Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî

  • rojane
  • 16:43 11 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hatin lidarxistin de, banga berdana girtiyên nexweş hat kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo çalakiya 668'emîn a "Rûniştina F" ya ku her hefte li dar dixe, li ber avahiya komeleyê ya Beyoglûyê kom bû. Di çalakiya vê hefteyê de îşaret bi rewşa girtiya nexweş û Dayika Aştiyê Besra Erol a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê girtin hat kirin. Di daxuyaniyê de pankartên "Dermankirin maf e, nayê astengkirin" û "Divê girtiya nexweş Besra Erol serbest bê berdan" hatin vekirin û dirûşmeyên "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan piştgirî dan daxuyaniyê.
 
Nûnera Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Enqereyê Kezban Kalinê di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku divê girtiyên nexweş ji ber nexweşiyê serbest bên berdan û got ku ev rewş ji bo girtiyên nexweş ên ku tevî înfaza wan bi dawî bûne jî dibe sedema encamên kujende. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de rewşa girtiya nexweş Besra Erol a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê girtin, hat parvekirin. Kezban Kalinê da zanîn ku li gel nodulên tîroîtê, nexweşîna fitiq, siyatik, guatr, tansiyona zede û tansiyona çavan bi Besra Erolê re hene. Kezîban Kalinê xwest ku Besra Erol demildest bê berdan. 
 
Kezîban Kalinê bi bîr xist ku ji ber axaftina li ser gora kurê xwe Evrîm Denîz Erol ê li Pirsûsê jiyana xwe ji dest daye Besra Eol hatiye girtin. Kezîban Kalinê destnîşan kir ku tevî ku Besra Erolê cezayê xwe temam kiriye nayê berdan. 
 
ÎZMÎR  
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya 303'yan li dar xist. Di çalakiya li ber Eskî Sûmerbanka Konakê de pankarta bi nivîsa "Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemînin, nebin alîgirê sûc" hat vekirin. Di çalakiyê de ku gelek kes lê amade bûn, li ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Hasan Rûzgar ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê tê girtin, hat sekinandin.
 
Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuşê daxuyanî da û diyar kir ku Hasan Ruzgar, ji ber demeke dirêj di girtîgehê de maye û rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya "Nikare di girtîgehê de bimîne" di sala 2007'an de hatiye berdan. Zîlan Gumuşê bi bîr xist ku Ruzgar di sala 2010'an de careke din hatiye girtin û got: "Hasan Ruzgar di dema grevên birçîbûnê yên demdirêj û ji ber şert û mercên girtîgehê bi nexweşiyên cuda ket. Ruzgar sê caran bi giştî 650 rojan di rojiya mirinê de maye. Lê ji ber ku baş nehatiye dermankirin nexweşînên wî giran bûne.Nêzî bîst nexweşînên kronîk pê re hene." 
 
Zîlan Gumuşê xwest girtiyê nexweş Hasan Ruzgar bê berdan.
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 
ENQERE
 
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li Kolana Sakarya ya navçeya Çankaya ya Enqereyê di hefteya 540'emîn de daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniya vê hefteyê de li ser ser rewşa girtiyê nexweş Hamdullah Aydemîr ê bi pençeşêrê ye hat sekinandin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen ku daxuyanî da diyar kir ku tedawiya Aydemîr ê ji sala 2023'yan û vir ve bi pençeşêrê ye tê astengkirin. 
 
Di çalakiyê de hat wxestin ku girtiyê nexweş Aydemîr û hemû girtiyên nexweş ên din bên berdan. 

Sernavên din

19/01/2025
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin