Ji KCK'ê daxuyaniya 'pêvajoyê'

  • rojane
  • 19:06 10 Çile 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - KCK'ê diyar kir ku AKP bi polîtîkaya xwe şer giran dike û bang li gel û hêzên demokratîk kir ku pêvajoya nû rast fêhm bikin, xwedî lê derkevin, li hemberî her cûre êriş û lîstikan hişyar bin û têkoşînê mezin bikin.
 
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ya di Ajansa Nûçeyan  Firatê (ANF) de hatiye belavkirin bi vî rengî ye:
 
"Rêber Apo ji bo pêvajoya şer bi dawî bibe û pirsgirêk bi rêyên demokratîk bêne çareserkirin di nava fedakariyeke mezin de ye. Rêber Apo beriya niha diyar kiribû ku eger şert û merc bêne afirandin wê pêvajoyê ji ser zemîne şer derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bike. Weke tevgerê jî me destnîşan kiribû ku em bi îradeya Rêber Apo re ne û pêvajoya ku ew bimeşîne wê ji bo me esas be.
 
Rewşeke gelekî erênî ye ku heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê, bi Rêber Apo re hevdîtin kir û piştre nêrîn û pêşniyarên Rêber Apo yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, bidawîkirina pêvajoya şer û bicihkirina pêvajoyê li ser zemîna siyasî û hiqûqî bi partiyên siyasî yên li Parlamentê re nîqaş kir. Em weke pêşketineke girîng û destpêkeke nû dibînin ku siyaseta Tirkiyeyê nîqaşê li ser nêrîn û pêşniyarên Rêber Apo dike. Rêber Apo hewl dide ku têkiliyên Kurd-Tirk li gorî cewhera xwe ya dîrokî ji nû ve sererast bike, ji rewşa şer derxîne ku bi taybetî vê sedsala dawî ketiye nava şer, li ser bingeheke welê bide rûniştandin ku hevdu nas bikin û xurt bikin. Pêvajoya heyî ji bo vê armanca dîrokî hem weke firsendê hem jî weke şensê dawî dibîne. Ji ber vê yekê jî di nava şert û mercên giran ên Îmraliyê de bi fedakarî, berpirsyarî û biryardariyeke mezin tevdigere û bang li her kesî dike ku bi cidiyet û berpirsyariyeke dîrokî tevbigerin. Hewldanên Rêber Apo yên ku pêvajoyê ji ser zemîna şer derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bike, şer bi dawî bike, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê misoger bike, hêvî û bawerî da civakê. Lê belê daxuyaniyên hin rêveberên AKP'ê û nîqaşên li hin saziyên çapemeniyê yên ku van daxuyaniyan ji xwe re dikin esas berevajî vê yekê ne; hêvî û baweriya li nava civakê dişikîne.
 
Weke ku di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê dîtin, desthilatdariya AKP'ê polîtîkayeke welê dimeşîne ku vî şerî dewam dike, kûr dike. Ji aliyekî ve gotina xwişk, biratî, aştî û hevdîtina bi Rêber Apo re ya ji bo bidawîkirina şer, li aliyê din jî nêzîkatiyên desthilatdariya AKP'ê yên ji bo kûrkirina şer işaretê bi paradoksekê dike. Ev helwesta desthilatdariya AKP'ê hem zehmetiyê diafirîne ku pêvajo derbasî ser zemîna siyasî bibe, di heman demê de xizmetê ji kûrkirina şer re dike û pêvajoya ku Rêber Apo bi fedakariyeke mezin hewl dide bi pêş ve bibe, derbê lê dixe. Zextên li ser gel ku zêde bûne, gotinên di asta heqaretê de ji gelê Kurd û Rêber Apo re têne gotin, dewamkirina tayînkirina qeyûman, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava radixin pêş çavan bê desthilatdariya AKP'ê di nava nêzîkatiyeke çawa de ye. Herî dawî di nava raya giştî de belav bû ku qeyûm li Şaredariya Akdenîzê hatiye tayînkirin û îradeya gel careke din hatiye desteserkirin. Ev nêzîkatî ji bo pûçkirina hewldanên Rêber Apo ne ku bi fedakariyeke mezin têne kirin û şer jî giran dike.
 
Êrîşên desthilatdariya AKP'ê yên bi destê çeteyên SMO'yê yên li ser Rojava, nîşan dide bê nêzîkatiyeke çawa li hemberî Kurdan nîşan dide. Dijminatiya desthilatdariya AKP'ê ya li Kurdan hîn neqediya ye. Ev dijminatî dewam dike û li Rojava xwe bi şênberî nîşan dide. Desthilatdariya AKP'ê bi êrîşa li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze îradeya jiyana hevpar a demokratîk a gelan tine bike. Eşkere ye ku desthilatdariyek xwedî vî mejî û siyasetê ne alîgirê xwişk-biratî û aştiyê ye, berevajî vê yekê şer û dijminatiyê dike.
 
Êrîşên li ser Rojava êrîşên li dijî mirovahiyê ne. Rojava nirxê hevpar ê mirovahiyê ye. Li dijî DAÎŞ'ê ji bo rûmeta mirovahiyê şer kir, di vê oxirê de berdêlên giran da. Niha jî desthilatdariya AKP'ê êrîşê dibe ser van nirxên hevpar ên mirovahiyê û dixwaze tine bike; dixwaze DAÎŞ'ê ji nû ve rake ser piyan. Desthilatdariya AKP'ê her roj komkujiyan dike, bombeyan li malan, rê, pir, qadên jiyanê û çavkaniyên xwedîkirinê dibarîne. Ji bo rawestandina êrîşan gelê sivîl berê xwe da Bendava Tişrînê lê belê bombe li wan jî barand û komkujî kir. Li aliyê din êrîşên li ser bendava Tişrînê dikare bibe sedema felaketeke mezin. Ev hemû sûcê li dijî mirovahiyê ne. Divê her kes vê rastiyê bibîne, li ber rabe û ji bo parastina Rojava ku nirxê hevpar ê mirovahiyê de helwest û hewldana pêwîst nîşan bidin. Divê hêzên navneteweyî û raya giştî ya navneteweyî bibînin bê kî ji bo çareseriyê hewl dide, kî van hewldanan sabote dike û xwe ji şer û neçareseriyê xwedî dike.
 
Li ser vê bingehê em bang li gelan, hêzên şoreşger-demokratîk hemûyan dikin ku li ber êrîşên desthilatdariya AKP'ê û çeteyên wê yên li ser Rojava rabin, ji bo xwedîderketina li Rojava ya bi xurtî bikevin nava liv û tevgerê. Di serî de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê gelê Kurd li her derê xwedî li Rojava derkeve.
 
Çalakiyeke gelekî mezin û bi wate ye ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rawestandina êrîşan bi rengekî girseyî ber bi Bendava Tişrînê ve meşiyan. Ji ber vê helwesta xwe ya bi wêrekî em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin, vê çalakiya wan a bi wate silav dikin. Yên ku di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn bi hurmet bi bîr tînin, ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Helwest û îradeya gelan ji êrîşan, ji dijmin gelekî mezintir e û têrê dike ku wan bisekinîne û têk bibe. Di vê çarçoveyê de helwesta gelan wê êrîşên qirkerî û dagirkeriyê têk bibe.
 
Li ser vê bingehê em careke din bang li gelê xwe yê welatparêz, hêzên demokratîk dikin ku pêvajoya nû rast fêhm bikin, xwedî lê derkevin û li hemberî her cûre êrîş, fen û lîstikên xapandinê hişyar bin, baldar bin, bi rêxistin bin û têkoşîn û yekîtiyê hîn xurt bikin."

Sernavên din

19/01/2025
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin