Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe

  • jin
  • 10:33 12 Çile 2025
  • |
img

MÊRSÎN - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê ku li dijî hewldana tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê li ber xwe didin, gotin ku wan kolan bi kolan xebatên hilbijartinê meşandine û ew ê xwedî li keda xwe derkevin. 

Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan ên DEM Partiyî hatibûn binçavkirin. Bertekên li dijî binçavkirinan didomin. Çalakiya nobetê ya li dijî hewldana tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin di roja 3’yan de didome. Yên ku pêşengtiya çalakiyê dikin jî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ne ku di salên 90’î de ji neçarî koçberî Mêrsînê bûne. Dayikên ku bi stran û dirûşmên xwe coşê didin girseyê, diyar kirin ku bi polîtîkaya tayînkirina qeyûman pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. 
 
'EM Ê XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN’ 
 
Ji Dayikên Aştiyê Halîme Kalkan (53) xwest hevşaredar tavilê bên berdan û wiha got: “Di demekî bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan dikin de tayînkirina qeyûman çiqasî rast e? Heke aştiyek çêbibe, divê êrişên ser Rojava bisekinin û dev ji tayînkirina qeyûman berdin. Hem aştî hem jî êriş bi hev re nabin. Dema sivîl tên qetilkirin aştî nabe. Qeyûm û êriş girêdayî hev in. Em ê heta dawiyê xwedî li vîna xwe derkevin. Me şaredariyên xwe bi saya xweha eniya xwe standin. Em ê xwedî li keda xwe derkevin.” 
 
'BILA MIROV NEMIRIN’
 
Dayika Aştiyê Kadriye Oguz (65) jî wiha got: “Ev zîhniyeta qirêjî dê têk biçe. Me şaredarî bi keda xwe bi dest xist. Tişta ev dewlet bi serê me tîne li dinyayê kesek bi serê tu gelan nayîne. Li rexekî qala aştiyê dikin li rea din dixwazin qeyûm tayîn bikin. Mixabin aştiyê naxwazin. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan aştiyê dixwaze. Dewlet li ser zilmê hatiye avakirin. Êdî bes e. Hûn çi ji gelê Kurd dixwazin? Em qeyûman naxwazin. Bila mirovên me nemirin.” 
 
'EM BI RÊBERÊ XWE RE NE’ 
 
Şemse Acar a 67 salî jî tevî temenê xwe yê mezin û pirsgirêkên tenduristiyê jî tev li çalakiyê bûye û wiha dibêje: “Em qeyûm naxwazin. Her kesên xwedî wijdan divê li dijî hewldana qeyûm derkevin. Bila bên vê derê. Hatina vê derê peywira me ye. Me kedekî mezin da û kolan bi kolan geriyan û me şaredarî bi dest xist. Em ê heta dawiyê xwedî li vîna xwe derkevin.” 
 
‘BI VAN POLÎTÎKAYAN AŞTÎ NABE’
 
Gule Barkirhan a 50 salî ku di Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê de ji lingê xwe seqet bûye jî ev tişt anî ziman: “Me piştî kedeke mezin şaredarî bi dest xist lê ew dixwazin ji xwe re bikin qada rantê. Bi darê zorê vîna me desteser dikin. Em Kurd in lewma wiha dikin. Em ê heta dawiyê xwedî li vîna xwe derkevin. Bi van polîtîkayan aştî nabe. Qala aştiyê dikin lê şaredariyên me desteser dikin. Em ji bo aştiyê çûn Enqereyê lê bombe teqandin, niha bi birêz Ocalan re hevdîtinê dikin lê hewl didin qeyûm tayîn bikin.” 
 
Zubeyde Taniş a 65 salî ku bi stranên xwe coş dide girseyê jî got: “Hevdîtinek heye lê qeyûm jî heye. Bi tayînkirina qeyûman re aştî nayê. Ev planeke. Heke aştî bê divê qeyûm nebin.” 
 
Saniye Akbay a 53 salî jî wiha bertek nîşan da: “Têkoşîna me têkoşîna heqîqetê ye. Li her derê şaredar 5 salan dimînin lê yên me çendek mehan dikin. Em vê qebûl nakin.” 
 

Sernavên din

15/01/2025
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir
10:13 'Îftirayên' Akbiyik bi beraatê encam dibin
09:55 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:54 Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake
09:52 Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e
09:36 Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin
09:16 Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN
11/01/2025
16:43 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
16:12 Dosyeya Pexşan Ezîzî ji daîreya înfazê ya ceza re hat şandin
16:08 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin
15:44 Ji Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang
15:39 Ji QSDˈê têkildarî îdiaya 'wesayîta bombebarkirî' daxuyanî
15:32 Li Amedê daxuyaniya ji bo qeyûm
15:27 Cizîrî li dijî qeyûman meşiyan
14:49 Qereqozaq hat topbarankirin: 2 zarok birîndar bûn
14:32 Li ber Şaredariya Akdenîzê hevdîtina gel
14:20 Dayikên Şemiyê ji bo 'Komkujiya Basanê' edalet xwestin
13:46 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê destên xwe bidin destên Abdullah Ocalan
13:43 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
13:29 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo Pexşan Ezîzî çalakî
12:58 Banga li dijî cezayên darvekirinê: Nebin hevkarê sûcan
11:29 Berxwedana li ber Şaredariya Akdenîzê di roja 2'yan de ye
11:23 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Amêdiye ve berdewam dike
10:30 Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê bi hezaran kes bi rê ketin
10:14 Di 10 rojan de 147 kes hatine binçavkirin
09:51 Ji ber Şaredariya Akdenîzê bang kirin: Dest ji vê bêhiqûqîtiyê berdin
09:48 SYKP: Çi dikeve ser milê me em ê pêk bînin