirin.  Weke rêxistinên civaka sivîl em jî dixwazin hemû derdorên civakê tev li pêvajoyê bên kirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên diyalog, aştiyane û demokratîk daxwaza gel e.” 
 
'LI HERÊMA ME XWEŞBÎNIYEKE DUDIL HEYE’ 
 
Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya jî got: “Li herêma me xweşbîniyeke dudil heye. Gel dixwaze şer xelas bibe û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Lê mixabin di serê gel de pirs hene. Divê muxalefet piştgiriyê bide, Meclis xwedî lê derkeve û civaka sivîl tê de cih bigire. Li gorî me divê ev meseleye li Meclisê û bi rêyên demokratîk were çareserkirin.” 
 
‘EM HEWL DIDIN HERKESÎ DAXIL BIKIN’
 
Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî axivî û ev tişt anî ziman: “Em ji pêvajoyên berê dersan digirin û ji bo pirsgirêk bi rêyên demokratîk, diyalog û muzakereyan were çareserkirin, em li parlamentoyê û derveyî parlamentoyê jî têkoşîna xwe didomînin. Em van nîqaşan girîng dibînin û hewl didin civakî bikin. Mîna we, em jî ji bo hemû dînamîkên civakê daxil bikin û ji bo veguhera pêvajoya çareseriyê, 24 saetan dixebitin.”
 
‘ALIYÊ KURD JIDIL E’
 
Bakirhan, anî ziman ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên muzakere û guftûgoyê were çareserkirin û wiha pê de çû: “Li gorî me aliyê Kurd di vê mijarê de jidil e. Ji bo vê jî tişta ji dest tê dike. Ya ku divê gavan biavêje û veguherîne pêvajoyeke aştiyê, îktîdar bi xwe ye. Em ji bo keda we spas dikin. Divê ji her çar aliyên welêt saziyên mîna we di vê mijarê de bên gel hev.” 
 
‘EM Ê TIŞTA JI DEST TÊ BIKIN’
 
Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî di hevdîtinê de got: “Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, ev demekî dirêj e têkoşînek tê dayin. Ji bo ev pêvajo veguhera pêvajoya aştiyê weke DEM Partiyê em ê tişta ji dest tê bikin.  Di demên berê de hinek kêmasî çêbûn. Divê zemîneke qanûnî hebe, meclis rola xwe bilîze û partiyên muxalefetê bi çalak tev li bibin. Wê demê dê aştiyeke mayinde çêbibe. Hem hevsengiyên herêmî hem jî yên navneteweyî aştiyê li me ferz diikn. Hêvîdarim her kes wisa binirxîne. Dê xebatên me yên bi rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ked û pîşeyî re bidomin.” 
 
 

Sernavên din

15/02/2025
09:27 Stratejiya hilbijartinê wekî sedema girtinê hat nîşandan
09:10 Dê bendava DSÎ'yê dîrokê jî tune bike!
09:07 ‘Li dijî tundiya mêr xeta xweparastinê divê'
09:04 Dê doza Mîraçê ku bi wesayîta zirxî hat qetilkirin jinûve bê lidarxistin
09:02 ‘Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin tên hedefgirtin’
09:00 ROJEVA 15’Ê SIBATA 2025’AN
07:56 Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin
07:51 Pankarta deynên qeyûm rakirin: Li pêşiya avahiya şaredariyê protestoya ‘diz hene’
07:48 Abdullah Zeydan teblîgat îmze nekir
07:45 Ser şaredariyê de girtin: Rojnameger hatin binçavkirin
07:43 Polîsan ser şaredariya Wanê de girtin
06:01 Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ji piştve kelepçekirî hat binçavkirin
14/02/2025
16:41 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê çû serdana DEM Partiyê
16:36 Komeleya Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:31 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e!
15:28 Talabanî: Cihgirtina Kurdan a di avakirina Sûriyeya nû de dê bi xwe re îstîqrarê bîne
14:35 Xelkê Sêrt û Rihayê piştgirî dan berxwedana Wanê
14:27 Girtiyên nexweş ên li Antalyayê ev saleke sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
14:20 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin
13:37 Parêzerê Îtalî: Azadiya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê bi ser bixîne
13:26 Polîsan kablo birîn û li ser dep alaya tirkan xêz kirin
13:14 Dayik li ber xwe didin: Em ê tu caran serî netewînin
12:39 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:50 Di êrişa dewleta tirk de jinek hate qetilkirin
11:38 Hevşaredar Hatun li qada çalakiyê bang kir: Ji xeletiya xwe vegerin
11:15 Ji DEM Partiyê 4 xalên çareseriyê
11:13 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:45 Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin
10:25 Xelkê Wanê: Me duh rê neda wan û dê îro jî nedin
09:47 Li Wanê ji ber berfê rêya 235 gund û mezrayan hatin girtin
09:46 'Di çarçoveya mafê aştiyê de divê Ocalan azad bibe'
09:45 Şoreşgerê Ereb Alkanoglû: Di warê muzakereyê de divê şert û merc bên xurtkirin
09:35 Li Akdenîzê serdema qeyûm: Mobîng, gef û qirkirina karkeran
09:35 ‘Gel ji felsefeya Abdullah Ocalan hêzê digirin’
09:11 KON-MED: Em di 15'ê Sibatê de biherikin mitînga Strasbourgê
09:09 Behsa nasîna xwe ya bi Ocalan re kir: Girêdana min a bi têkoşînê re zêde bû
09:04 Di 13 saliya xwe de bavê xwe nas kir, 17 sal in li benda berdana wî ye
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2025'AN
08:48 Nobet di roja 4’an de didome: Gelê Wanê dê dîsa bi ser keve
08:35 Guh nadin berf û zivistanê nobet digrin
07:21 Cemîl Bayik: Nameya Rêber Apo gihîşte me
13/02/2025
16:30 Bertek nîşanî qedexekirina bîranîna Şêx Seîd da: Kurd ev 100 sal in li ser pêya ne
16:20 Nobeta li Wanê: Guh bidin gotinên Ocalan û ji vîna gel re rêzdar bin
16:07 Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
15:54 Pervîn Buldan çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
15:42 Nasnameyên 32 welatiyên li Şengalê hatin qetilkirin bi salan piştre hatin eşkerekirin
15:17 Binarê Qendîlê hate bombebarankirin
15:16 Serokkomariya Iraqê ‘Qanûna statuya rewşa kesî’ erê kir
15:09 Di doza Sûrê de 11 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Atalay
14:07 Zengîn a AKP’î ji bo ‘vasî’ li Gergerlîoglû bê tayînkirin serî li dadgehê da
13:03 Komek rewşenbîrên misliman: Divê meclis berpirsyariyê bigire ser xwe
12:39 Nobeta li Wanê didome: Beriya şahiyê gel bicoş e
12:27 Li Xarpêtê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:19 Walîtiyê Amedê bîranîna Şêx Seîd qedexe kir!
12:14 Hêlîn Umît: Naveroka bangê dê di rojên pêş de zelal bibe
11:51 Binçavkiriyên li Stenbolê sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:31 Li Wanê peyama ‘Em berê bi ser ketin, dê dîsa bi ser kevin’
11:31 Zeydan: Wan bi sekna xwe bûye hêvî û serfiraziya her kesî
11:01 Mehmet Ocalan: Çareserî dê ji bo her kesî baş be
10:28 Erdemîrcî: Divê bi ruhê 26 sal berê li pêvajoyê xwedî derkevin
10:25 Gelê Wanê: Em ê şaredariya xwe nedin wan
10:04 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:01 KCK: Yên bang kirin bila şert û mercan çêbikin
09:47 HDK biisrar e ku aştiyê civakî bike
09:33 Tehliyeya Kandemîr bi hinceta ‘greva birçîbûnê’ taloq kirin
09:09 'Kî çi stratejiyê ava dike bila bike, lê mecbûr e HSD'ê bibîne'
09:09 Rojnameger Germiyanî: Li dijî qetilkirina rojnamegeran pêdivî bi helwesteke navneteweyî heye
09:07 Di bin banê NÇM'ê de ‘Koma Vejîn’ hat avakirin
09:02 Her sal di 15'ê Sibatê de rojî digire: Wê komploger winda bikin
09:00 ROJEVA 13’Ê SIBATA 2025’AN
08:41 Gel ev 3 roj e li pêşiya şaredariyê li ber xwe dide
12/02/2025
16:47 Malbata Rojwelat Kizmaz: Bila berpirsyar hesabê bidin
16:39 Dadgeha Bilind cezayê ‘endamtiyê’ yê Ayşe Gokkkan betal kir
16:14 Ma Music çû serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê
16:09 Amedsporê banga îstîfayê li Midûriyeta Ciwan û Sporê kir
15:41 Di çalakiya li Akdenîzê de bertek nîşanî cezayê li Zeydan hatiye birîn dan
15:32 IFJ’ê bertek nîşanî fesxkirina Sendîkaya Rojnamegeran a Sûriyeyê da
15:20 Dewleta tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir
14:15 Ji bo Koyluoglû mewlûd hat dayin: Dê peyrewên wî têkoşîna heqîqetê bidomînin
14:07 Îdianameya Îmamoglû hate qebûlkirin
13:57 Cezayê hefsa malê yê rojnameger Akyuz hate rakirin
13:46 Rojnameger Samî Yilmaz hate binçavkirin
13:43 Ji bo mitînga Strasbourgê bang hate kirin
13:34 Dozgeriya li dijî biryara betalkirina di doza Sûrê de derketî ceza xwest
13:17 Li Wanê çalakiya girseyî: Em ê îradeya gel biparêzin
13:10 DBP dê li Amedê kongreyê li dar bixe
12:58 Li Salîhliyê 18 kes hatin binçavkirin
12:26 Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
12:16 AYM’ê ji bo cezayê dabûn rojnameger Yelda Çîçek biryara binpêkirinê da
12:00 MYK’a DBP’ê: Em ê li dijî êrişên ser HDK’ê têbikoşin
11:53 Polîsê Kazanhan qetil kirî ev saleke nehatiye girtin
11:42 Wêneyên 2 rojnamegerên jin ên hatin qetilkirin hatin şewitandin
11:21 Wesayîta karkeran qeza kir: 10 kes birîndar bûn
11:20 Li dijî girtina rojnameger Oznûr Degerê îtîraz hate kirin
11:14 Berxwedana ji Şêx Seîd heta Abdullah Ocalan didome: Bêyî azadiyê çareserî nabe
10:18 Endama PM’a DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû hate binçavkirin
10:18 Amed bi berfê xemilî
09:16 Ji PKK’ê daxuyaniyeke girîng
09:11 Karapinarê nexweşîna pençeşêrê pê re heye: Ez mafekî dermankirinê yê birûmet dixwazim